HESEKÊ-Bi armanca destekdayîna berxwedana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di pêşengtiya jinên ciwan de meş li bajarê hesekê hat li darxistin.
Meşê ji çarxorêya kevokê ku li navenda bajarê Hesekê dikeve destpêkir û bi berz kirina wêneyên şehîd Jîna Emînî ber bi çarxorêye Şehîd Serhed a li taxa miftî dikeve berdewam kir ,li ber çarxorêya Şehîd Serhed jinên ciwan derbarê şehîd xistina jina ciwan Jîna Emînî a ku 22 salî de daxûyanî dan daxûyanî ji aliyê endama Yekîtiya jinên ciwan Robîn Elî ve hat xwendin.
Daxûyaniya jinên ciwan wiha ye:
Em ji bo tevahî gelê Kurdistanê û dostên wan despêkê serhildana gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê silav dikin.
Dewleta xwînxwar ya Îranê jinek bi navê Jîna Emînî qetilkirin ev qetilkirina ne tenê jinek bû di şexsê wê da tevahî civakê xwestin bitirsînin .
Em van kiryarên Îranê nelet û şermezar dikin . Li hemberî van kiriyaran gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê serhildanek dest pê kir.
Em vê serhildanê pîroz dikin û ji wan re radighînin ku ew ne bi tenê ne wek ciwanên Hesekê em li kêleka wanin û serkeftinê ji wan re dixwazin.
Carek dinê xweya dike ku tenê perspektîfa Rêber APO dikare qirkirina li ser gelan xweza bi dawî bike û em dibêjin serkeftin a kesên li ber xwe didin e .
Di dawiyê de bi sloganên jin jiyan azadî, şehîd namirin meş bi dawî bû.
Hêjayê gotinê ye ku ev bu 7 rojin li zêdeyî 30 bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan ji bo şehîd xistina jina ciwan Jîna Emînî tên li darxistin.