NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…
Ne tenê ev nokerên li Başûr, ji destê sêyemîn hevkarên van li Bakur jî hene. Hinek ji wan bîst salin li Ewrûpa ji hêla emperyalîzmê ve tên xwedîkirin. Cur be cur navên yekîtiyan jî li xwe kirine. Niha dîsa hewl didin van li dijî PKK‟ê bikar bînin. Mînak pişgirî dan reformîstekî. Çû li Awusturya û Yûnanê di asta serokwezîr de hevdîtin kirin. Çima? Ji ber dibe ku siberojê ji Tirkiyê re hewce be, ji Enqereyê re hewce be. Dixwazin amadekariyê bikin. Peyvên yekem ji devê vî xayînî derketin ev bû; “Em cuda ne, PKK terorîste.” Jibîr kiriye kî terorîzmê, wehşetê û komkujiyê pêk tîne. Dibêje; “PKK terorîste, em cuda ne, em alîgirê rêbaza polîtîk a nermin.” Kî pênc quruş nirx dide politikaya te ya nerim. Dîsa jî xwe ji bo her tiştî amade dike. Gelek komikên wisa sexte dicivînin. Reformîstan, PDK‟yî û hwd. Ger PKK bê tinekirin, dê weke rêxistinên noker, dê mîrasa têkoşînê desteser bikin! Ev hesab ji berê ve heye. Niha vê hesabê cardin germ dikin û pêşkêşî sûkê dikin. Dibêjin; “Dibe ku em her kêlî PKK‟ê tine bikin. Pêdivî bi avabûna Kurdê kedîkirî heye. Pêdivî bi partiyek Kurd a sexte heye. Em wê jî niha li Başûr, li Ewrûpa amade bikin.” Hinekê jî vê hewldana xwe lez dikin.
Li Başûr hinek dostên ku alîkariya me dikirin hebûn. Di demên dawî de yek bi yek ev tên qetilkirin. Rêya digirin, di astengkirina qût de gefan dixwin. Rênedanê disepînin. Qaşo dê me wisa radest bigirin û tengav bikin. Ev hemû bi zanebûn û ji aliyê yek navendê ve tên kirin. Firokên Dewletên Yekbûyî –jixwe ev jî firokên DYE ne- li ser wargehên me digerin. Ev jî, ji yek navendê ve tên kirin. Weke min destnîşan kirî, mêtîngeriya dewleta Tirk jî hat nerimkirin. Helwestên wisa, ji aliyê polîtîkayek wisa ya li dijî Kurd ve bûn yek. Lê ev PKK‟ya dibêjin; “Bela serî, êşa serî” nehat çareserkirin! Her wiha ev tawîz dan Tirkiyê: Gotin; “PKK terorîste, tu çi dikî bikî, heta dawî destûra te heye.” Ev polîtîkayek pir durû û ketî ye. Behsa mafên mirovan, mafên netewan û demokrasiyê dikin. Lê dema berjewendiyên wan dibe mijara gotinê, Kurdan daqurtîne, bikuje û tine bike. Li hember van kiryarên tên kirin, dema dibêjin ev jî Kurdin, bi van re jî mafên mirovan, mafên demokrasi heye, dibêjin; “Na, nabe li wir mafê çarenûsa xwe destnîşankirinê bê pêkanîn. Ev negengaze.” Tu mafê çarenûsa xwe destnîşankirinê didî Bosna-Hersek, Moldovya û hinek cihên ku navên wan jî nehatiye bihîstin, bi rêya hewayî alîkariyan jî dişînî, lê li hember pêncî milyonî zêdetir Kurdê ku ji her tiştî mehrûm maye eleqeya te nîne, navê wê jî nagirî ser devê xwe. Ji ber li vir berjewendiya wî nîne.
