NAVENDA NÛÇEYAN – Ev karê meclîs û komunan ne karekî ji rêzê ye. Tişta ku wek tevger me bi serbixe û tişta ku gelê me rizgar û azad bike ev kar bi xwe ye. Li ser vî esasî ev karê me yê herî stratejîk e. Di vê xalê de qasî têrê bike, perspektîf hene. Rêbertî li ser vê mijarê ji bo em peywîrên xwe yên înşayê pêk bînin, zêde zêde perspektîf da. Wekî din jî dîroka têkoşîna PKK’ê dîroka rêxistinkirina civakê ye. Di vê mijarê de têra xwe tecrube hene. Tişta niha pêwîst, civak bi meclîs û komunan rêxistinkirin û sîstema wê mayînde kirin e. Lê heya niha ev xebat qasî tê xwestin li tu deverê bi serneketiye. Ev jî ispat dike ku di vê mijarê de pirsgirêk hene. Kê/î naxwaze aktîf bibe, biaxive, bikaribe biryaran bigre û van biryaran pêk bîne? Ango kê/î naxwaze bibe xwediyê jiyana xwe? Lewra mirov qet nikare ji bo civakê tiştekî bibêje û dîsa mirov qet nikare bibêje ku perspektîf tune ye, ecemîtî heye…û hwd. Baş e, çavkaniya pirsgirêkê çî ye?
*Gelo sedema înşanekirinê êrîşên dijmin in, gelo wek hin qadan tê ziman gel ne amade ye? Gelo, tiştên ku tên ziman tiştên ku nabe ku bibin in? Mirov van pirsan dikare zêde bike, lê pêwîstî pê tune ye. Ji ber ku em ji pratîka xwe dizanin ku di çavkaniya van pirsan de tenê xwe xapandin û kêmasiyê xwe nedîtin heye.
*Niha li hin qadan tê gotin ku, gel hîn ne hazir e, ji bo wê yekê jî ev sîstem pêş nakeve. Ev gotin tê wateya ‘gel ji bo azadiyê ne amade ye.’ Di çavkaniya vê têgihîştinê de mêzandina desthilatdaran a li beramberî civakê pêş dixin heye. Desthilatdar ji bo zordarî û sîstema xwe meşrû bikin, gotin civak nikare xwe birêvebibe, azad bijî û hebûna xwe berdewam bike. Di têgihîştina desthilatdaran de ev yek heye, ‘eger ew nebin civakê koka hev biqelîne, wê nikaribe bijî ’. Ji xwe rewabûna dewletê di hemû teoriyên bidewlet de bi vî awayî tê bi dest xistin. Di vê têgihîştinê de înkara xwezaya civakê heye. Ji ber xwezaya civakê exlaqî û polîtîk e, ango komunal e, demokratîk e û ev xweza tune nebûye, dijî. Divê heqaret li jiyan û xwezaya civakê neyê kirin. Niha em jî nikarin wekî desthilatdaran nêzî civakê bibin. Ên dibêjin civak ne amade ye, difikirin ku ew nebin wê civak tune bibe. Em bala xwe bidinê, eynî wekî desthilatdaran li civakê dimêzînin. Ên xwediyê vê mêzandinê ne, wê nexwazin rêxistinbûna civakê pêş bikeve yan jî wê hewl nedin civakê bi rêxistin bikin.
*Tê gotin, kadro ji ber ku nizane wê sîstemê çawa înşa bike, sîstem înşa nabe. Divê ev pirsa bê kirin, çima nizane? Zanebûnê ji ku derê bê? Yekî/e nizanibe wê çi bike, divê çi bike? Gelo ê/a nizane, ji bo nezanînê bidawî bike, fêm bike, çi kiriye û divê çi bike, hewldan çiqas e? Gelo, qet ketiye nava liv û tevgerê yan na? Gelo rastî jî sedema înşanekirina sîstemê nezanîn e?
*Tê zanîn înşakirina konfederalîzma demokratîk bernameya PKK’ê ye. Ango PKK û endamên wê ji bo înşakirina vê
sîstemê hene. Endamên partiyê kîngê ev sîstema pêk anîn, wê demê mirov dikarê bêje ku karê partiya xwe dikin. Divê bê pirsîn, eger karê înşakirina sîstemê nayê kirin, wê demê çi kar tê kirin? Em qet ji bîr nekin asta lêhûrbûna me ya li ser înşakirina sîstemê, asta partîbûna me nîşan dide. Divê her kes partîbûna xwe di ber çavan re derbas bike.
*Tê gotin, ji ber hîn sîstemeke berbiçav derneketiye holê, bi vê sîstemê bawerî nayê. Ev têgihîştin ji xwendineke rast a dîroka mirovahiyê, karakterê jiyana civakê û xwezaya wê bêpar e. Mirov eger piçekî bikaribe derbikeve li derveyî zihniyeta sîstema hiyerarşîk û dewletparêz wê bibîne ku rastî jî civak konfederal û demokrat e. Bêguman mirov dikare van nêzîkatiyên çewt û di bingeha wan de xwe xapandin heye, zêdetir bike. Lê, têrê dike ku ka çavkaniya pirsgirêkan çî ye? Sîstema konfederalîzma demokratîk çima nayê înşakirin? Sedema vî tiştî ji sedî sed pirsgirêkên zihniyetê yên pêşengan e. Sedem bi îdeolojiyê xwe nexemilandina kadro bi xwe ye. Niha li hemû derê dem dema înşakirinê ye. Karê înşayê jî karê kadro ye. Kadro qasî xwe înşa kiribe dikare înşa bike. Çawa ji bo PKK’ê
pîvanê serkeftin û binkeftinê înşakirina pergalê ye, pîvana serkeftin û binkeftin a kadro jî heman e.
Dê berdewam bike….