MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Rizgarkirî di bin dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” basa pirtûkxaneya gerok ku wê li tevahî herêmên Rizgarkirî bigire, ku hemû pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e, dan destpêkirin.
Îro jî Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bajarê Minbicê ve dest bi pirtûkxaneya xwe ya gerok kirine. Di pirtûkxaneya gerok ya ciwanan a li bajarê Minbicê de, hem ji aliyê ciwanan de û hem jî ji aliyê şêniyên bajêr ve rastî elaqeyek zêde hat. Ev jî xwedîderketina ciwanan ya li ramanên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nîşan dide.
Di heman demê de her cihê ku ciwan diçinê li wê derê behsa têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Şerê Gelê Şoreşgerî dikin.
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hisên Begerî ji ciwan û şêniyên amade re axivî û got; “Em weke ciwan erka me ya yekemîn azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Ji bo vê jî pêwîste em xwe di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de amade bikin, ji ber ku pêwîste em di vê demê de ji her demên dîtir bi hêztir bin. Pêwîste em ji bo herêmên xwe bibin mertal. Herkesî jî bi vê hemleya me ya “Dem Dema Azadiyê ye” dizane, em hemû çalakiyên xwe di bin dirûşmeya “Werin Cenga Azadiyê” de li dardixin. Armanca me ya sereke jî şikadina tecrîda giran û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber ku Rêber Apo rêberê me tevane. Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya tevahî gelên bindest. Ev komploya ku li ser Rêber Abdullah Ocalan bi pêşketî, ji aliyê sîstema modernîteya kapîtalîst û dewleta Tirk ya faşîst ve hatî bi pêşxistin. Ji bo vê jî emê têkoşîna xwe ya li hember sîstema hov ya bi vê rengî bilind bikin û rêberê xwe azad bikin.”
Her wiha Hisên Begerî ji ajansa me re jî axivî û bal kişand ser girîngiya vê pirtûkxaneya gerok û got; “Navê min Hisên Begerî, ez cihê xwe di nava rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Minbic û gundewarên wê de digrim. Me çalakiya xwe ya basa pirtûkxaneya gerok li bajarê Minbic û tevahî gundên wê di nava 4 rojan de li darxist. Hedefa me ya sereke ji vê çalakiya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Çalakiya me di bin dirûşmeya “Werin Cenga Azadiyê” de tê li darxistin. Rêber Abdullah Ocalan dema ku dest bi têkoşîna xwe kir, armanca wî ya sereke azadiya tevahî gelên bindest bû. Em jî weke Tevgera Ciwanên Şoreşger emê çalakiyên xwe di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê de bidomînin. Emê heya ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin û dagirkeriyê têk bibin çalakiyên xwe bidomînin.
Pirtûkxane niha li Minbicê ye, piştre bi rêzê wê biçe Tebqa, Reqa û Dêra Zor û herêmên din.