BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan qonaxa ku modernîteya kapîtalîst hatiye, rewşa Şerê Cîhanê ya 3’yemîn, helwesta şoreşgeriya dinyayê û îxtîmala şoreş demokratîk di malpera PKK’ê de nirxand.
Nirxandina Dûran Kalkan wisa ye:
“Rastiyeke şer heye ku bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re dest pê kiriye. A rast qonaxa emperyalîzmê ya kapîtalîzmê bi temamî şer e, di navenda wê de jî şerê Rojhilata Navîn heye. Kapîtalîzm dixwaze Rojhilata Navîn daqurtîne. Rojhilata Navîn hê jî li ber xwe dide û ev şer jî ji ber berxwedanê pêk tê. Şer di navbera hêzên kapîtalîst, desthilatdar û dewletan de didome lê mirov bala xwe bidiyê wekî şerê bidestxistina Rojhilata Navîn didome.
Şerê Cîhanê yê Yekemîn wisa dest pê kir lê bi Şoreşa Cotmehê re pêşiya wê piçekî hate birîn. Pêşiya faşîzma Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî bi gelek tevgerên şoreşger re hate birîn. Di pêvajoya sosyalîzma reel de wekî ‘şerê sar’ dihate binavkirin. Hebûna sosyalîzma reel şerê sar afirand. Dema ku sosyalîzma reel jî ji hev ket Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hate rojevê. Ev şerekî Rojhilata Navîn e. Ev şer ji bo bidestxistina Rojhilata Navîn e, di warê dîrokî û aktuel de şerê ji bo tunekirina civakîbûna Rojhilata Navîn e. Li Kurdistanê jî wekî şerê qirkirinê didome. Pergala global û kapîtalîst a ku bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re derket holê, Kurdistan parçe kir, Kurd tune hesiband, li ser wê qirkirin ferz kir. Kurdan jî li hemberî vî tiştî li ber xwe dan û hê jî li ber xwe didin. Erebistan bû 22 parçe, piçekî li ber xwe didin. Nexwe ev şer dixwaze civakîbûna Kurd û Ereban tune bike.
Halê hazir rizgarbûna ji vê rewşê ne pêkan e. Jixwe hêzên ku şer didomînin tu çareseriya wan tune. Pergala sermayeya global jî wisa ye. Ji ber avadaniya xwe ya hegemonîk statukoya netewe-dewletê jî nikare tu çareseriyê biafirîne. Ewçiqasî xwe şoreşger û hêza çareseriyê pênase bikin jî dibin dîktatoriyeke faşîst û hişk a ku dijminatiya Kurdan dikin. Asta ku AKP û MHP hatiye di vî warî de mînakeke baş e. Nexwe hêza pergalê tuneye ku karibe çareseriyê bike, xwe nû bike û biguherîne. Ji bo hêzên pergalê zehmet e ku karibin feraset û siyasetê biguherînin. Ji ber vê ji bo ku pergala modernîteya kapîtalîst a global karibe krîz û kaosê derbas bike, tu nîşaneke wê tune. Şerê ji ber krîz û kaosê li herêmê bi awayekî belavbûyî didome. Tişta ku maye şoreş e. Çawa ku Şoreşa Cotmehê karibûye heta demekê şer biqedîne, niha jî tekane şoreşa ku dikare vî şerî biqedîne, Şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk e, bi ser de Şoreşa Dinyayê ye. Heke Şoreşa Cotmehê bibûya şoreşa dinyayê wê mirovayetî ji kapîtalîzm û emperyalîzmê rizgar bibûya. Şoreşa Cotmehê nekarî bibe Şoreşa Dinyayê, bi ser neket. Ji ber ku bi ser neket jî mirovayetiyê evqasî xisar dît û hat asta ku êdî qiyamet rabe.
