MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di pêşengtiya Tevgerên Jinên Ciwanên Mexmûr (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) ji bo bîranîna Şehîd Ebûzeyd Dêrhînî ku roja 29’ê Tebaxa 2022’an di encama êrişa balefira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker de li ber derê mala xwe hatibû şehîdxistin, duh turnevoya voleybolê hatibû destpêkirin.
Îro jî Tornovaya ciwanan ya Şehîd Ebuzêd Dêrhînî bi taxima Şehîd Mardîn Penaber û Şehîd Koçerîn bi coş û germahiyek mezin berdewam kir.
Îro di demjimêr 04:00’an Li Wargeha penaberan ya Şehîd Rustem Cudî ( Mexmûrê) li Saziya Ciwanan Tornovaya ciwanan ya Şehîd Ebuzêd Dêrhînî bi taxima Şehîd Mardîn Penaber û Şehîd Koçerîn bi coş û germahiyek mezin berdewam dike. Her wiha taximên ku li beramberî hev listîne taxima Şehîd Koçerîn bi serket. Ev tornova wê bi taximên cuda berdewam bike û sibê ji di demjiêr 04:00’an de taxima Şehîd Rubar û Şehîd Rustem Cûdî wê li beramberî hev bilizin.