NAVENDA NÛÇEYAN –
Qaşo bi navê Başûrê Kurdistanê behsa meclîsek û hukumetek xwe dispêrê wê tê kirin. Ev jî, di bin parastina Hêzên Havpeymaniya Navdewletî (Hêzên Çekîç a Amade) de derdikeve holê. Ev rewş çavkaniya xwe ji Têkoşîna Rizgariya Netewî digire, lewra pêwîste em pêşketinên li Başûr binirxînin. Emperyalizm û mêtîngerî, baldar nêzî rewşên ku li Başûr rû didin dibe. Emê çi navî li vê rewşê bikin? Rastiya pirsgirêkê çiye? Tevî evqas pişgiriya ji Başûr re tê dayîn û kirina bin baskê xwe, ji hêla heman hêzan ve di derbarê PKK‟ê û şerê me yê rizgariya netewî ya mezin ku rêbertiya wê dike de, hewl didin tine bikin, evqasî îmha û tecrîd bikin. Emê nav li nêzîkbûnên wan ên ji yekê re wisa, yên din re jî welê bikin. Her wiha ya ku pêwîste di destpêkê de bê fêmkirin eve; Emperyalîzm, Siyonîzm û Kemalîzmê dest dane hev, qaşo hewl didin pirsgirêka Kurdistanê çareser bikin. Emperyalîzmê, li hember helwesta Şerê Kendavê ya di bin rêbertiya Saddam de ji hêla rejîma Iraqê ve hatî meşandin, hevkarên Başûr bikar anî, hewldana avakirina hevsengiyê kir û di encam de herdu bi xwe ve girê dan. Ev jî li dijî rejîma Iraqê bikar anî, hewl da vê rejîmê biçûk bixe û tasfiye bike. Ji aliyek din ve jî pirsgirêk kir; “Parçeyek Kurdistanê ya biçûk” û kêşa nava qada Ereban, bi vî rengî jî dixwaze ya ku giraniya pirsgirêkê ye û dixwaze bi rêbazên zext û tinekirinê ve tasfiye bike ser pirsgirêka netewî ya Kurdistanê bigire. Qaşo ev pişgiriya meclîsa Kurd û hukumeta Kurd dikin. Hemû jî nokerên Kurdane! Şerê wê yê wisa hemdem, demokratîk, nasname û hebûnê paşçav dike, ji bo tine bike, şêwazek bindefêhil, komploger, jirêderxistî ferz dike û dixwaze wisa encam bigire.
Bakurê Rojavayê Kurdistanê hem ji hêla şênî, hem erdnîgarî, hem jî asta pêşketina civakî ve, beşek Kurdistanê ya girînge. Rayedarek ji DYE dibêje; “Ger Kurdên Başûr statûya ji wan re hatî dayîn hinek din tengav bikin, dê dostê me yê nêz dewleta Tirk tengav bike û ji bo vê jî emê li dijî vê rawestin.” Hesabê vê dike. Dibêje; “Gelê Kurde, nediyare dê çi bike. Hew te dît serxwebûn jî xwest, wê demê ji bo me hevalbendê herî girîng Tirkiye dê çi bibe?” Ji ber vê Başûr sedî sed di bin venêrînê de digire, plan dikin ku li Bakur rê nedin tiştekê. Hêza Peywiran a Hevgirtî jî, qaşo dê li Başur Kurdewariyê tine bike, yê li Bakur jî biçewsîne û tine bike. Bêguman ji van hêzên şer, emperyalizm û mêtîngeran çareserkirina pirsgirêka Kurd nayê payîn. Lê belê em nikarin Kurdewariyek wisa bi hîle û sextekar jî paşçav bikin. Nexasim em neçarin rola hevkaran baş derbixin zanebûnê. Hevkarên ku îro dixwazin meclîsê û hukumetê damezirînin, dema dengê topekê tê, dikarin her tiştî bihêlin û birevin. Van di demên herî zehmet de, gelê xwe bi tenê hiştin û reviyan. Rêbertiya wan jî, li cîhanê rêbertiyek erzan tê firotin û pirsgirêka herî erzan tê firotin jî, pirsgirêka Kurde. Rewşa xwediyên vê helwestê ne dikare bi xayîntî û ne jî bi xafiltiyê bê ravekirin. Rewşa wan tam pêşmêrî ye. Dolaran ji van nokeran re diherikînin, her cure pêdiviya qût pêşwazî dikin. Qaşo ji her hêlê ve xurt dikin û bi vî rengî vê bi gel didin hîskirin; “Heta ku ev rêberên we li ser serê we bin, emê her tim qûtê xwarinê bidin we, ewlekariya we biparêzin!”
