COLEMÊRG – Leşkerên dewleta Tirk a dagirker, ji 18’ê Îlonê heta niha li gundên Memkava, Dara, Kaport û Nêbarê yên Geverê êrîşan li dardixin.
Yên li gundê Memkava hatin destgîr kirin, hatin berdan. Gundiyan da zanîn ku şidet li wan hatiye kirin. Bi tevahî 11 kes hatin destgîr kirin û 10 kes hatin berdan. Esat Çakmak ê li gundê Dara bi şidetê hat destgîr kirin hêj li Midûriyeta Ewlehiyê ya Geverê tê ragirtin.
Êrîşên li gundan tên li darxistin hincet hatin nîşandan û dor li hemû rêyan hat girtin. Mobese û fotokemîn jî li ser rêyan hatin bicih kirin.
Hat zanîn ku li zozan û girên bi navê Dola Kubê, Dola Xokê, Kelega, Serê Gorangê û Mişkan ên li bejahiya Memkava tevgera leşkerî zêde bûye. Memkavayiyan bertek nîşan da ku bêrîvanên ji bo dohtina mîhan diçin zozanan ji aliyê leşkeran ve tên asteng kirin.
Gundiyan diyar kir ku li nasnameyên wan tê nihêrtin û yên nasname bi wan re nîn bin nahêlin biçin zozanan.
Hat zanîn ku gundî gava diçin malên cîranên xwe jî li nasnameyên wan tê nihêrtin