NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranînên Gerîla…..
Heval ji piştî nîvro heya berbanga sibê ne tiştek xwar ne jî vexwar. Wê rojê firavîna mala Zana û Zînê, ji bo heval bû şîv jî… Heval wek carên berê heya sibehê nîv çiyar, nîv razayî bû. Wexta ku bi ser karekî de biçûna, her wisa bû; heya sibê têr xew nedikir. Xilmaş dibû, kêliyekê di xew re diçû, kêliya din şiyar dibû. Heval ji vê taybetmendiya xwe bi şik û guman bû; gelo ev taybetmendiyek baş e, an xerab e… Tu caran dest ji xwe bernedida. Beriya ku zilamê wî heya ser sînor bibe gazî bike bi du saetan radibû. Wê şevê jî wisa kir. Ji berî ku zilamê wî bibe ser sînor bang lê bike du saetan zûtir rabibû. Taştêyek sivik kir; çend lib zeytûn, dusê parî penêr bi îskanek çayê re xwar. Dibe ku mirov ji xwarinek zû ya bi wî rengî re ne bêje taçtê, bêje xwirîniya xwe şikand wê hîn çêtir be… Li bendî telefonê bû. Heya ku zilamê karmendê dewletê jê re telefon bike, di nava salonê de car caran digeriya, car caran jî li ser kursî rûnişt. Wexta ku zenga telefonê lê da, ji zilam re got, li benda min be, heya çand xulekan ez têm cihê te gotî… Rahişt du çanteyên xwe, yek ê gerîlla, yek ê sivîl û çû ser rêka asfalt. Zilamê ku wê wî bibe li kêleka rêka asfalt li benda wî bû. Bi zimanê Azerî jê re got:
-Sibeha te bi xêr…
-Sibeha te jî bi xêr…
-Te, taştê xwariye?
-Belê bira…
-Di derketina bajêr de; em ê çend sandwîç, çend ava fêkî ji xwe re bikirin…
-Baş e bira…
Di derketina bajêr de zilam taksî da sekinandin. Xwest ku ji taksiyê peya bibe. Lê heval, beriya wî bi lez ji taksiyê peya bû, çû ji supermarketê du heb ava fêkî, sandwîçek û desmalkaxizek kirî. Zivirî, hat li taksiyê siwar bû:
-Çima, te ji bo xwe jî sandwîçek nekirî?
-Di rê de bîzê min vedibe…
Heval desmalkaxiz danî pêşiya taksiyê û karmendê dewletê taksî bi lez ajot. fofêrê taksiyê jî bi rastî çofêr bû. Taksî di rê de qet nedihejiya. Rê ewqas xerab bû, ewqas kert û kort tê de hebûn, lê dîsan jî ne taksî dihejiya, ne jî hildipekiya. Ji bajarê ku jê derketibûn heya bajarê ser sînor; sê bajar, çar bajarok û gelek gund hebûn. Car caran di rê de her du jî qet bi hevdu re nediaxifîn, car caran pir kêm be jî bi hevdû re diaxifîn. Karmendê dewletê, karmendekî hilbijartî bû. Kêm diaxifî ku, sirên dewleta xwe eşkere neke. Heval di vê mijarê de ji wî jî xerabtir bû. Kêrê jî devê her duyan venedikir… Carekê tenê karmendê dewletê ji heval re got:
-Em, li ku derê firavînê bixwin? Heval jî jê re got:
-Ew cihê ku em her tim lê xwarinê dixwin…
Karmend ji heval re got:
-Ew xwaringeh ya ku navê wê 2000 e, ne wisa?
-Belê.
Heval ji bilî vê, bi karmend re qet neaxifî. Her di derbarê derbaskirina sînor û li ser qaçaxçiyan hizirî. Ev hizirandin carekê tenê qut bû. Ew jî, li bajarokekî karmend gelek bêzar bibû. Xwe bi xwe bi zimanê Azerî axifî û got:
-Qanûna mirovatiyê çi ye?
-Çi bû?
-Li vî bajarokî rê nadin xelkê xerîb-biyanî. Bi taybet jî rê nadin ên wekî min! Ev saeteke ez li qornê didim, lê mirovekî tenê jî rê neda min. Wexta ku mirov ji wan dipirse jî, dibêjin, ji bo çi tu rê nadî?
Dibêjin, qanûna bajarokê me wisa ye! Ez jî ji wan re dibêjim, qanûna mirovatiyê çawa ye?
Heval jî di dilê xwe de got; ên ku gelê me xistine vî halî hûn bixwe ne…
Heval di rê de her li ser qaçaxçiyan û jiyana wan hizirî. Qaçaxçitî çi ye? Ji bo çi bi taybetî jiyana xelkê me yê li ser sînoran dijîn bi qaçaxçitiyê derbas dibe?