Statûyek girêdayî heye, lê belê miletek evqasî zirav, evqas bi tirsa komkujiyê xwe ve girêdan, rewşek di cîhanê de nehatî dîtine û niha jî rewşa li Başûr tê jiyîn wisa ye. Ancex bi vî rengî bûnewerên herî paşketî dikarin xwe bi hêzên biyanî ve girê bidin. Wisa bi xwe ve girê didin û komek noker jî kirine karmendê vê. Karmendiya van jî, karmendiyek bê esle. Hinek karmend hene ji ber erka xwe mirinê jî berçav digirin, heta dawî li ber xwe didin. Lê bi van re ev jî nîne. Li ser miletekî bi şêwaza herî erzan lîstokên mirinê û lîstokvanên vê lîstokê mijara gotinê ne. Qaşo ev jî polîtîka dikin. Berê nerimkirina Enqereyê zehmet bû, niha nerimkirina Enqereyê hêsan bûye. Wî jî wisa tînin rê, dibêjin; “Binêre, PKK te pir tengav dike, jixwe tu nikarî bin bixî, tevgerek rizgarî ya bêhempa pêş dikeve. Were em bi te re vî karê Başûr biqedînin, emê bi yek kevirî li çend çukan bidin. Her wiha dê Başûrê Kurdistanê bibe weke wilayetek te, jixwe di nava sînorên Mîsak-î Millî de ye. Paşê emê hêzên li vir li dijî PKK‟ê bidin şerkirin. Her wiha hûnê ji bo Bakurê Kurdistanê jî bibin modelek…” Hesabê vê berfireh tê kirin. Enqere, li hember PKK‟ê pir tengav dibe. Ma li hember PKK‟ê alternatîfek ji vê baştir tê dîtin! Ji Talabanî, Barzanî û yên din re dibêjin; “Werin Enqereyê; Dijberî PKK‟ê çend daxuyaniyên çapemeniyê bidin, berdêla vê jî pênc-deh dolaran bigirin. Li Başûr jî hinekê li dijî PKK‟ê tevdîran bigirin, çend komployan bikin, berdêla vê jî emê evqas qût bidin we, destkeftiyên Deriyê Gumruka Xabûrê jî bidin we.” Ji Kurdê ku duh navê wî nedihat gotin re, îro merasîma dewletê tê çêkirin. Niha ev jî, qaşo dîplomasiya Kurd dike. Di nameyên ku ji me re nivîsandî de dibêjin; “Ey Apo, ma tu nizanî ev çil sale em dîplomasiyê dikin. Ji Qazî Mihemed ve dîrokek me ya dîplomasiyê heye. Şiyar be.”
Em dizanin vê dîplomasiyê çi aniye serê Qazî Mihemed û Barzanî. Kurê wî Barzanî jî, ji bo mînakek be vedibêjim. Hat Enqereyê. Pêşî di asta jêr de, paşê ji aliyê Serokkomar, Serokwezîr û Wezîrê Karê Derve ve bi şêweyek hêjayî camêrên dewletê hat pêşwazîkirin. Demîrel got; “Birayê min Celal” û wisa daxuyanî da. Celal Talabanî çû Viyana. Pey wî re ew Kurdê xayîn Hîkmet Çetîn jî çû Viyana. Ji wî re hêjayî serokên dewletê merasîmek sazûman kirin. Hîkmet Çetîn şaşwaz dibe û dibeje; “Ez Wezîrê Karê Derve me. Hûn çima ji bo min nêzîkbûnek serokê dewletê raber dikin?” Elbet kesî ev ferq nekir. Ji bo xatirê Talabanî, li Viyana weke serokê dewletê hat pêşwazîkirin. Qaşo li Bakurê Kurdistanê di bin rêbertiya wî de Kurd hene. Dibe ku siberojê piştî PKK ji holê rakirin, wî jî weke şefê dewletê bikin serkeş! Emperyalîzma Rojava hesabê vê dike. Em nebêjin Awusturya û hema derbas nebin, rasterast ferman jê re tên. Almanya, ji Awusturya re dibêje; “Hîkmet Çetîn weke serokê dewletê pêşwazî bikin.” Yeqîn dikim lihevkirîne. Ji Hîkmet Çetîn re dibêjin; “Hûnê bi qasî nêzîkbûna ji nokerên Başûr û Talabanî re raber kirî, ji me jî bibînin.” Qîmeta Enqereyê dayî Talabanî, roja paştir Ewrûpa dide Hîkmet Çetîn. Lihevkirin li ser vî bingehî ye: “Her tişta ku Tirkiye li beramberî PKK‟ê dike, li dijî terorîzmê ye û em li pişta te ne.” Ev, nirxandina Talabanî ye. Ji ber di quncikek biçûk a rojnameyekê de ev nirxandin hene: “Teror rêyek vale ye. Dê dîrok jî destnîşan bike ku xebata dîplomasî û siyasî rêya diyarker û raste.” Van di helwestên xwe yên hişk de li dijî “terorîzma” PKK‟ê lihev kirine.