Yên herî xeternak jî nokerên hevkar ên li Başûr û Bakurin. Van bîst salan li Ewrûpa xwe xwedî kirin. Ev hemû jî axa ne. Vêca li gelê Kurd binêrin; ji birçîbûn û hejariyê bêhn jê tê, parasûyên wî derketine derve. Rewşa gel ji nedîtî ve tên, polîtîka bi van hevkaran didin kirin, dîplomasî didin kirin. Erka wan jî, teşîr, tecîd û tinekirina PKK‟ê ye. Pêwîste mirov li vir xalek din jî ronî bike: Ev xayînin. Bes yên wisa pak hebin, ew jî xafilin. Qet negirînge wisa navê sosyalîstî û demokratbûnê li xwe bikin. Polîtîkaya di bin fermana wî de dijîn wisa ye. Rastiya vî karî, rastiya polîtîkayê wisa ye. Elbet di nava van de yên durist hene. Dibe ku hinek acizbûnên wan li hember PKK‟ê hebin. Ji wan re dibêjim: Hûn di bin fermana vê polîtîkayê de ne. Di vê polîtîkayê de, ger polîtîkayek aresteyî ser gelê Kurdistanê dibe heye, ev polîtîka berpirsê polîtîkayên komkujiyê be, polîtîkayek ji bo komek hevkaran tevahî gel paşçav dike, kes nikare di bin navê sosyalîstî û demokratbûnê de ji vê re bibe amûr û divê nebe jî. Ger bibe xayîne yan jî xafile. Ev rewş jî pir xeternake. Dema deh salan li Bakur û Başur qiyameta sor radibe, wê tu dengê xwe dernexî, ji bilî jiyanek bê esil tiştek din ve mijûl nebî, dev ji Kurdewarî û mirovbûnê jî berdî, weke ji webayê bireve ji welatê xwe birevî. Lê dema mûçeya emperyalîzmê dibe mijara gotinê, weke sipehên bi xwînê zindî dibe bêjî; “Ez tenê rêxistinparêzim. Êdî dewlet jî ket rojevê” û derbikevî sûkê. Wê li vir ji te re bêjin raweste. Dîsa bi nêzîkbûnên weke; “PKK terorîste, PKK xirabe ku tundî bikar aniye, em jixwe dijber bûn”, xiftanekê ji rewşa xwe re dibînin û hewl didin xwe rizgar bikin. Mînak hinek dikarin bêjin; “Piştî deh salan, ango ji sala 1992‟an ve min çek rakir, artêş ava kir û ketim Bakurê Rojavayê Kurdistanê, bûm tevger, hem jî bêku darbeyeke herî biçûk li dijmin bixim.” Gelo tu bi xwe jî ji van tiştê dibêjî bawer dikî, heta ku hinek din bidî bawerkirin? Şerê gel, şerê çekdarî ne karek evqasî hêsane. Her wiha te heta niha jî qet nekiriye. Niha jî niyeta te nîne, lê ji bo mirasa PKK‟ê desteser bikî van ji ber xwe derdixî. Dîsa ev dibêjin; “Welatparêzan li ber xwe da, ew jî ez bûm. Şerê gêrîla hat meşandin, ew jî em bûn. Me niha cihê xwe girtiye, tam xwedî lê derketin. Em tên li welatê xwe bicîh dibin. Her tişt me kir, dê ji vir û şûn de jî her tişt ji me bê pirsin.” Vaye hevkar û bavê wan ê axa emperyalîst vê rewşê hêjayî welat û mirovên me dibînin. Ji me re jî dibêjin; “Hûnê vê rewşê hêjayî xwe bibînin.” Em bi gelemperî ji hevkarên giştî, taybet jî hevkarên Bakurê Rojavayê Kurdistanê re vê dibêjin; “Bi rastî jî hûn rewşa herî xeternak rave dikin, nûnertiya lîstokên herî xirab dikin. Dijmin bi xwe jî evqasî har nabe. Bêpîvan nabe, hedê xwe dizane.” Çi bi we hatiye? Rewşek evqas hedê xwe nezanîn, evqasî bêberpirsyarî, nêzîkbûnek bê esil raberkirin, kî dipejirîne? Her wiha hûn dikarin ji kî ferasetê hêvî bikin?
Yên bi şerek dijwar ve çeper bidest xistine, rizgariya netewî bidest xistine, nasname, rih û hişê miletekê ava kirine, ev jî li hember dijminê herî dijwar û tevahî paşverûtiya cîhanê bidest xistiye, nikarin we weke rizgarvan, welatparêz û nexasim sosyalîst binirxînin. Ev xafiltî û bêşermî jiyîn ji bo wan xeternakiya herî mezine û dê beriya dijmin êrîşî van xafil û bêşerman bikin. Rewşa ku pêwîste fêm bikin eve. Ger vê rewşê fêm nekin, rewşa biqewime dê Zerarê bide wan bixwe û berpirsê vê jî ew bi xwe ne. Ger dixwazin li dijî dijmin şer bikin, diyare li dijî dijmin çawa tê şerkirin û çawa gav tê avêtin. Vekiriye, durist û jidil rexnedanekê bidin û di refên rizgarî de cihê xwe bigirin. Na ger bi helwestek hîleyan ve dijberiya xwe ya li hember têkoşînê bidomînin, nikarin xwe li hemberî dîrokê biparêzin.
