NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…….
Em bi şansekî ji yê sala 1992‟an mezintir dikevin vê pêvajoyê. YNK û PDK‟ê li dijberî me hevgirtibûn. Dîsa piştevaniya DYE‟yê ji Tirkiyê re tam bû. Piştevaniya NATO jî wisa bû. Dibe ku ev piştevanî niha ne mîna berê bin. Bihevrebûnên Başûr hatine derbaskirin. Ev, rewşên nû yên em dikarin baş binirxînin rave dikin. Her weha hêzên
welatparêz yên Başûr dixwazin bi me re têkiliyên germ pêş bixin. Di nav lêgerîna pêşxistina îtîfaqê de ne. Bêguman emê vê binirxînin. Di encam de ev pîlana ku wisa dixwazin li hemberî me pêş bixin emê hîn
di dema gavavêtina yekem de, di binxistinê de çalak tevbigerin. Em dê dem û zemîn pir baş bikar bînin. Emê tenê vala derxistina vê pîlanê bes nebînin, Başûr bikin zemînê pêşketineke pir baş. Ji ber sedema mercên xwe yên guncav emê Başûr bikin qada pêşketinên şoreşgerî tê de tê jiyîn. Armanca me di nav hevgirtina Iraqê de ber bi çareseriyekê ve çûyîn û li ser bingeha Kurdistaneke azad û demokratîk rê li hevgirtinekê vekirine.
Dîsa armanca me Başûr wek qadek piştevaniyê dide nokeran û şerê taybet ê Komara Tirkiyê, berovajî wek qadeke serkeftî li dijberî vê derdikeve, eniyek saxlem ya berxwedaniyê û gihandina asta binkeyên baregeha paşe. Gelê Başûr, wê wek miletê ku şoreş xwe dispêriyê rista xwe bilîze. Helwestên ku ji vê re astengiyê ava dike, rêxistin û rêberê wê kî be, wê ew bê derbaskirin. Ger bihevrebûnek tê xwestin, welatparêziya wî gelî, wê li ser bingehekî ji berjewendiyê dijmin re nabe amûr û vîna dijmin radiwestîne be. Rêbertiya PDK‟ê û Barzanî yan wê vê çarçoveyê qebûl bikin, yan jî derbaskirinê bigirine berçavê xwe. Yan wê tevlî berjewendiyên giştî yên tevgera welatparêz, demokratîk bibin û pêwendiyên xwe bi dijmin re sînordar bikin yan jî ji holê bên rakirin. Ango wê di encamê vî şerî de tişta bê serê wan qebûl bikin û bi çarenûsa xwe qayil bibin. Nêzîkatiya me wisa ye.
Ev, tenê ne ji bo şerê li Başûr derbasdare, şerekî hemû Kurdistanê eleqeder dike. Hêza li pişta wê, ne hêzên Başûr yan jî yê Iraqê ye, Tirkiye ye. Li pişta vê gelek kesên xwediyê berjewendiyan hene ku ne diyarin kîne-çine. Ev, lîstokek li hemberî tevahiya Kurdistanê tê lîstine. Lewra ti kes nikare bêje; “PKK çima têkil Başûr dibe.” Ya rast
em têkil Başûr nabin, em alîkarî ji berjewendiyê gelê welatparêz û demokrat ên li Başûr re dikin. Em hêza piştevaniyê ne; em hêza şer a vala derxistina pîlanê li dijberî me ne. Şêrê li vir heta dawî rewa û
şerekî bivê-nevê ye.
Wê encam ber bi pêşketineke çawa ve bibe? Li vir jî ya ku diyarkere ya rast hêza me ya cewherî, ji aliyê taktîkî ve baş nirxandine. Ger wek di şerê Başûr de taktîkên şoreşgerî neyên tengkirin, ferasetên parastina rast yan jî yên întîharwarî yê sekterîzma çep bibandor nebin, em pêşketina xwe ya taktîkî bi pîlan, pergal bidomînin, teqez emê
serkeftî ji vê pêvajoyê derkevin. Nerimbûna taktîka PKK‟ê, bersivê dide her cure pêşketinên erênî û neyênî, dê ev bersivê hîn mezintir bike. Em rewşek wisa pir xirab nabînin. Bêguman ger hinek me di nav tengbûnên xwe de ber bi fetisînê ve nebin, berovajî van quralên şer nekevin û xwe radest nekin; wê nêzîkatiyek bibiryar, berxwedêr û giranî dide rêbazê gêrîla encam bigire. Hem jî wê encamekî mezin bigire. Ya herî girîng jî dema ku encam girt, wê rê li ber pêşketinên pir cidî û mezin veke. Naveroka dewleta federa ya Kurd biguhere û emê bikaribin pêngavek şoreşgerî pê bidin qezenckirin. Ev jî, tê wateya pir baş henase girtina gel. Wê ev rê li pêşiya vê pêkhateya federa ya serbixwe, azad û bi vîna xwe pêş dikeve û dibe saziyek bihêzbûyî veke. Di vê wateyê de dikare tevkariya xwe ji hemû Kurdistanê re bike. Emê pêşketina li ser vî bingehî tengav bikin. Ev, di heman demê de ji bo Kurdistanê weke ku însiyatîfek berfirehe, wê ber bi asta navnetewî ve jî bibe. Ber bi nirxandinek hêzeke serbixwe ve bibe û rê ji pêşketinek dîplomasiya mezin re veke. Li ser Tirkiyê bandoreke giran bike.