Dibe ku Awusturya hinekê mafên mirovan bikar aniye. Derxist pêşberî Talabanî. Lê Talabanî giha mirada xwe. Bi nêzîkbûna; “Enqerê ez wisa pêşwazî kirim û me lihev kir. Ger tu jî berjewendiyên xwe û berjewendiyên Rojava dihizirî, divê tu wisa bikî. Ango tiştên em ji bo Kurdên Başûr dihizirin, tu jî ji bo Kurdên Bakur bihizire, ji bo avakirina bingeha wê, weke ez hatime pêşwazîkirin, hûn jî Hîkmet pêşwazî bikin.” Vaye di bin nêzîkbûna Hikmet weke serokê dewletê pêşwazîkirinê de ev rastî heye. Ev nêzîkbûnên hatine pêşxistin, ji yek navendê û lihevkirî ne. Li ser gelê Bakurê Kurdistanê şerê taybet pêk tînin. Herî dawî, heta meha Îlona vê salê wext dabûn. Dê ev heta meha Îlonê, heta sala 2000‟î jî wext bidin. Hişmendiya Rojava ya berjewendî û feydeyê, dema berjewendiyek herî biçûk dibe mijara gotinê, gelê Kurd îmha bûye, kontrgêrîla ev kiriye, qet ne di xema wan de ye. Ev mantiqek pir balkêşe. Tu li ber çavên wan tine bûyî, lê destê xwe jî nahejînin. Lê ji bo nefta Iraqê desteser bikin, dikarin li wir dewleta Kurd jî damezirînin. Bes bila ev dewlet, xizmetê ji berjewendiyên Rojava re bike. Dema di rejîma Iraqê de berjewendiyên wan ji aliyê Saddam ve bûn, yên ji bo komkujiya Helepçe fetwa didan –jixwe ev bi erêkirina Tirkiyê pêk hat. Wê demê jî Talabanî peyam dişandin Enqereyê-, niha jî pişgiriya dewleta Kurd dikin. Ji ber berjewendiyên wan ji aliyê dewleta Kurd ve ye. Ger siberojê dewleta Kurd naverokek gelparêz bidest bixe, bibe bela serê wan, dê wê demê jî li dijî vê dewletê rawestin. Dê vê xeteriyê jî, bi erêkirina komkujiyek ji ya Helepçeyê kembaxtir ve bi dawî bikin. Li vir berjewendiyên Rojava diyarkerin. Komek hevkar, weke dewletê, weke zîrevanê hukumetê piştî ku paye girt, milyonan xist berîka xwe, nexasim otonomiyek jî bi ewle kir, ev xeterî ye, xeteriyek dem navîne, qet ne di xemê de ye.
