NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan...
Faîk Bucak welatparêz û radîqal bû, hat qetilkirin. Herdu Seîd‟an jî xwest çanda wî biparêzin. Kêmasiya wan a herî mezin çibû? Gelo karîn mîrateyê biparêzin? Na. Mîna we jî gotî, ya yekemîn, dê xwediyê wê komployê ceza kiriban. Ya duyemîn jî, dê rojane baş bikar baniyan. Niha hûnê bêjin; “Ma ew dem derfeta vê hebû bikin?” Ger ev hemû nebin, wê demê baştir bibin hedefa komployên hîn mezintirîn. Li cihekê, di tevahiya dîrokê de qanûnek hatî pêşxistin heye. Îsyanê çêdike, roja duyem jî dibe qurbanê komployekê. Ez ji vê re jî bêjim çarenûsa Kurde. Ji bo min ev çarenûs hatiye qetandin, ev mijarek cuda ye. Ger hemû rêbertiyên Kurd li ber xwe bidin, wê dîsa komploger ji nava van bên derxistin. Hûnê bêjin; “Ma ev komplo li ser we jî nehatin ferzkirin?” Min hinekê behsa ezmûnên xwe kir, ezê hîn zêdetir ji we re vebêjim. Xisletek min jî heye, di siyasetê de hinekê şiyarbûnek û hîsek mezin nêz dibim. Ezê niha vebêjim ku, min ev komplo çawa vale derxistine.
Pêwîste li ser pêwendiya APO-MÎT hinek daxuyaniyan bidim. Ev mijarek pir zirave. Ezê vê yek ji pirsê herî dawî re bihêlim. Lê ji bo valederxistinê tevdîrên wan tine ne. Heta ne di wê rewşê de ne bêhn bigirin. Ma dikare li dijî Albay çi bike? Helwestek pir mêrxasî raber dike. Bi wî re şer dike, ev karek wêreke. Ger ez bûma, min nedikarî du
gotinan bikim. Ango ji bo li hember wêrekiya wî rêzdar bim wisa dibêjim. Lê li gorî min rewş hinekê jî cuda ye. Min bi şêweyek cidî neyê girtin dest bi dijminatî kir. Ne pir kûranî, ne pir veşartî û destnîşankirî bû. Şêwaza min, şêwaza endamên partiyê, li çeperên ku pêwîste mirov li ber xwe nede şer neke. Dema li ber xwe jî da, dixwazî bêje bi tevdîrên bêhempa, an jî wexta li cihekê xwe feda dikim bi şêweya her rewşê hesab bikim li ber xwe didim û
gengaz be tevdîrên wê digirim. Ji bo wê bibînim, ji taktîkên rast dûr nemînim her tiştî datînim holê. Ev pir girînge.
Niha van di bin navê hestên biratiyê de dev ji şiyarbûna xwe berdan. Yek dibêje; “Biratî her tiştê mine.” Piştre heta mirinê diçe. Wexta evqasî dev ji şiyarbûn û tevdîran berdî, wê tu bibî berxê qurbanê. Weke min gotî, li vir heta niha dixwazin li ser gelek mijarên pir girîng bigirin. Em jî hewl didin ronî bikin. Komplo bi xwe, ji encamên wê girîngtire. Mîrateya PDK‟ê, piştî salên 1972‟an bi şêweyek pir xeternak bû hêza MÎT‟ê ya cîgir. Ev hêza cîgir, Kurdistan, bi temamî ji deriyê sosyalîstbûna welatparêzên şoreşger re girtiye. PDK‟ya Derwêşê Sado, di salên 1975‟an de bi şêweyek pir xeternak, di bin rûpoşa sosyalîstiyê de, bikaranîna têgeha emperyalîzma civakî re jî, di bin navê Bêş Parçaci‟yan de Heqî Qerer şehîd xistin. Bi vê jî xwe da dest ku rêxistinek çawa ye. Xwe ji vê rêyê
xwedî dikir. Digot; “Ezê nehêlim PKK ji Mêrdînê derbas bike.” Dîsa Omer Çetîner û koma wî ya ku mîrateya Seîd Kirmizitoprak dewr girtibûn, li Amedê bibûn dijminê me yên herî dijwar. Wan jî digot; “Emê nehêlin PKK gavekê ji Amedê wêdetir bavêje.” Ber bi salên 1975‟an ve, herdu rêxistinan jî deriyê Kurdistanê ji têkoşîna şoreşgerî
re girtin. Xwe welatparêzên şoreşger û sosyalîst didan nasîn. Îro neçarim navê wî bibîr bînim, Siraç Bîlgîn hebû. Ew jî di wê demê de rêveberê PDK‟ê bû. Di sala 1975‟an de li Enqereyê li mala wî mam. Siraç Bîlgîn digot; “Hûn, li Kurdistanê weke şûrê Demoklesinin. Bi navê sosyalîzmê ketina nava Kurdistanê îxanete. Ne îxanet, xeteriyek
mezine.” Omer Çetîner bi hemû hêza xwe ve dixwest me ji rêxistina şoreşgerî dûr bixe. Jixwe dîsa govanê zindî, Talabanî ye. Tevî di salên 1975‟an de her cure pişgiriya bi hezaran çek û heyberî kir, kesek wisa ye bi hezaran çek firot, traktor kirî û axatî kiriye. Kesê ku herî zêde li ser mîrateya Dr. Şivan Rastgirî û radestbûn ferz kirî û jiya ye.
