BEHDÎNAN – Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan, bal kişand ser berxwedana gerîla û helwesta ciwanên Bakurê Kurdistanê ya li hemberî şerê dagirkeriyê û got; “Divê xwendekarên zanîngehê ji xwe re nebêjin, ez xwendekarê zanîngehê me, ezê wisa azadiya xwe bi dest bixim. Jiyaneke wisa tune. Her roj axa me tê dagirkirin, her roj komkujî pêk tên, her roj şihadet tên jiyîn. Lewma divê bê zanîn ku; ‘Ne rast e ku ciwanekî kurd bêje ezê li hemberî êrîşeke wiha jiyana xwe bidomînim.”
Lêgerîn Artemetan bang li ciwanên Bakurê Kurdistanê kir û diyar kir ku divê her ciwanê Kurd di vê pêvajoyê de bikevin nava liv û tevgerê û bang li ciwanan kir ku tevlî nava refên gerîla bibin.
Bi temamî nirxandinên Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan ya derbarê pêvajoya heyî û rola ciwanên Bakurê Kurdistanê di navê de wiha ye;
“Di serî de ez di şexsê rêhevalên me yên ku li Zap, Avaşîn û Metînayê şehîd bûne de, tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Dîsa em tevahî hevalên ku di vê pêvajoyê de li Zap, Avaşîn û Metînayê, li dijî êrîşên dijmin bi rihê serkeftinê û îradeyeke bilind li berxwe didin silav dikin. Lê divê tu carî ev êrîşên li ser Kurdistanê êrîşên ji rêzê û asayî neyên dîtin. Ji ber ku armanca sereke ji van êrîşên tunekirina gelê Kurd û Kurdistanê ye. Bê guman ne tenê li Rojava, Şengal û Mexmûrê şer êrîş tên kirin, li her çar perçeyên Kurdistanê ji bo dawî anîna gelê Kurd şerek tê kirin. Tevgera me bi awayekî eşkere nirxandinên derbarê pêvajoyê de kiriye. Naskirina pêvajoyê ji bo me tevahiyan pir girînge. Bi taybetî divê şer, êrîşên faşîst û şerê taybet ê dewleta Tirk a dagirker li ser Bakurê Kurdistanê rast were fam kirin. Ji her aliyê ve ji çiyayên wê, ax û darên wê ve, her derê de êrîş li ser heye. Li ser gelê me qirkirinên siyasî, çandî û fîzîkî tê kirin, bi van rêbazan dixwazin êrîşên xwe zêde bikin. Divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê jî vê yek baş bibîne, divê bizanibe ku bi qirkirineke cidî ya fîzîkî re rû bi rû ye.
ZIHNIYETEKE KU JIYANA KURDEWARÎ TEHEMÛL NAKE HEYE
Dema ku em dibêjin şerê taybet, hertim têgihiştina me wisa ye; “Dibêjin dijmin hewl dide bi ferasetên cuda, bi riya tiryakê, bi riya bê exlaqkirinê û rêbazên cuda şerê xwe ya taybet bide meşandin,” lê niha gihîştiye asteke wisa ji bo ku gelê Kurd bi awayekî fîzîkî tune bike, êrîş dike. Sedema bingehîn a ku niha gelek heval di zindanan de şehîd dibin jî ev e. Niha jî hewl dide hevalên me yên ku nikarîbû îradeya wan teslîm bigire, wan qetil bike. Dîsa em bala xwe bidinê, li Stenbol, Kocaelî, Sakarya û li seranserê Tirkiyê li dijî Kurdan êrîşên pir dijwar hene. Li hember ciwanên karker êrîşên faşîstan ên giran hene, dîsa li dijî malbatan jî êrîş tên kirin. Divê were zanîn zihniyeteke ku jiyana kurdewarî tehamûl nake heye. Ji aliyê çandî ve, bi rêbazên asîmîlasyonê, bi armanca ku gelê Kurd bi tevahî bê manawiyet bike, êrîş tên kirin. Êrîşên ku niha jî tên kirin divê em dizanebûna wê de bin ku dixwazin me fîzîkî jî tune bikin.