KAPÎTALÎZM REJÎMA KRÎZEKE HER DEM E
Di vê çarçoveyê de girîng e ku mirov kapîtalîzmê baş fêm bike. Kapîtalîzm tê wateya krîz û kaosê. Roj bi roj teqez dibe ku ev tişt kûr dibe. Kapîtalîzm xwe, civak û kesayetiyê diqedîne. Ev ne geşedanek e, ev tişt tê wateya tunekirina hebûnên ku rê li ber jiyanê vedikin, xetere di vir de ye. Ji bo mirovayetiyê û ji bo dinyayê, bi giştî ji bo cîhana zindî ev gef û xetereyeke mezin e. Ji ber ku kapîtalîzm xebat û hilberînê ne li gorî jiyana civakê, li gorî mêtingerî, talan û parçekirina wê bi rê ve diçe. Kapîtalîzm awayekî mêtingeriyê ye. Di vir de tişta sereke kara zêde ye. Dewlet û yekdestiya taybet hatiye asteke wisa. Ji ber vê kapîtalîzmeke bêyî krîz, kaos, nakokî û şer tune.
Mirov ji îro lê binihêre nirxandinên ‘Gelo wê kapîtalîzm xwe nû bike, wê di nava xwe de çareseriyê biafirîne? Wê ji Ewropayê yan jî ji Emerîkayê çareserî ava bibe? Wê Efrîka yan jî Asya pêşengtiya vî tiştî bike? Wê çareserî ji Elmanya yan jî ji Fransayê ava bibe’ bike wê ev tişt ne rastîn bin. Ev ne fikrên rast in. Kapîtalîzm awayekî mêtingeriyê ye. Tê wateya ku hemû kar û jiyan li gorî mêtingerî û kara zêde werin kirin. Rejîma tunekirina ji binî ve ye. Ji ber vê jî pergaleke talan, berxurî, şer û nakokiyê ye.
Berê krîz wekî ‘Serdema buhrana yekemîn, serdema buhrana duyemîn û serdema buhrana sêyemîn’ wekî serdemî dihatin nirxandin. Bal dikişandin ser giştîbûn û domdariya serdema sêyemîn. A rast kapîtalîzm ne serdem bi serdem e, rejîmeke buhran û krîzan a domdar e. Ew nirxandin ne rast bûn. Bi saya şoreşan dem bi dem krîz kûr bûn yan jî sivik bûn. Şoreşên di sedsala 19’emîn de li Ewropayê hatine kirin, şoreşên ku piştî sala 1830’an li Fransayê hatine kirin, Şoreşên Ewropayê yên di 1848’an de hatine kirin, hewldanên Komuna Parîsê ya di salên 1871’an de, Şoreşa Cotmehê ya di sedsala 20’emîn de, tevgerên şoreşger ên li ser Şoreşa Cotmehê hene. A rast eniyeke şoreşan heye ku krîz û buhrana kapîtalîzmê wekî serdemên demdemî piçekî sivik kirine. Heke şoreş tunebûya wê sivikbûneke wisa pêk nehata.
Ji ber ku piştî şoreşa Rûsyayê şoreşên Ewropayê pêk nehat, teoriyên wekî ‘sosyalîzma bi tenê li welatekî, komunîzma bi tenê li welatekî, serdemên buhranên demdemî’ hatin pêşkêşkirin. Rêber Apo jî wekî ‘serdema kapîtalîzma bûye penceşêr’ pênase kir. Nexwe kapîtalîzm tê wateya tunekirina xweza, civak û kes. Di vê qonaxê de yan wê qiyamet were rakirin, her tişt tune bibe yan jî wê kapîtalîzm were sekinandin. Ji dema Sumeran û vir ve gelek fikr, dîn, mîtolojî, zanist, felsefe, exlaq çawa ku pêşiya awayê mêtingeriyê girtin, niha jî wê geşedanên şoreşî pêk werin ku pêşiya vî tiştî bigirin û wê bidin sekinandin. Şoreş ev e, cewhera sosyalîzmê jî ev e.
SERDEMA ŞOREŞA DEMOKRATÎK E
Heke şoreşger derkevin holê pêşengiyê bikin, karibin şoreşê bikin wê mumkun be ku mirov ji van pirsgirêk û nakokiyan rizgar bibe, berevajî wê ew ê ne mumkun be. Şoreş bi tenê girêdayî şoreşa Kurdistanê ye. Rêber Apo teoriya şoreşê kir, xeta wê ya îdeolojîk û polîtîk derxist holê. Bername, stratejî û taktîka wê geş kir. Wekî feraseteke şoreşa nû pênase kir.