Bakurê Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî emperyalîzmê û faşîzma Tirk kirinê ve meclîs û hukumet nayê avakirin. Ango wê tu ji lîstoka herî mezin a li ser Kurdistanê tê lîstin re bibî amûr, ji komkujiyan re bêjî; “Erê”, ji şerê rizgariya netewî ya tê bilindkirin re bêjî; “Terorîzme” û ji xwe re jî bêjî; “Ez bûm dewlet.” Divê ew koma ji bîr neke, ev suce. Yên ku teqez divê bibin yek, beşên Bakur û Başûrin. Ev jî xala sereke ya Meclîsa Netewî ya Kurdistanê û Hukumeta Şoreşgerî ye. Wê tu li şûna vê teqez hukumetek bi pişgiriya emperyalîzmê û Komara Tirk ava bikî, li şûna şoreşê hêzên şoreşa dijber pêş bixî, paşê jî behsa dewleta Kurd a dîrokî bikî. Wê tu heta bi hevkariya xwe ve milyonan bikujî, li Ewrûpayan bijî, silala xwe jî li wir bidî jiyîn. Vê xefletê biterikînin.
Qet nebe ji vir û şûn de li ser vî gelî lîstokan nelîzin. Em taybet vê destnîşan dikin. We heta niha kir. Qaşo hûnê PKK‟ê teşîr û tecrîd bikin. Li dijî PKK‟ê êrîşan jî sazûman bikin. Hûn dizanin. Em naxwazin bi zorê li hemberî we şerekê pêş bixin. Lê ger tişta ku dijmin nikare bike hûn bikin, hewl bidin ji piştê ve xencerê li me bixin, emê jî xwe biparêzin. Dibe ku em niha nikarin dijmin temamî ji Kurdistanê derbixin, lê em dikarin we ji Kurdistanê derbixin. Bila êdî ev derdora noker vê bifikire. Ger di Kurdewariyê de jidile, ger meclîsê dixwaze, hukumet û dewletê dixwaze, pêwendiya vê bi yekîtiya netewî, meclîsa netewî, hêzên gel ên netewî re çiye? Ma karîn heta niha pêdiviyên vê pêk bînin? Divê baş li ser van mijaran bihizirin. Weke heta niha pêk hatî, êdî ji van re mafê jiyanê nîne. Heta emê mafê berdewamkirina rewşa nokeriyê nedin wan.
Êrîş û şêwazên wan ên komplogerî ne di wê cureyê de ne ku wan bi navê Kurdistanê ber bi hukumet û dewletbûnê ve bibe. Heta hinek tişt bên kirin jî, ev hîn zêdetir ji bo pêşwazîkirina berjewendiyên Emperyalîzmê û mêtîngeriya Tirkin. Armanca wan Têkoşîna Rizgariya Netewî ji piştê ve xencerkirin, tengkirin û tecrîdkirine. Pêwîste ev baş bê dîtin, li ser vî bingehî teşîr û tecrîdkirina wan bê pêşxistin. Elbet pêdiviya gelê Başûrê Kurdistanê jî bi meclîs, hukumet û heta hewce kir bi dewlet û federasyonê heye. Ev nêrîna me ye jî û heta dawî jî pişgiriya wê dikin. Weke berê heyî, di roja me de jî em piştevanê vê ne, mil bi milin. Me her tim ew li hember her cure zext û dana revandinê parastin, ji vir û şûn de jî emê biparêzin. Emê rûyê rasteqîn ê vê hevkariya ferz dikin ronî bikin, vê komê teşîr û tecrîd bikin, îro nebe sibe, lê emê teqez vê bikin. Yan dê bibin mirov, an jî dê bi erdê re bibin yek. Ji bilî vê çareyek din nîne. Ya herî girîng jî, emê li hember êrîşên wan ên di derbarê Bakur, beşa Kurdistanê ya herî mezin bêrehim bersivê bidin nêzîkbûna wan a xencerkirinê.
Em di navbera Bakur û Başûr de yekîtî û şêwirdariyê dixwazin. Ti carî napejirînin ku bi navê Tirkîtî, bi navê emperyalîzmê bibin amûrên komployan. Nexasim hinek kesên demokrat û welatparêz ên heta niha nekarîne rewşan jî rast binirxînin, dîsa kesên bi xeternakiya ketina nava van lîstokan de ne, bang dikin rewşên heyî rasteqîn binirxînin û rast têbigihin. Bi rastî jî nêzîkbûna çawa dikare her tiştê xwe danin holê, nasnameya netewî çiye, çawa tê bidestxistin, bi şerek dijwar ve çawa dikare ji hêviya gel û pirsgirêkên jiyanî re derbasdariyek bê bidestxistin. Ev şerê pir eşkere li holê tê meşandin –jixwe şerek ku dijmin jî dipejîrîne- rast têgihiştin, di radeya hêza xwe de pişgiriya vê kirin, qet nebe rast pêkanîn, helwesta sereke ya ku rast raber bikine. Sedema me carek din ev bilêv kir, ji bo ti kes bi şêweya; “Me nedizaniya, me di wextê de zelal nekir” xwe nexapînê ye. Dema darbeyên ku bên serê wî dixwe, ji bo yekser neyê girtine.