DEWLETA TIRK A FAŞÎST HERTIM BI ZIHNIYETA XWE YA FAŞÎST CIVAKÊ BÊ EXLAQ BIKE
Em hemû pêvajoya dawî dişopînin. Bi tacîz û tecawizên li Botanê, yanî bi tecawizkarên bi unîformatîk, êrîşek ji bo tunekirina nirxên me yên exlaqî tê kirin. Bi taybetî bi riya mamoste, leşker û tecawizkarên xwe vê yekê di serî de li ser jinên ciwan bikin. Komkujiya dawî ya Firdevs Babat jî nîşaneya vê yekê ye. An tecawiz, kuştin an jî hewil dide wan bi awayekî bê exlaqî bi tevahî dejenere bike. Komara Tirk hertim bi zihniyeta xwe ya faşîst hewl daye vê bike.
DIXWAZIN CIWANAN LI GOR XWE AVA BIKIN
Ji bo ji holê rakirina ciwanên Kurd, polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê dide meşandin. Ji bo ku ciwanek nikaribe bifikre, ciwanek bê îrade ava bike, şerê xwe mezin dike, tam dixwaze ciwanekî li gorî xwe ava bike, ya ku ne li gor pergala wan be jî hesab jê tê xwastin. Niha jî bi rêbazên cuda yên şerê taybet hewl dide vê zêdetir pêk bîne. Li hemberî van êrîşan divê çi bê kirin? Divê ev yek bê pirsîn. Divê ev jî were zanîn ku cureyê şerê taybet ê ku di van demên dawî de tê meşandin li tu derê cîhanê nîne, kesên ku di bin êrîşên bi vî rengî de bin nîne. Êdî gihîştiye wê astê ku tehamûlî mirina Kurdekî jî nakin. Şehîd Egîd bi kargo ji malbata wî re şandin. Heman tişt ji bo şehîd Welat Çiya jî derbasdar e, di tûrekê de hestiyên wî dane bavê wî. Li hemberî dijminekî wiha em li benda exlaqê ne ?!. Di hemû şeran de exlaqê şer heye. Lê ev dijmineke wisa ye ku di şerên xwe de hemû pîvanên exlaqî winda kiriye, ji ber vê jî ji dijminekî wiha hêvîkirina edaletê xelet e, ji dijminekî bi vê rengî li benda hin tiştan mayîn şaş e. Zihniyeteke heya dawiyê ketî, zihniyeteke faşîst, zihniyeteke qirker e. Cihê ku hestiyên şehîd Welat Çiya radestî malbata wî hatî kirin, cihekî ku zihniyeta qikirinê di asta jor de ye, nîşan dide.
ROLA Û MÎSYONA CIWANAN ÇIYE, DIVÊ CIWAN ÇIBIKIN ?
Di vê wateyê de erk û mîsyona ciwanan di vê pêvajoyê de çi ye? Divê em çi bikin? Erk û berpirsyartiyeke pir mezin dikeve ser milên ciwanan. Ciwanên Bakurê Kurdistanê, her roj di bin destdirêjî, qikirin, komkujî û bê rûmetiyê de jiyan dikin, hema hema her roj li hember cenazeyê hevalên me yên zindanê de bê exlaqiyeke mezin tê kirin. Li hemberî vê divê ciwan bikevin nava liv û tevgerê. Divê ciwan bê deng nemînin. Helbet wê civak li hemberî vê yekê helwest nîşan bide. Lê hêza ku pêşengtiya vê bike ciwan in. Em ji bo ciwanên Bakurê Kurdistanê di vê çarçoveyê de difkirin. Divê ciwanên Bakur di wê zanebûnê de bin ku, li hember şerekî wiha bê exlaq û dijwar gerîla li Avaşîn, Zap û Metîna şerekî giran bi îradeyeke mezin didin meşandin. Li cihekî ku şert û mercên gelekî dijwar in, îradeyek wiha derdikeve holê. Wê demê çima li Bakur li hemberî van êrîşên faşîstan ciwan pêşengtiyê nakin? Ger em îro nekin, emê kengî bikin? Ger em li dijî zîhniyeteke wiha tevlî gerîla nebin, em ê kengî tevlî bibin? Belê, bi sedan ciwan tevlî dibin. Lê em di wê baweriyê de ne ku ev potansiyela ciwanan hîna mezintir bibe, bi taybet jî yên Bakurê Kurdistanê. Li hemberî şerekî bi vî rengî, êrîşeke wiha, ne pêkan e ku ciwanên Bakur tedbîrên xwe negirin. Dema DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir, ciwanên Bakur li pêş bûn, qebûl nekirin. Li dijî wê şer kirin. Li Nisêbîn, Sûr û Cizîrê, ciwanên Bakur li eniyên pêş li dijî zihniyeta faşîst, li dijî zihniyeta kolonyalîst şer kirin. Em dizanin ku ev ruhê ciwanên Bakur e. Bi vî rengî ciwanên Bakur li seranserê Kurdistanê tê nas kirin. Bi pêşengtiya ku dikirin, bi bersiva ku didan faşîzmê û çalakiyên xwe dihatin nas kirin û hîn jî wisa tên nas kirin. Ji vê yekê ne mumkîne ku ciwan li dijî van êrîşên bê exlaq û faşîst ne sekinin, di vê wateyê de pêwîste çalakiyên ciwanan mezin bibin û hîn zêdetir bên kirin.
