RIMÊLAN – Di bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Cizîrê yekemîn konferansa Parastina Rawa li darxistin.
Îro li bajarê Rimêlan Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê, yekemîn konferansa Parastina Rawa li darxistin.
Konferansa ciwanan bi tevlîbûna sedan ciwanan ji tevahî herêma Cizîrê destpêkir. Piştî ku ciwan deqeyekê rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên Şoreşa Azadiya Kurdistanê sekinîn, ji aliyê Harûn Apoyî ve axaftina vekirinê hate kirin.
Harûn Apoyî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa dawî ya şerê dagirkeriyê û girîngiya konferansê di pêvajoyeke bi vê rengî de li darxistin û got; “Ev konferans di rewşa şerekî dijwar ya bi vê rengî de li darxistin, xwedî girîngiyekî pir mezin e. Kesên ku ev konferans bi rêxistin kirine, di ferq û zanebûna vê pêvajoya şer de ne, ji ber wê yekê jî konferanseke nîqaşê li darxistin.”
Her wiha Harûn Apoyî axaftina xwe domand û got; “Dewleta Tirk a dagirker bi desteka NATO’yê li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çekên nukleer û kîmyawî bi dehan caran bi kartîne. Şerê ku niha li çiyayên Kurdistanê tê meşandin, ne weke tu şerekî cîhanî yên dine. Ji ber ku di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de ewqas çekên kîmyasal li hember tu dewletê nehat bikaranîn. Lê belê ji bo şerê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hemû qanûn û zagonên xwe binpê dikin.
Harûn Apoyî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya parastina rawa û cewherî.
Hate zanîn ku ev konferansê ciwanan wê heya du rojan berdewam bike.