NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Hêjî civak ji bandora 12’ê Îlonê rizgar nebûye; lê ez çawa xedar bi ser karan de çûm? Min çawa wisa şer kir? General jî dibêjin; “Tiştekî wisa nabe, şerê kesekî wisa pêş nakeve.” Halbikî pir baş dizanin ez bi tena serê xwe şer dikim. Xwe afirandina min jî, şerekî pir ji rêzê yê kedê ye. Li ser navê kedê bi bîrdozî, polîtîka û karê rêxistinê re mijûlbûna mine. Civak di rewşa neyê nasîn de ye, lê li gorî min her tişt pir hesane. Bitemamî ev şer li gorî ku min dixwest bû û tam jî wek ez dixwazim pêş ve diçe. Niha şêwazekî min ê pir baş meşandina şer heye. Berê tengaviyên min pir zêde bûn, ango tengaviya nepêşxistina şer hebû. Em di bin fikar, di bin nakokiyên pir mezin de gêr dibûn û diçûn. Lê niha em hinekî derketin rastiyê. Di encam de şer pir asane, wek em dixwazin dimeşe. Şerê rast niha dest pê dike. Li beramberî 12’ê Îlonê yan jî li dijberî hemû corê dij miroviyê, jiyana mirovê nû pêş dikeve. Di şerekî mirovî yê wisa de divê cihekî bihêz ê her kesî hebe. Lê hinek hîn jî 12’ê Îlonê yan jî xilasbûnê dijîn. Êdî şerme, divê demekê zûtir mirov xwe ji wê rizgar bike. Ma 14 salan wisa mayîn ne şerme? Yên wisa bila ji xwe hêrs bibin û bêjin; “Em çima di vî şerî de nazok man.” Lê ez ne wisa me, hîn jî şer dikim, dijîm û dikarim bêjim ku serkeftî me. Herî kêm min zirarek mezin da pergalê, rê li ber taxrîbatên pir mezin vekir. Gelik bi derfetê kêm, mîna bi derziyê bîrê bikolim min ev kir. Em dikarin vî şêwazî, wek şerkeriyê pênase bikin. Encamê ji van 14 salan bê derxistin: Bersiva ji “mirov çawa dikare bibe şerker” rê bê dayîne. Wek tê dîtin ez her cihê ku diçimê karê xwe li gorî şer eyar dikim. Ev salên zahmet min bi tena xwe pêşwazî kirin. Dema derketim dervî welat tenê li gel min hevalekî min bi navê M. Saît hebû. Ango alîkarê min ew bû. Diçû, li derdorê hinek pêwendî ji min re amade dikir. Me ev pêwendî wisa ser xistin û li beramberî 12’ê Îlonê me şer wisa da destpêkirin. Girêdanê rêxistinê nebûn. Me hemû ji nû ve ava kirin. Hûn dibînin lê niha pergal pir başe. Camêrê tu jê re dibêjî yê baweriyê, yê pergalê karê xwe dizane. Wê ruhê xwe çawa bafirîne, xeyalên xwe çawa pêk bîne, wê van kara çawa plan bike; van teva hesab dike û di emcam de xwe digihîne van rojan. Despêkê ti derfetekî min nebû. Cihekî min ê biçûk ez bigirim hebû; min girt û hinek tişt anîn. Bêguman min henase girtin û dayîna dijmin hîs dikir. Dema derfetek herî biçûk didît tijî
jiyan dikir. Bi qasî hedê xwe dizanî, îdealên xwe jî berz digirt. Bi qasî dizanî berz bijîm, pir baş dizanî dilnizm jî bim. Bi vî rengî henase bi henase û bi sebrek mezin bi tempoya şerekî pir kes nikarin di kêlekê re derbas bibin xwe amade girt. Ev jî asta pêşveçûna kesekî ye. Bêguman her kes nikare bibe fermandarekî baş, rêberekî baş, lê her kesê ku ewqasî di bin zextê de dijî bûyîna leşkerekî baş erka sereke ye. Em şerekî cidî didin; êdî dema xwe dîsîplîn kirin û gihandina pergalê ye, ev bê nîqaşe. Dîsîplîn; di mijara armancê rêbazê de hûrûkûrbûne. Zanista pir dijwar fikirînê, çare li ser çarê pêşxistine. Vaye hêza min hinekî di vir de ye. Rastiyek min a xwe naxapîne heye. Şêwazê şerê min wisa ye. Di şêwazê min de pelekirin nîne, hezar fikirîn heye, lê pir bi pîvan gav avêtin heye. Bi pîvan û hesabkirinê di nav şer de jiyan kirin heye. Di mijara armanc û çareseriya şer de ji xwe bawer kirin heye. Yên bi hev re şer dikin, derfetê nadin xeta navîn. Ji ber ku ref pir tûj bûne; dê hewla eciqandinê bidin, kulm her tim wisa lê didin. Yê xeta navîn di bin kulmê wisa de dieciqin. Çawa van salan vebêjim? Jiyanek min heye û ew jî pir başe. Aliyê perwerde dike, aliyê rêxistin dike, aliyê taxtîk, aliyê stratejîk, aliyê sebrê, aliyê înadê, aliyê baweriyê, aliyê tempo, aliyê dijwariyê di holê de ye. Di van salan de tiştek ez jî loma jê dikim heye: Çima yên pir ditirsin pêş nakevin? Bi hemû şervanê me re fedakarî û mînakên wêrekî yê hene. Yên bi înad û wêrekî tevlî vî şerî dibin pirin, lê yê bi pîlanekî bihêz, bi mantiqekî şer dimeşîne nîne. Şer kesayetê dixwaze, şer mêrxasiyê dixwaze, şer mantiqekî mezin dixwaze; bi hestên zaroktiyê şer nayê meşandin. Bi dilên biçûk şer nayê meşandin. Ji bo şerekî bihêz dilekî mezin, azweriyek mezin, îhtîras, xirs, kîn û diwê hesta tolgirtinê pir mezin be. Li aliyê din divê mantiqekî pir baş hebe, hêza hizirandina pir baş hebe. Wê ev tev bên fêmkirin, hev bigirin, bên sitirîn û bi vî rengî kesayeta şerker derkeve holê. Yên li ser esasê van pîvanan xwe pênagihînin nikarin li beramberî 12’ê Îlonê rawestin. Dema 12’ê Îlonê şerê xwe ferz kir mezin fikirî û pîlanên xwe yên mezin hebûn. Bêguman herî kêm divê di astek wekhev de bersiv bê dayîn. Pir kêfa şervanên me ji şer re tê, lê bêy ku pêdiviya wê cîbicî bikin. Ez jî ji bo tenê lekeyek herî biçûk jî li ser şervanekî nebe, ewqas xebatê dimeşînim.