Hûn dibînin, di salên 1975‟an de, ev mîrateya bi xwîna rêberên rasteqîn hatî pêşxistin, anîne rewşek ku armanc û jiyana van rêberan hedef bigirin. Jixwe piştî salên 1975‟an tê zanîn. Hinek endamên PDK‟yî parçe dibin, dixwestin hemû Kurdistanê veguherînin aloziyê, li dijî tevgera PKK‟ê ya her ku diçû bilind dibe, weke du amûrên herî xeternak şer dikin. Pir baş tê bîra min, tevî vê nîqaşên me çêdibûn. Digotin; “Werin tevlî PDK‟a me bibin. Ger hûn tevlî nebin, hûn xeteriya herî mezinin.” Hêj di bîra min de ye, yekê digot; “Em sosyalîstin, sosyalîzma we pir xeternake.” Yekê jî digot; “Em netewperestin, welatparêziya we pir xeternake.” Bi vî rengî em di salên 1975‟an de weke xeterî hatin destnîşankirin. Di vê têkoşînê de gelek şehîdên me jî çêbûn. Rêxistina KUK a wan ava kirî, bi sedan welatparêz qetil kirin. Ya herî girîng jî, hewl dan em nekarin Mêrdîn û Amedê derbas bikin. Tevdîr girtin ku em nekarin xwe bigihînin vê girseya mezin û girîng. Ev tevdîr jî, tevdîrên MÎT‟ê bûn. Ya rastî me di nivîsên xwe yên salên 1980‟î de darbe li wan da, rûpoşên wan li erdê da, teşîr û tecrîd kirin. Lê bi rastî jî du tevgerên Kurd ên herî
xeternak, jirêderketî û amûrên valekirina cewhera şoreşgerî bûn. Ev jî bê nîqaş pêşberî me ne. Ne tenê bîranîna xwediyên mîrateya şoreşgerî vale derxistin, îxanet kirin, ew dan jibîrkirin. Ne tenê ser wan girtin, li hember pêşketinên şoreşgerî yên pir cidî jî, pir dijwar taktîkên şerê taybet jî bikar tînin. Hinekê behsa vê jî bikim. Beriya dijmin derbikeve pêşberî me, hewcedariyên taktîka Kurd bi Kurd dana kuştinê li dijî me bikar tînin. Kî Kurd bi Kurd dide kuştin? Di Şerê Başûr ê dawî de, ev dîrokek nêze beriya wê jî heye, di sala 1980‟î de li qada Rizgariya Ereban di bin navê KUK û Pêşeng de çawa êrîşî me kirin. Yek mîrateya Dr. Şivan bû, ya din jî mîrateya Elçî bû. Ji bo em nekarin gavê dervî Qamişlo bavêjin, her tiştê ji destê wan hatî kirin. Çend komên me yên derbas bûyîn, di Çemê Hêzil de qetil kirin.
Dîsa pêwendiya wan bi MÎT‟ê re hebû. Ger Şoreşa Îranê nebûya, yek kes ji herêma Lolanê sax dernediket. Lewra ji salên 1985‟an ve em neçar man şerek dijwar bimeşînin. Li Başûr me bi dehan şehîd dan. Bes wê demê ev li Başûrê Kurdistanê lewaz bûn. Lewra ne di wê astê de bûn ku, me tasfiye bikin. Me dîsa jî xebatên xwe li Botan û Behdînanê berdewam kirin. Di Şerê Kendavê de, piştî rejîma Iraqê hêzên xwe vekişandin, sala 1990‟î cardin êrîşî me kirin. Xêra Hêzên Peywira Hevgirtî xwe kom kirin û gav bi gav êrîşî me kirin. Cardin ji bo Botanê dervî şoreşê bihêlin, hemû endamên PDK‟yî yên girêdayî xwe li gundan kirin cerdevan û li bajaran jî kirin Hizbulah. Bermahiyên PKK‟ê jî weke PKK-Vejîn birêxistin kirin. Misoger serkêşê cerdevanên li çiyan jî PDK ye. Yên di nava Vejîn‟ê de jî bi esil û feslên xwe ve ji PDK‟ê ne. Hemû jî xêra pişgiriya dewletê, bi karê kuştina sedan welatparêzan ve mijûl dibin. Min hinekê hewl da vê ronî bikim. Vaye tê dîtin, ger em dîrokê baş nezanin, bersiva hewce dike nedin bîranîna şoreşgeran, dê têkoşîna ku em bi temenekê dimeşînin jî, xizmetê ji dijmin re bike. Min li ser vî bingehî hewl da, mîrateya PDK‟ê erênî binirxînim. Gelek qonaxên wê yên girîng ronî dikim. Vê xalê dubare dikim: Derketinên salên 1965‟an rast û di cîh de ne. Lê bi komployê re rûbirû hatiye. Salên 1965‟an di heman demê de bi serkeftinek beramber ve, nexasim her ku pêşve çû bi rêxistinbûnek baş ve, yan jî bi taktîkên PKK‟ê ji salên 1975‟an ve pêşxistîn têkoşîn bimeşandan, jixwe hewce nedibû PKK derbikeve. Lê belê ji ber lewaziya zemînên objektif, di planên sûbjektîf de jî xwe nesipartina hişmendî û rêxistinbûnê diyar dike ku, dê zêde pêş nekeve. Ji destpêkê
