NAVENDA NÛÇEYAN – “PKK, ne partiyeke klasîk e, desthilatdariyê hedef nagre û pêkhateyeke bîrdozî, exlaqî û rêxistinî ye. Di qada felsefe, zanist û hunerê de rêxistinîbûyineke bîrdozî û azad a exlaqî ye. Hêza bîrdozî ya pergala KCK’ê ye. Ji pratîzekirina felsefe û bîrdoziya Rêbertiyê berpirsiyar e. Di vê çarçoveyê de, di nava sazîbûyînên demokratîk ên girêdayî organên konfederalîzma demokratîk de cih digre. Her kadroyê/a PKK’ê yê ku di nava pergala KCK’ê de, di hêla pîvanên bîrdozî, exlaqî, felsefî, rêxistinî û jiyanî de bi pêkhateya PKK’ê ve girêdayî ye. Di heman demê de her kadro bi pîvanên xebatê yên qada ku lê dixebite jî, xebatan dimeşîne. Weke din jî her xebatkarê/a di nava pergala KCK’ê de pîvanên PKK’ê yên bîrdozî û exlaqî bingeh digre.” (Peymana KCK’ê)
PKK wek tevgereke azadiyê, dixwaze pirsgirêkên civakî çareser bike. Wekî me li jorê jî destnîşan kir, ji bo bibe hêza çareseriyê û di nava sîstema hiyerarşîk û dewletparêz de nehele, her tim di nava lêgerînekî de bû. Ev lêgerîn hem ji aliyê teorîk ve hem jî ji aliyê pratîkî ve pêş ket. Di encama van lêgerînan de konfederalîzma demokratîk wek rê û rêbaza çareserkirina pirsgirêkên civakî derkete pêş. Ango berhema rejîma me ya heqîqetê bû konfederalîzma demokratîk. Di halê heyî de bernameya PKK’ê înşakirina KCK’ê ye. Dibe ku nav bê guhertin, lê divê mirov bizane ku naverok naguhere. Ji ber konfederalîzma demokratîk organîzasyona ku ji xwezaya civakê derdikeve ye. Ji vir û şûn ve êdî, PKK’ê wê pirsgirêkên civakî hewl bide bi vê sîstemê çareser bike.
Tê zanîn hemû sîstem bi hêza zihnî tên înşakirin, hêza zihnî ya vê sîstemê jî PKK ye. Ê zihniyeta vê sîstemê diyar dike PKK ye. Sîstema KCK’ê ji mêjiyê PKK’ê derketiye. Têkiliya ruh û bedenê li vir jî derbasdar e. PKK ruh, KCK jî beden e. Ango PKK ruhê sîstema KCK’ê; KCK jî bedena PKK’ê ye. Bi gotineke din, dayîka sîstema KCK’ê PKK ye. Rêbertiyê got, “PKK’ê heta niha wezîfeyên negatîf, ango bi pêşîgirtina li neyêniyan xwest di wezîfeyên xwe de serkeftî be. Ji niha û pê ve, divê wezîfeyên xwe yên avakirinê ku bêhtir aliyên wan ên pozîtîf li pêş in, bi awayekî serkeftî pêk bîne. Di bingehê van wezîfeyan de avakirina neteweya demokratîk heye û eger PKK nasname û
maneya wê ya hat diyarkirin bi dest bixe wê karibe van erk û wezîfe
yan bi awayekî serkeftî bi cih bîne. Naxwe bi PKK’bûyîneke din nikare di van wezîfeyan de bi ser bikeve.”
Peywîra demê ji neteweya demokratîk re bedenek çêkirin e. Ev beden jî konfederalîzma demokratîk e. Eger em wek PKK vê sîstemê ava bikin, em karê xwe dikin, eger em vê sîstemê ava nekin, tê wê wateyê ku em karê xwe nakin. Asta înşabûna KCK’ê asta serkeftin û partîbûna PKK’ê jî nîşan dide. Ango em wek PKK qasî înşa dikin in. Êdî ji vir û şûn ve serkeftin jî binketin jî wê li gorî înşakirina konfederalîzma demokratîk bê dest girtin û divê bê dest girtin. Ji vê cudatir pîvanên serkeftin û binketinê peydakirin, tenê xwe xapandin in. Rêbertiyê got ev sîstem wê li ser akademiyan, koperatîfan û komun û meclîsan bê înşakirin. Bê van avakirina konfederalîzma demokratîk, ango çareserkirina pirsgirêkên civakî ne mumkin e. Û divê ev jî bê zanîn, li kîjan qadê dibe bila bibe hemû kar û xebat divê ji bo înşakirina sîstemê be. Ên ku xwe li beramberî înşakirina vê sîstemê berpirsiyar nabînin, an jî karê înşakirinê aîdê hin kes û qadan dibînin ji sedî sed pirsgirêkên PKK’bûnê dijîn û li beramberî partîbûnê peywîrên xwe bicih naynin. Karê înşakirinê karê her kesî ye, her kes bi qasî înşa dike ye. Ji vê rev ji partîbûnê rev e.
Dê berdewam bike….