HEÎLBRONN- Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê ji bo Şehîd Seher Denîz a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, bîranîn hate lidarxistin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê û hemû şehîdên şoreşê destpê kir.
Piştî deqqeyek rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê xwişkên şehîd Seher Denîz ve hate kirin. Xwişkên Şehîd Denîz di axaftina xwe de behsa kesayeta Şehîd Seher Denîz, sekna wê ya di jiyanê de kir û beriya ku tevlî bibe di xizmeta gelê xwe de bû û diyar kirin ku xwedî hêzeke ku bandorê li ser gelên civakê jî kir. Her wiha bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn hat kirin ku bi awayekî aktîf beşdarî têkoşînê bibin.
Di axaftina li ser navê Tevgera Jinan a Ewrûpayê TJK-E de, helwesta şehîd Seher Denîz a di jiyanê de, heyecan û têkoşîna wê ya jiyanê hatibû bibîrxistin.
Di axaftina li ser navê Komîsyona Şehîdan a KOMAW’ê de hat destnîşankirin ku rastiya Rêbertî û şehîdan ji bo gelê Kurd tê çi wateyê û şehîd her tim bi me re dijîn.
Piştre sînevîzyona ku hatibû amadekirin hate temaşekirin û nameya şehîd Seher Denîz a ji malbata xwe re nivîsandibû hate xwendin.
Li ser navê Tevgera Ciwanan jî axaftin hate kirin û di axaftinê de hat destnîşankirin ku Şehîd Seher Denîz ji bo ciwan û jinên Kurd pêşeng e û divê ciwan li ser şopa wî bin.
Di dawiyê de ji komîsyona Şehîdan nameya şehîd Seher Denîz radestî malbata wî kir.
Bîranîn bi slogan ên “Bijî Serok APO”, “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.