ve pêwendiyên tevgera Başûr raçavkirin, dibe sedem ku komplo serkeftî bi encam bibe. Ji ber şopdarên wan jî li dijî komplo têkoşînek sazûmanî pêş naxin, dibe sedem bikevin nav heman xefkê. Di vê manê de dikariya salên 1975‟an rê ji pêşketinên pir girîng re veke. Pêngava têkoşîna çekdarî ya destnîşan kirîn rast bû. Li ber çavan xwe sipartina Başûr jî ne şaşe. Lê hewce dikir amadekariyên vê serbixwe bihatan kirin û nexasim pir eşkere ye ku pêwîst bû tevdîrên xwe baş girtiban. Xwe sipartina tevgera Başûr, tam mînakek xefletê ye. Pêşbîniya bûyerên ku rû bidin nîne. Nikarin tevdîran bigirin. Heta tînin rewşek wisa ku wan bi destê hev bidin kuştin. Ev rewş, hema hema di wê demê de, ji bo beşên din jî derbasdare. Her çendî sînordar jî be, haya min ji van ezmûnan hebû. Lewma bi tevdîr bûm. Hêj di salên 1970‟î de ji hêla bîrdozî û polîtîk ve bi tevgera Barzanî re di bin heman sêwana rêxistinê de jiyîn, hêj destpêkê ve min dît ku emê pevçûnê bijîn. Tevî pêwendiyên me hebûn, dem bi dem ji hewldanên rêxistina hevbeş re derî jî vekirî hatin hiştin, gihiştim wê qeneatê ku rêxistina komek cuda hewce ye. Min yeqîn dikir ku, ceribandina avakirina komek cuda, bûna xwedî helwesta herî raste. Lê min nedizaniya ku ev wisa li ser vî bingehî berfireh û xurt li Kurdistanê bibandorin. Şoreşgerên ku ji vê mîrateyê jî hebûn. Pêwîste navê wan jî bibîr bînim. Muhterem Bîçîmlî jî camêrek militan bû, mêrxas bû, ji wê çandê bû. Li gorî min mirovek ku haya wî ji rastiyan heyî jî ew bû û pişgiriyek mezin dida derketina PKK‟ê. Yek ji dostê herî zêde Kemal Pîr jî jê hez dikir ew bû. Ew jî di bin navê qezaya maşînê de bi komployê hat kuştin, ew jî şehîdeke. Pêwîste em wî jî weke nixek çanda şoreşgerî bibîr bînin. Necmettîn Bûyûkkaya jî, her çendî ne li gorî dihat xwestin jî be, tam îxanet li çanda Dr. Şivan nekiribû, kêm-zêde hewl dida li hember wê çandê rêzdar be. Lê belê di wextê de helwestek weke hêza avakirina şêweya rêxistinbûnek serbixwe raber nekir. Her tim girêdayî Başûr ma. Ne Barzanî jî be, bandora Talabanî bikar anî. Wexta dibêjim bikar anî, belê rewşa bikaranînê ne li ser bingeha niyeta xirab jî be, ji ber di wextê de rêxistin ava nekir, tenê mayîna xwe jî berçav girt, her çendî bi lehengî li ber xwe dabe jî, bi hatina girtin re, nekarî tasfiyebûna xwe asteng bike. Ew jî şehîdek şoreşgere. Bi PKK‟ê re dostanî pêş xist. Tevî provakatorê Şener radest dibe, ew radest nabe. Ji ber radestbûna Şener dibîne û di derbarê dijmin de xwedî gelek zanyarî ye, tê şehîdkirin. Necmettîn Bûyûkkaya jî şehîdê me ye. Ji vê çandê hatiye. Li gel vê bîranîna welatparêzên şoreşger ên nayên hejmartin heye. Em li pêş hemûyan bejna xwe ditewînin. Jixwe dema em hewl didin PKK ji mîrateya şoreşgerî ya rast sûd werbigire, em van tevan berçav digirin. Her wiha em yeqîn dikin dê rojekê teqez, ev mîrateya dîrokî, cihê xwe yê hêja bibîne. Îro jî ya pêk tê eve. Dibêjin zû-dereng wê dîrok cihê xwe bibîne. Lê PKK di vê mijarê de bi şêweyek bêhempa zanî ku mafê Sezar bide Sezar. Nepejirand ku bîranîna welatparêzên şoreşger bibe xwelî û ser bê girtin. Li ber xwe da, derxist holê û kir malê dîroka şoreşgerî.