Guherîna paradîgmaya ku Rêber Apo ew pêş xistiye, ji bo dîtina tiştên rast û fêmkirina wê pêşiya mirov ronî dike. Di vî warî de nabe ku mirov li bendê bimîne wê kapîtalîzm nakokiyên xwe sivik û çareser bike. Di kapîtalîzmê de aştî yan jî şernekirin tune. Ew tê wateya ku her dem nakokî, şer, krîz û kaos hebe. Yan ew ê fikr, exlaq, siyaset, rêxistin û çalakiyeke wisa ava bibe ku karibe kapîtalîzmê derbas bike û wê bide sekinandin – ku jixwe ji vî tiştî re gotin sosyalîzm- yan jî wê kapîtalîzm bi rastî jî dinyayê tune bike.
Fîlozofên mezin ên dîrokî ku li ser fikra azadiyê derketine holê bal kişandine ser vî tiştî û divê mirov vî tiştî wekî xeyal û tirsandinekê nebîne. Ev rewş girêdayî wateya kûr, pênase û fêmkirina jiyanê ye. Di hemû serdemên dîrokê de hemû fikrên azadîxwaz bal kişandin ser vî tiştî û dawiya dawîn ev tişt di sosyalîzmê de dîtin. Gotin ‘Yan sosyalîzm yan jî tunebûn’. Lê sosyalîzmê di dema xwe de gav neavêt û bi ser neket. Kesên li ser navê sosyalîzmê tevdigerin divê du sed salên dawîn ên dîrokê baş binirxînin. Divê xwe ji dogmatîzmê, qalibparêzî û bêbaweriyê rizgar bikin, hêz û cesareta rexne û xwerexneyê nîşan bidin û rastiyê derxînin holê.
Aliyên ku şer dikin nikarin çareseriyê bibînin. Divê aliyê sêyemîn ango aliyên bindest karibin şoreşê bikin û çareseriyê bibînin. Em ê şoreşeke ku wê karibe mirovayetiyê û gelan ji kapîtalîzm û faşîzmê rizgar bike, çawa bikin? Pirsgirêka me ev e. Divê em vî tiştî wisa bibînin û wisa nêzik bibin. Pirsgirêk ne bi tenê pirsgirêka Kurdan e. Ne pirsgireka Şoreşa Azadiya Kurdistanê ye, pirsgirêka Şoreşa Rojhilata Navîn e, pirsgirêka şoreşa mirovayetiyê ya azad e. Rastiya şoreşa Kurdistanê heye ku ev şoreş û şoreşên dinya û Rojhilata Navîn ketine nava hev. Şoreşgerî wisa ketine nav hev. Êdî aliyekî wê yê neteweyî û welatî tune. Erê em di nav civakekê de li ser axekê tevdigerin, lê êdî ev serdem ne serdema şoreşên neteweyî ye. Serdema nijadperestî û komarparêziyê derbas bû. Rêber Apo wekî ‘Komara Demokratîk û Serdema Şoreşa Demokratîk’ pênase kir. Şoreşa demokratîk bêguman di warê civakan de li ser axekê geş dibe lê ne şoreşên herêmî ne. Ne şoreşên wisa ne ku bi neteweyan sînordar bimînin. Me got ‘Şoreşa Neteweya Demokratîk’. Rêbertî ji neteweya demokratîk re got ‘neteweya ferasetê’. Ne neteweyeke wisa ye ku bi nijad, ax û ziman re sînordar bimîne. Nexwe global û herêmî ye.
Pirsgirêk ne bi tenê çareserkirina doza Kurdan e. Pirsgirêk bûye pirsgirêkeke mirovî û aliyekî global bi dest xistiye. Divê mirov wisa nêz bibe û fêm bike. Divê em şoreş û şoreşgeriyê wisa binirxînin. Di vî warî de divê em ji vê tengbûnê rizgar bibin. Divê em tiştên ku dijîn rast watedar bikin. Heke em rast nedin watedarkirin em ê nikarin jiyanê beralî bikin û em ê di nav jiyanê de nikaribin rizgarkirinê bikin. Nabe ku mirov bijî lê wekî ku nejî lê binihêre, nabe ku mirov di nav rewşeke nû de be û lê bi nêrînên kevn li meseleyê binihêre. Dogmatîzm û qalibparêzî û mayîna li pişt dîrokê ev e.
