MEXMÛR – Ciwanên Mexmûr ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, wê civînek lidar bixe.
Îro danê nîvro demijmêr di 03:00’an de li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Mexmûrê, li ser nava wargehê geriyan û bang li ciwanan kirin ku tevlî civîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bibin.
Armanca ciwanan ya sereke ji vê xebatê di şexsê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de azadiya tevahî gelê bindest e. Li gorî zanyariyan civîn wê sibê were li darxistin.
NC//Rizgar Adanmış