NAVENDA NÛÇEYAN – Tê zanîn me guhertin û veguhertinên pir mezin, di mijara paradîgmayê de kir. Paradîgma rê û rêbaza xwe gihandina armancan nîşan dide. Û ya ku rê û rêbazan jî diyar dike, hêza zihnî ye. Ango di zihniyetê de kûrbûn, bi xwe re di rê û rêbaza çareserkirina pirsgirêkan de dewlemendî û zelal bûnê tîne. Tişta niha em dijîn ev e. Tê zanîn beriya me jî têkoşînên pir xurt di çarçoveya nirxên demokratîk û komunal de pêşketin. Lê mixabin, piraniya wan heta mirov dikare bibêje hemû, di nava sîstemê de heliyan, temenê sîstema desthilatdar dirêjtir kirin. Sedema vê encamê kêmbûna berxwedan û têkoşînê nebû. Di vê xalê de mirov dikare bibêje serkeftî bûn, heta dijminê xwe têkbirin û sîstema xwe jî ava kirin. Lê, ji ber zihniyet û bi vê ve girêdayî paradîgmaya wan li derveyî sîstemê nebû, di encamê de binketin. Ango yên serkeftî, di cewher de binketin. Niha eger em di çarçoveya şoreşa zihnî de û di guhertina paradîgmayê de serwer nebin, wek tevger em ê jî pratîka kevn dubare bikin. Ango di nava sîstemê de bihelin. Ji xwe Rêbertî ji bo wê behsa şoreşên zihnî yên rojane dike. Ev tişta herî esasî ye û divê her kes xwe di çarçoveya şoreşên zihnî yên rojanê de bigre dest û tu kes xwe tam nebîne. Divê neyê ji bîr kirin, pêwîstiya her kesî bi azadiyê heye û azadî jî ancax bi şoreşên zihnî pêk tê. Bi kurtasî pêwîstiya me bi guhertinên pir mezin heye. Em di vê xalê de divê di asta herî jor de hesas bin. Ji xwe ji bo vê ye ku Rêbertiyê got ‘xwarin û vexwarin jî îdeolojîk e.’ Ev tespît bi serê xwe dide nîşandan ku ka em çawa tevbigerin. Taybetmendiya paradigmaya me ya herî esasî her tişt zindî dîtin e. Ev jî xwe dispêre zimanê hebûnê û tespîtên zanistî. Mirov zindiyê zindiyan e. Bi vî awayî jî rêxistin e. Ji xwe rêxistinbûn zimanê hebûnê ye. Hebûneke nerêxistî di xwezayê de tune ye. Ji xwe girîngî dayîna me ya ji bo rêxistin û civakê xwe dispêre zimanê hebûnê. Îcar cureyê mirov, ji hemû zindiyan zêdetir rêxistin e. Ji bo vê yekê ye ji bo mirov dibêjin ‘madeya rêxistinkirî’. Mirov wek hebûn rêxistin e û wekî din jî divê jiyana wî/ê jî rêxistî be. Civakîbûn şert û mercê hebûna mirov e, rêxistina mirov e. Rêxistina me jî civakîbûna kadroyên me ye. Çawa ku mirov ji şaneyên zindî pêk tê, civak jî ji beşan pêk tê. Rêxistina me jî wekî civakê ji beşên xwe pêk tê. Ev beş hem wek sazî, komîte, rêxistinên cur be cur in, hem jî wek kadro ne. Bi kurtasî rêxistina me jî zindiyê zindiyan e. Di vir de tişta girîng gelo parçeyên zindiyê wê li gorî fonksiyonên xwe tevbigerin, an na. Eger tevbigerin wê demê organîzma (rêxistin) derdikeve, lê eger wisa tevnegerin wê demê hebûn gengaz nabe. Li ser van esasan ji bo zindîbûnê mirov dikare bibêje ku zindîbûn hevdu temamkirin e, aktîfbûna her parçeyê ye, bihevrebûna parçeyan e. Ev nebin hebûn ne mumkin e. Ji xwe Rêbertiyê ji bo wê got “heqîqet yekpare ye.” Ango
parçebûnê di nava xwe de nahewîne. Heqîqet yekîtî û bihevrebûna beşên aktîf e. Ev jî dide nîşandan ku heqîqet ne parçeyî ye. Karê parçekirinê karê desthilatdaran e. Lewra li ku derê parçebûn hebe, li wê derê heqîqet tune ye. Parçebûn civakê, rêxistinê lewaz dike û ev jî tenê kêrî dagirker û desthilatdaran tê. Mixabin di hemû qadên me de di nava hevalan de hevaltiyeke xwe bi heqîqetê hûnandiye qasî têrê bike tune ye. Pirsgirêkên bi hev re karnekirin û hev du qebûlnekirinê derdikevin. Di navbera kadroyên ku divê temsîliyeta heqîqetê bikin de, dîsa di navbera rêveberî û kadroyan de, di navbera saziyên me de û di navbera kadro û gel de qasî tê xwestin hevdu temamkirin û wek rêxistinekî, organîzmayekî tevgerîn tune ye. Ev ne li gorî konfederalîzma demokratîk e. Ev ne sekn û hevaltiya îdeolojîk e. Di vê têkiliyê de wê parvekirina heqîqetê tune be. Em wexta baş lêbikolin em ê bibînin ku di bingeha hevdu temamnekirin û hevdu qebûlnekirinê de ezezîtî heye. Ezezîtî jî ji xwe tê zanîn çavkaniya îqtîdarê ye. Îqtîdar jî ji xwe sîstema ku em pê re şer dikin bi xwe ye, ango dijmin e. Û ne tiştekî heqîqî ye, tiştekî anormal e. Eger em dixwazin serkevin wê demê em neçar in, li gorî heqîqeta mirov bin. Bi hev re kar nekirin, hevdû qebûlnekirin, ezez
tevgerîn… hemû jî liv û libatên an tevgerên dûrî heqîqeta mirov in. Lê, m jî dixwazin bibin mirovên heqîqî.
Dê berdewam bike…..