HÊZÊN CÎHANÎ GELEK BELAV Û PARÇE BÛNE
Di vî warî de, divê ev tişt were dîtin: Wek rojê diyar e, ne çareseriya DYA’yê, ne Ewropa, ne Îsraîl, ne jî yê Îngilîstanê heye; ne jî hevkariya Rûsya, Çîn û Hîndîstanê dikare çareseriyê derdixe holê. Berovajî vê yekê, Rûsya pir rojane tevdigere. Jixwe nêzîkatiya xwe ya îdeolojîk bi tevahî winda kiriye, nêzîkatiyeke wan a stratejik jî nîne. Li ser berjewendiyên rojane siyasetê dimeşîne. Hin aliyan gotin, “Îtifaqa Rûsya-Tirkiye-Îranê dê pêş bikeve, dibe ku ev tifaq Koreyê jî li pişt xwe bigire. DYE’yê wê bibe blokek li dijî Ewropa û cîhan jî weke sedsala 20’an bibe du blok, em ê pişta xwe bidin û bijîn.” Hêviyek wiha xapînok e. Tiştek wiha wê qet çênebe, ev yek eşkere ye. Tiştên ku wisa xuya dikin ne rast in. Ji şerên berê ev ders hatine derxistin. Nikarin bigihin rewşa sedsala 20’an. Ger wisa bûya, wan ê ji niha ve çareserî bidîta. Niha jî divê em li benda wê nemînin.
Di wê rewşê de wê xitimandin berdewam bike. Hêzên cîhanî parçe û belav bûne. Hêzên hegemonîk ên gerdûnî yên modernîteya kapîtalîst bi rastî di rewşeke gelekî qels de ne. Li gorî cîhana 30-40 sal berê, ev cîhan ji bo pêşxistina çalakiya fikra azadî û demokrasiyê, derfet û fersendek pir guncavtir pêşkêşî dike. Ji bo têkoşîna mafan cîhanek erênîtir heye, lê divê hêsan neyê dîtin ji ber ku xeterî jî pir in.
SEKNEKE HEVPAR YÊN ŞOREŞGERÊN CÎHANÊ TUNE YE
Rêber Apo behsa Tevgera Demokrasiya Cîhanê kir. Wî wekî çareserî “Konfederalîzma Demokrasiyê ya Cîhanê” danî holê. Bêyî van çareserî pêş nakeve û encam nagire. Dibe ku têkoşîn pêş bikevin, geşedan jî hebin, lê em ji bîr nekin ku îro tiştekî ku pêş dikeve dibe ku sibe paşde bimîne. Ev xebatek têkoşînê ye, heke hûn her dem têkoşîn bikin dibe. Lewaziya sereke di reva ji şoreşa cîhanê de ye. Şoreşgeriya cîhanê ne li gorî pêwîstiyên têkoşînê; têkoşîneke îdeolojîk, siyasî û leşkerî dide. Pîvana îdeolojîk derdixe pêş û ji pîvana siyasî-leşkerî dûr dixe. Li hinek cihan ji aliyê leşkerî derdixin pêş, ji aliyê siyasî-îdeolojîk ve dûr dikevin. Di şoreşgeriya cîhanê de helwesteke hevpar nîne.
“Analîzkirina şênber a rewşa şênber” girîng e. Bi rastî jî ev têgîna Lenîn a ji bo zanista civakî gelek girîng e. Divê em analîza rewşa heyî ber bi objektîvîzmê ve nebin. Analîzek yê şertê heyî jî girîng e. Divê em jî karibin vê bikin. Rewş çi ye û çi nîne? Çawa ber bi serkeftinê ve diçe? Divê li ser vê yekê mirov serê xwe biêşîne û zanista civakî jî vê hewce dike.
Pêwîst e nakokî û pevçûn neyê tevlîhevkirin. Divê em tenê bi zanista siyaset û leşkeriyê li pirsgirêk û bûyeran nenêrin. Pêwîst e ku tu carî nêrîna bîrdozî û felsefî winda nebe. Perspektîfên siyasî û leşkerî yên bê felsefe û îdeolojî xeternak in. Nakokî û pevçûnên wan rast têgihiştinek nayne, berovajî wê her tiştî dike qurbana siyaset û karên leşkerî. Zîhniyet û siyaseta ku tenê bi siyasetê an jî di rewşeke siyasî-leşkerî de hatiye daxistin teqez ne rast e. Divê ji pîvanên felsefî-îdeolojîk neyê dûrxistin.