Têkoşîna Rizgariya Netewî ya di rêbertiya PKK‟ê de, derbasî qonaxek dîrokî bûye. Şoreşa Kurdistanê gur kiriye û pêl bi pêl li hemû Kurdistanê belav dibe. Kêm û kurtî, şaşî, xefletên wê yên berê çi dibin bila be, heta îxanetên wan çi dibe bila be, ger di vê xalê de jidil nêz bibin, emê dostane nêzî wan jî bibin, an jî ger bixwazin di seknek bê alî de bimînin, emê dîsa jî dostane nêzî wan bibin. Nexasim ger bixwazin di nava refên şoreşê de cîh bigirin û şer bikin, dê pişgirî û şêwirdariyê ji me bibînin. Emê wan li ser milê xwe rakin, bi şêweya bila her tişt li me bê, lê tiştek bi wan neyê, wan biparêzin, wisa di nava şer de bigirin. Ev jî feraseta me ya welatparêziyê ye. Emê baldar nêzî vê jî bibin. Lê tevî hemû bangên me yên erênî, tevî ferasetên me yên dostane, şêwirdarî, îtîfaq û eniyê, bi israr neyêniyên xwe bidomînin, xwe serserkî bavêjin nava komployên emperyalizm û mêtîngeriyê û weke lîstokên hevkarên Başûr lîstokan li ser me bilîzin, em pir eşkere bêjin, begên wan çi hêvî û pişgiriyê didin bila be, dê ji perçiqandin û çewsînê rizgar nebin. Her wiha dê ev jî, ji bo wan dawiyek pir xirab be. Pêwîste hevkarên Başûr nekevin nava van lîstok û komployan, Zerar û ziyanê nedin hewldanên yekbûn û serxwebûnê, gengaz be bila di nava dostanî û şêwirdariyê de bin, qet nebe bila seknek bê alî raber bikin. Lê ger bi israr dijminatiyê bikin, binre binre lîstokên veşartî bikin, divê bizanin wê dîsa Zerara herî mezin ew bi xwe bibînin. Wexta em li ser vî bingehî lîstokên di bin navê Kurdparêziyê de, di roja me de li ser Kurdistanê qet ne duristin, dixwazin bi destê hevkarên Kurd bên lîstin, bi nêzîkbûnek wisa dinirxînin, çareseriya herî pîroz, herî egîdî jî destnîşan dikin.
Gelê Kurdistanê her ku diçe li derdora Rêbertiya PKK‟ê dicive û ber bi encamê ve diçe. Zext û şerê taybet a dijwar ku mêtîngeriya Tirk dimeşîne, ji her hêlê ve tê domandin. Me çawa li dijî wî şerê rizgariya şoreşgerî pêşve biribe û her roj çeperên nû didin bidestxistin, emê eniya sexte ya ku bi navê Kurdparêzî nexasim li Başûr dixwazin pêş bixin, heta dixwazin li Bakur jî berfireh bikin, bi polîtîkayên şoreşgerî yên hevgirtî ve vale derbixin û van qadan jî bikin çeperên şoreşê yên herî xurt. Îro hêza me ji her demê zêdetire ku em, bi qasî eniya serbixwe ya welatparêzên şoreşger, hêza leşkerî ya hevgirtî jî pêş bixin. Her wiha dikare bi van çekan ve ji her demê zêdetir li ser bingeha rast bi ser şoreşê de bimeşin û ev peywir jî ji her demê zêdetir dikare bi serkeftî pêk were. Heta niha ti rêbazên şerê taybet û ti lîstok ser neketin. Dê ji vir û şûn de jî qet ser nekevin. Ya ser bikeve dê ji her demê zêdetir siyasetek Kurdistana serbixwe, yekgirtî û demokratîk be. Hîn ji niha ve, ev xeta siyasî bi serkeftinên girîng ve dagirtiye. Bersivek rast û şêwaza xebatek têrkar bersiva vê xetê bê dayîn, dê ev bi şêweyek kes ne li bendê û her demê serkeftinê saz bike.
7 Tîrmeh 1992
Rêber APO