Bi vala derxistina polîtîkayên îmhakirinê ku li ser Kurdistanê ferz dike sînordar namîne, wê rê li ber bihêzbûna pîlanê me yê şerê şoreşgerî jî veke. Jixwe gelê Bakur yê ku hatiye Başûr jî heye. Bakur hîn ji niha ve bi gelê Başûr re bûye yek. Pêwîste bi şeweyekê gelê herdu parçeyan hevbigirin. Di sala 1990‟î de gelê Başûr bi yê Bakur re hev naskirin, niha jî rewşa gelê Bakur bi gelê Başûr re bûyîna yek derdikeve holê. Wê encamên vê yên nav-netewî jî hebin. Rê ji piştevaniya Netewên Yekbûyî re vekirin jî mijara gotinê ye. Wê ev hevsengiya Tirkiyê ya li herêmê, statukoyê bi qasî dikarin tengav bikin. Bêguman emê van hemûyan bigirin dest. Ya herî girîng jî, emê xebatên xwe yên leşkerî zêde bikin. Em dê qada siyasî û dîplomatîk jî tengav bikin. Wer tê fêmkirin ku ev, şansê pîlanê şoreşgerî jî zêde dike. Ango pîlanê şoreşa dijber, dikare pîlanê şoreşgerî xwedî bike, veguhere pîlanekî şoreşgerî. Em xwe ber bi xeyalan ve naxin. Ya herî girîng jî em li benda pêşketinên xweber namînin. Pêşketin, bi nenûkan tên kolan û divê mirov derxîne holê. Ev pêşketin, bi hişyariyeke baş, bi serdeçûneke xedar pêşketinên ku divê mirov derxîne holê ne. Xulase, wê gavek taktîkî ya pir cidî be û encamê wê jî dikare pir bi bandor derkevin holê. Bi taybet encamên siyasî hem di herêmê de, hem jî di qada nav-netewî de wê pir kûr bin.
Ev jî tê wateya ketina nav pêvajoyek nû. Wê ev, rê li ber raveya rêxistinî ya Kurdistan xwe di qada nav-netewî de dide qebûlkirin, statuya xwe ferz dike, rê ji dîplomasiyê re vedike, heta dibe ku ber bi rewşa statuyek nêzîkî dewletê dide qebûlkirin ve jî biçe. Kongra Netewî ya Kurdisyanê yan jî nûnerê wê, nûnerên wê hem yên derve hem hundur hîn zêde di xizmeta vîna şoreşê de yan jî ya ku wê digire dîqatê, êdî şêwazên ferdî û eşîretê tengav dike, hemdem, bihevrebûna saziyên netewî qebûl dike û quralên wê liberçav digire wê rê li ber ketina nav pêvajoyek wisa veke. Wê her rêxistinê li şûna esas wergirtina berjewendiyên xwe yên xweperest, ber bi esas wergirtina nûnertiya netewî û girêdana bi wê ve bibe. Ev jî, wê bibe pêvajoya pêşketineke nû. PKK pêşengtiya vê dike. Derfetên vê yên pir girîng derdikevin holê. Rêbertiya polîtîk û bîrdozî ya despêka partiya me, niha bi rêbertiya pratîkî temam dibe. Ev, bi xwe di qada netewî û navnetewî de bi rewakirinê îspat dike. Bêguman ev tev di asta pêşnûmeya şoreşgerî, pîlan û perspektîf de tên bidestgirtin. Lê belê amadekariyên ku me kirine, rewşa çepergirtina hêzên me yên heyî, pir baş dide nîşandan ku ev tenê ji pêşnûmeyekê pêk nayê, rojane dikarin bên pratîzekirin jî nîşan dide. Di vê mijarê de êdî em bi erka pêşengtiyek pratîkî re rûbirû ne. Pêwîste em hîn kamil û berpirsyar nêzîk bibin.
