STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 17 meh in agahiyê jê nagirin, bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlê xwe re dîsa serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emekçî bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlên xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, di 2-22’yê gulanê de, di 12-18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Rêber Apo, yekemîn car karîbû di 27’ê nîsana 2020’an de mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Ji ber ku fikarên raya giştî yên derheqê Rêber Apo de zêde bibûn, di 25’ê adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan, dabû zanîn ku axaftina wan di nivî de hatiye qut kirin.