Dê sibe gelê Başûr tine bibe, bireve, qet negirînge. Ya girîng berjewendiyên rojane ne. Meclîsa Kurd û hukumeta Kurd wisa derdikeve holê. Ev hukumet, weke mirîşka ji bo Rojava hêkên zêr tîne. Ji bo li ser qada Ereban û neftê serdestiya xwe pêş bixe, ev pir girînge. Ji bo emperyalîzmê berjewendiyê saz dike. Di heman demê de li dijî Şoreşa Kurdistanê jî, dibe kembera ewlekariyê. Li derdora Bakur, ji Başûr ve çemberek dorpêçê ava dike. Heta dema hewce kir, amûrek li dijî Îranê jî bikar bînê ye. Ma êdî dikare hîn zêdetir çi bixwaze. Ger pişgiriya vê nekin, dê çi bikin. Xanima Mitterrand di Amedê re derbas bû, ma ji gelê Amedê re got; “Hûn çawa ne?” Her roj qetlên bi destê kontrgêrîla hene. Ma got; “Serê we sax be?” Na! Li helîkopterê siwar bû, çû Başûr. Vaye dayîka Kurdan wisa dibe! Her roj li wir komkujî heye, nabîne. Lê diçe Başûr. Çima? Ji ber ku cihê berjewendiyê ewdere. Qaşo xanima Mitterrand di meclîsê de axaftin kiriye, li ser piyan jê re li çepikan dane. Bila were li Amedê jî axaftinekê bike. Bila li Mêrdînê, Cizîrê axaftinekê bike. Lê silavekê jî nade van deran. Ma Kurdên li van deran dijîn jî ne gelin, ew jî zextê nabînin? Dibînin! De başe vêca kanî wijdana piştevanên Kurdan û baldariya wan? Heta ev mantiq dibêje ku; “Ji bo yên li Tirkiyê otonomi jî hewce nake. Jixwe demokrasi heye. Bila pirsgirêkên xwe li Enqere û parlementoyê çareser bikin.” Ji me re jî gotin; “Biçe Enqereyê, destê mezinên xwe ramûse, bêje em carek din karên wisa xirab nakin, xwe bide efûkirin, dê tiştekê bidin te jî.” Tişta nokeran digot ev bû. Cewhera nameya şandin jî ev bû. Ew bi xwe hewl dide otonomiyê rizgar bike. Lê ji bo Bakurê Kurdistanê dibêje; “Ev jî hewce nake, jixwe li Enqereyê demokrasiyê pêş dixin.”
Bûyerek Partiya Kedê ya Gel HEP‟ê heye. Jixwe em dizanin çiqasî Kurdewariyê jî dikin, her roj gefa Dadgeha Destûra Bingehîn û ji wekîlên wan re jî gefa darvekirinê heye. Qaşo alîgirê mafên mirovan û demokrasiyê ne. Pêwîste Rojava û Talabanî hinekê vê bibîne. Ger hinekê mirovbûn bi te re hebe, em dev ji welatparêzî jî berdin şeref hebe, vêca ev rewş dibe çi? Elbet ji ber ku tenê berjewendî wan eleqedar dike, vê pirsê ji xwe nakin. Barzanî jî, Alman‟an tikayek jê kiribûn. Mantiqê Alman‟an eve; “Ev jî rêberek Kurde, jixwe Kurd paşketî ne. Ger bikarin daxuyaniyekê bi vî bidin kirin, dê darbeyek li hewaya dijberî me be.” Jixwe gelek tişt nedihatin bîra Barzanî. Min dişibîne Îdî Amîn. Begên wî di guhê wî de pistepistê dikin, ew jî daxive. Qet nebe serbilindiyek Îdî Amîn heye, lê mixabin bi vî axayê eşîrê re ev jî nîne. Yeqîn dikim Îdî Amîn hinek din erênî ye. Barzanî, bi qasî nekare bibe Îdî Amîn axayek eşîrê yê xirabe. Ma di nava axayên eşîran de yê gelê xwe evqasî difiroşe, evqasî xirabiyê lê dike heye? Di ti eşîretê de nîne. Dê niha jî ji bo van hukumetek bê avakirin, siberojê jî ji wan re bêjin hûn bûn dewlet û bi rastî jî ger PKK bikare li vê qadê hinekê serxwebûnê pêş bixe, dê pişgiriya ji van re hîn zêdetir bibe. Dê hewl bidin wan bikin serkêş, nebin jî qet nebe dê li dijî me bibin muxalefet. Çawa muxalîfên ku pişgiriya wan dikirin, piştî heftî salî kirin serkêşê welatên sosyalîst, dê wisa li van jî bikin. Ango dibêjin; “PKK kar dike, dê li ber xwe bide, şer bike, dibe ku dewletê saz bike, emê jî wê demê weke hespê Truva van derbasî hundur bikin. Jixwe me hemû PKK û têkoşîna wê tecrîd kiriye, emê bixeniqînin, cardin van bidin ser kar.” Hesab eve. Ev noker tev jî, di bin serdestiya wan de ne. Bi pişgiriya wan a heyberî didin jiyîn. Nexasim ger Kurdistan bibe navendek şoreşê, dê Başûr bikin dewlet, her cure derfetan jî bidin wan. Dê li dijî me jî nêzîkbûna; “Ger tu bipejirînî, emê jî te binasin. Na ger nepejirînî, hewce bike emê bi zorê wan bikin serkêşê we” ferz bikin. Bi gelemperî lîstoka tê lîstin wisa ye.
7 Tîrmeh 1992
Rêber APO