Hemû encamên wê pêşwext bibînin û li gorî wê wate bidin rojê. Di serî de jî eniya gêrîla di her eniyê de, li Bakur û Başûr şerê çekdarî pêş bixin. Dîsa bihevrebûnên siyasî li Bakur û Başûr bihevrebûnên eniyê pêş bixin. Vê ber bi qada dîplomasiyê ve jî veguhezînin. Lê bi rastî jî bi şêwazê hunera polîtîk ku divê em pêşwazî bikin û erkên bi vî rengî re rûbirû ne. Nikare bêgotin ku tiştek nehatiye kirin. Xebatên dihatin meşandin hebûn. Ev xebat gihandina asta bisazîbûnê, perwerdekirî, saxlemtir û asta nûnertiya kolektîf pir girînge. Kolektîvîzma di her astê de emê bi hêzên din re pêş bixin û hevgirtin pir girînge. Pêşketina me ya bîrdozî, polîtîk û taktîkî dikare ji van hemûyan re bersiv bide û di Kurdistanê de ji van karan re pêşengtî kirinê de hem dikare bi îdîa be, hem jî dikare biderfet bike. Em bawer dikin û bi sipartina tiştên me kirine ve dibêjin; emê di dema pêvajoya taktîkî ya nû de yên ser bikeve emin. Ji bo qezenckirinê emê aliyê nebes ên ezmûnên xwe derbas bikin, aliyên erênî bixedarî bisepînin û teqez bê binkeftin bikin. Emê pêşketinên ku gelê me û hemû hêzên welatparêz bi bêrîkirin li bendê ne derxînin holê.
Bersiva herî mezin a şoreşgerî ji vê pîlana dijmin a bendefiêl û ketî re bê dayîn eve. Berpirsyariya mezin û taktîkê divê teqez ser bixe eve. Divê êdî ji derve û hundur ti astengî me ji sepandina vî taktîkî dûr nexe. Çi tişta ku astengî ava dike heye, divê bi şêwazekî rast û bibandor bi serde çûyîn çêbibe, bê derbaskirin û di encam de serkeftin
bê bidestxistin. Partiya me ya bi bêrîkirinek mezin hewl dide xwe bigihîne vê qonaxê, dibe ku cara yekem bi vîna xwe ya azad, pêşketina ku gelê me li ser esasê sipartina hêza xwe ya cewherî li bendê ye, dîsa îdîa dike û heta dawî mafdare pêşketinek teqez divê bê bidestxistin bijî. Em nikarin çavê xwe ji rewşa nenirxandina derfet û firsendan re bigirin. Ji xweber, bi nêzîkatiyên parêzvaniya rastgir, yan jî sekterîzma çepgir de em nikarin teysînek neyênî ji aliyê ti kesî ve qebûl bikin. Di demek wisa de her kes dikare kar bike. Li hemberî tevgera dijmin bi taybet ferz dike, dixwaze bi komkujiyan bi encam bike tevgera tasfiyê, di her astî de bi destxistina hêzeke wisa mezin, em dê tenê bendewariyên dijmin vala dernexînin.
Em di zanabûna pêşketinên ku wê dawî li polîtîka û hemû arasteyên dijmin ên dij bi pêşketinên civakî û netewî ne, sepanên dij mirovahiyê li ser Kurdistanê ye bîne de ne. Ya rast tenê ne ji aliyê taktîkî ve, ji aliyê stratejîk ve jî em rûbirûyî pêşketinek wisa ne û di zanabûna vê de ne. Perspektîfên pêşketinên yên ku van nirxandinan derxistine holê û ya herî girîng jî em bi hewldanên xwe yên xedar berê xwe bidin pratîkê, em dê ser bixin. Dîsa, di pêvajoyek wisa de ji her demê zêdetir bi vîna xwe ya zana ev derfetên ku me bi vîna xwe derxistine holê, hem jî ji aliyê hinek pêşketinên herêmî ve tên lezkirin em dê baş bibînin. Ev dema pêşketinê ya ku tê hêvîkirin, daxwazkirin û heta dawî pîlankirin ger bi vê nêzîkatiyê bêpêşwazîkirin, wê pêvajoyek ku bi rastî jî bi vîna azad û gel ji bo qezenckirinê hewl dayî, piştevaniya wê kirî û dê pêşketina vê pêvajoyê ya serkeftî derkeve holê. Ev dem bi vî rengî qezenckirin, teqez wê bi derbaskirina barên giran û zehmet pêk bê. Dê gelek şehîdên xwe çêbibe. Lê bi rastî jî welat û miletekî statuya xwe wisa ger dixwaze bijî, dîsa ger partiyek xwedî vê îdîayê dixwaze pêşengtiyek saxlem bike, pêwîste van zehmetiyan tevê pêşwext berçav bigire û bi qasî zehmetiyan bikare firsend û derfeta jî baş binirxîne. Bi her tiştê xwe ve divê tevbigere û bêje; “Yan emê ser bixin, yan serbixin” û bi vî rengî şer bike, bimeşe û teqez qezenc bike.