Mînak di sedsala 20’an de hêzên siyasî-leşkerî, sosyalîstan ev yek pir pêş xist. Mijara ku herî zêde Mao pê re mijûl bû ev bû digot, “Dijminê dijminê min jî dostê min e.” Di salên 90’î de me jî xwest li Kurdistanê piçekî vê yekê bikin, lê ev yek me ber bi Komploya Navneteweyî bir. Dijminê dijminê min nebû dost, ji paş ve bû xençer. Divê rola Yewnanistan û Rûsyayê, hin hêzên li wir di pêvajoya komployê de bi vî rengî were nirxandin. Rêber Apo ji vê re got “hevaltiya sexte”. Wateya wê têgînê ev bû. Lewma em nikarin tenê ji aliyê siyasî û leşkerî ve li tiştan binêrin. Divê perspektîfa felsefî û îdeolojîk tu carî winda nebe, heta teqez perspektîfa felsefî û bîrdozî esas e û divê nêzîkatiya siyasî û leşkerî jî li ser vê bingehê be. Ev nêzîkatiyek rasttir e.
Di vê çarçoveyê de şoreşeke ku sed sal in didome heye. Di rastiyê de ger tevgerên şoreşgerî yên li Fransayê esas bê girtin, hema bêje nêzî dusedsaliya xwe dibe. Eger Komuna Parîsê esas bê girtin, ev 150 sal in didome. Pêvajoyeke ku bi Şoreşa Cotmehê re derbas bûye heye. Li dijî kapîtalîzmê pêvajoya Şoreşa Sosyalîst heye. Ew pêvajoyên girîng bûn. Li ser tesbîta ku ger sosyalîzm bi ser nekeve wê mirovahî têk biçe sekinî. Lê tevî ku ev demeke dirêj belav bû jî, ji şoreşê re nekarî bibe alternatîfek. Ger Şoreşa Ewropî bibûya Şoreşa Cîhanê, wek ku Şoreşa Cotmehê pêşbînî kiribû, sosyalîzm dikaribû mirovahiyê ber bi jiyanek çêtir ve bibira, wê xeterî ji holê rabûna, lê nebû. Ev zihniyet dema gavên şoreşgerî yên bi vî rengî avêtin, analîzên teorîk jî di vê çarçoveyê de bûn. Têkçûna pratîk veguherî teoriyê. Li ser vê têkçûnê hewl hat dayîn ku teoriya sosyalîst bê avakirin. Ew ne rast e. Piştî têkçûna şoreşa li Ewropayê, tu analîzên teorîk ên li ser Yekîtiya Sovyetê hatine pêşxistin ne rast bûn. Ji xwe bi her awayî Sovyetê zindî nehişt, pêş nexist û li ser piyan nehişt. Nekarîbû bibe alternatîf, nekarîbû sosyalîzmê pêş bixîne, nekarî xwe ji bûyîna jêderê kapîtalîzmê rizgar bike.
Niha ev hemû rêberiya me dike. Nêzîkatiya me ya şoreşgerî, feraseta me ya şoreşgerî divê li ser vê bingehê be. Teoriya nû ya ku li ser esasê veguhertina paradîgmayê derketiye, divê felsefe, xeta bîrdozî-polîtîk, stratejî û taktîk, şêwaz, uslub û tempo li ser vê bingehê baş were fêmkirin. Wê demê ew dikare rast û têr were fêm kirin.
Divê em Rêber Apo wiha fêm bikin û rast beşdar bibin. Ger em Rêber Apo rast fêm nekin û rast tevlî nebin em nikarin rast jî pêk bînin. Wê demê em ê Rêber Apo rasttir fêm bikin. Em ê çalakiyên xwe veguherînin pêkanîna fikrên Rêber Apo.
Li ser vê bingehê rastiya Rêbertiyê, rastiya Kurdistanê, qonaxa modernîteya kapîtalîst ku gihiştiye, rewşa 3’yemîn Şerê Cîhanê, rêyên derketina ji şer; Li vir divê nêzîkatiya nû, teoriya modernîteya demokratîk, şoreşa wê, taybetmendiyên wê û çawaniya pêşdebirina wê li Kurdistanê û li deverên din bi awayekî rast û têrker were fêhmkirin.”