BEHDÎNAN- Dewleta Tirk a faşîst a dagirker her çiqasî hewl dide jî nikare pêşiya tevlîbûna ciwanan a nava refên PKK’ê bigire.
Bi taybetî dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wê PDK’ê ku polîtîkayên sîxuriyê li ser ciwanên Başurê Kurdistanê dimeşîne û dixwaze îxanetê li gelê xwe bike, bersiva sîlekan ji ciwanên Başûr digire.
Ciwanê bi navê Keyvan Azad Ezîz ê ji bajarê Kelar ê Başûrê Kurdistanê ye, di çarçoveya hemleya “Lî Dijî Îxanet û Dagirkeriyê Werîn Cenga Azadiyê” ya ku ji aliyê tevgera ciwanan ve hatiye destpêkirin, li dijî îxanet û dagirkeriyê tevlî nava refên gerîla bû.
Keyvan Azad Ezîz ê ji bajarê Kelarê ji bo parastina welat û axa xwe li dijî dewleta Tirk a dagirker û li dijî tifaqên qirêj û hevkariya PDK’ê ya bi faşîzma Tirk re, tevlî nava refên gerîla dibe. Keywan Azad bang li ciwanên Kurdistanê bi taybet ciwanên Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir ku divê her ciwanek ji bo parastina gel û welatê Kurd li dijî dagirkeran tevlî nava refên gerîla bibe.
NC// Derwêş Tolhildan