Li gorî fikra heval, qaçaxçitî guhdarnekirina dewletê bû. Tevî dewletê jiyankirin bû. Qaçaxçitî yek caran mêranî, yek caran jî bêbextî bû… Heval, gelek caran bi qaçaxçiyan re sînor derbas kiribû. Pir caran bi qaçaxçiyên camêr re jî, bi yên bêbext re jî rêwîtî kiribû. Carekê ji bo ku ji sînor, derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibe, bi du qaçaxçiyan re rêwîtî kiribû. Qaçaxçiyan bêbextî li heval kiribûn. Barê her du qaçaxçiyên ku li heval bêbextî kiribûn wîskî ye. wesaîtên Landgrouser wîskî barkirî ne. Berfa demsalê ya destpêke barî ye. Berfa pûk e. Qaşo qaçaxçiyan bi buldozerê rê
paqij kirine. Lê, hîna qederek berf li ser rêka çose ya ji bo wesaîtan maye. Ji ber wê, wesaît çend metreyan diçin û di nav berfê de asê dimînin. Qaçaxçî bi bêran pêşiya wan wesaîtan vedikin. Wesaîtan bi dehfdanê ji nava berfê derdixin. Heya saet nehê şevê qaçaxçî bi zorê ji berfê derdikevin reşayiyê…
Li cihekî ku bayekî sar û dijwar lê dihat disekinin. Heval di wesaîtekê bêkalorîfer de ye û kincên wî jî tenik in. Heval li gor hewaya nerm kinc li xwe kirine. Lewma ji ber serma û seqemê çeqçeqa diranên wî ne; ji sermayê dilerize…
Hinek qaçaxçî pêş de çûne ku rê keşf bikin. Karê xwe diqedînin û dizivirin. Şofêr dikevin ser dîreksiyonan û wesaîtan diajon. Digihêjin gundekî. Şofêrê ku heval pê re ye, li ber hewşa malekê wesaîta xwe dide sekinandin. Lê gundek wisa ye ku sayên wan ji sewalên wan zêdetir in. Qaçaxçî, ji heval re dibêje:
-“Bi lez peya bê û biçe vê malê…” Heval ji wesaîtê dadikeve û rasterast berê xwe dide malê. Deriyê hewşa malê vekirî ye. Heval çawa derbasî hewşê dibe, pênc sa-kûçik bi carekê êrîşî wî dikin. Heval, ji dirandina kûçikan xwe bi zorê xelas dike. Di wê kêliyê de xwediyê malê derdikeve derve. Qîr dike:
-Ew kî ye?
Heval ji tirs û heyacanê dibêje, “ez heval im!”
-Kerem ke, derbasî jor be…
-Sax bî bira…
Xwediyê malê ji heval dipirse:
-Heval, ji bo ku teslîm bibî tu hat Rojhilat?
-Na, bira! Ez berpirsyarê vê derê me.
-Çawa? Ma tu berpirsyarê PKK’ê yî yan ê dewleta me yî? Di navbera PKK’ê û dewleta me de pevçûnên dijwar diqewimin û tu jî li vir berpirsyar e? Ma qey te nagirin? Eger ku te negirin jî, bi bêbextî dikarin pir tiştên xerab bînin serê te!
-Îran, bi PJAK’ê re di nava şer û pevçûnan de ye. Ez ne nûnêrê PJAK’ê me. Ez nûnerê PKK’ê me.
-Ma qey her du jî ne yek in, heval?
-Na bira, na. Her dune yek in. PJAK, partiya Rojhilatê Kurdistanê ye.
Piştî axaftina di navbera heval û xwediyê malê de, kêliyekê bêdengiyek dikeve odeyê. Di wê kêliyê de heval li ser pirsa xwediyê malê hûr û kûr difikire. Gotina xwediyê malê ku ji heval re gotibû,
tu ji PKK’ê reviya? Tu dixwazî teslîmî dewleta me bibî? Ji guhê heval dernediket. Li ser vê gotina xwediyê malê heval di dilê xwe de wê kêliyê dibêje; ev xelkê me yê Rojhilat, bi taybet yên li ser sînor niştecih in, bi piranî jî yên dewlemend bi dewleta Îranê re dixebitin…”
Xwediyê malê piştî vê bêdengiyê ji heval re gotiye:
-Em ê rabin binivin. Tu jî di odeya kurê min de, li gel wî binive. Jixwe, kurê min yekî totik vala ye. Ji tiştekî fêm nake. Lê dîsan jî, tu li gel wî behsa siyasetê neke.
Heval ji xwediyê malê re gotiye; baş e. Xwediyê malê ji heval re gotiye, şevbaş, û paşê jî ew û her sê jinên wî ji malê derketine çûne… Heval jî, xwe di nav nivînan de dirêj dike. Ji ber ku pir westiya ye, xwe dirêjkirin û nivistina heval dibe yek.
Heval nêzîkî sê saetan nivistî ye. Bi dengê kûçikan-segan ji xew şiyar dibe. Kûçik ewqas har direyên ku, mirov dibêje tiştek ne bi xêr rû daye… Heval piştî ku bi dengê kûçikan ji xew şiyar dibe, radibe ser piyan û di paş perdê re li hewşa xanî dinêre. Di hewşê de bîst an jî bîst û pênc pasdaran (leçkerên Îranê) destê xwediyê malê kelepçe kirine û bi xwe re dibin…
Dê berdewam bike…