DIVÊ CIWAN TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BIBIN
Wan hemû daristanên me şewitandin, wê demê divê em jî hemû kargehên wan bişewitînin. Li cihê ku faşîzm lê hebe, li wê derê divê teqez em bikevin nava tevgerê de. Li cihê ku zihniyeta dewletê lê heye, faşîzm lê heye divê em wê derê bişewitînin. Ji ber ku êdî ne pêvajoyeke ku divê were erê kirin, û em li bendê bimînin. Divê hemû ciwanên Bakur di vê wateyê de bikevin nava liv û tevgerê. Ger ciwan bêjin em nikarin çalakiyan bikin, dikarin tevlî refên gerîla bibin. Dikarin bi me re di heman rê de şer bikin, dikarin li heman çeperan şer bikin. Ji ber vê yekê teqez dikarin xebatên gerîlatiya bajaran bimeşînin. Dikarin her cihê bajaran bikin mewzî û şer bikin. Di vê wateyê de pêwîste li hemberî dijmin di nava berxwedanê de bin. Teqez pêwîst e nehêlin dijmin bikeve nav xaka Kurdistanê. Ji bo vê jî divê heya ku axa Kurdistanê di bin dagirkeriyê de be, em ji xwe re nebêjin ku em jiyan dikin.
Divê xwendekarekî zanîngehê nebêje ez dixwînim, dijîm, ez ê azadiya xwe bi dest bixim. Jiyaneke wisa tune. Her roj axa me tê dagirkirin, her roj komkujî pêk tên, her roj şehîdên me hene. Ji ber vê yekê ne rast e ku ciwanekî Kurd li hemberî êrîşeke bi vî rengî bêje em ê jiyana xwe bidomînin. Heman demê de ev jiyan ne jiyana me ye. Ji ber ku di nav jiyaneke îstîsmarkirî de, li Kurdistaneke dagirkerî, bi tevahî xeletîyek e û ne rast e, ku em bêjin em di cihên azad de jiyan dikin, cihên ku em tê de jiyan bikin nemaye. Wê demê divê em qadên azad ava bikin. Lewma divê hemû ciwanên Bakur beşdarî vî şerê rûmetê bibin. Ev şerê rûmetê ye. Ji ber vê yekê li hemberî ewqas qirkirinê jiyankirina weke berê, berdewamkirina jiyana berê, berdewamkirina jiyanê şaşiyek e. Ji bo vê jî divê hemû ciwan di vê pêvajoyê de bikevin nava liv û tevgerê, pêşengiyê bikin û ya herî girîng jî tevlî gerîla bibin. Ji ber ku ev şer li vir tê kirin. Pêwîste vî şerî weke hevrêyên me di çeperan de bimeşînin. Tenê bi vî awayî em dikarin dijmin têk bibin û vê serkeftinê bi dest bixin. Em ji vir ve bang li ciwanên Bakurê Kurdistanê dikin. Ger em di vî şerê bi rûmet de cihê xwe negirin, emê li kuderê û kengî bigirin? Di vê wateyê de em di wê baweriyê de ne ku ciwanên Bakurê Kurdistanê wê di vî şerî de cih bigirin, em di wê baweriyê de ne ku ciwanên Kurdistanê wê di vê pêvajoyê de rola pêşeng bilîzin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû ciwanan dikin. Werin Cenga Azadiyê..”
NC// Zerya Bagok