NAVENDA NÛÇEYAN – Şehîd Hebûn li herêma Omeryan a Mêrdînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ji derdora wî û malbata wî tevlîbûna nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û şehadeta wan hebû, bû sedem ku hevrê Hebûn bi hişmendiyeke welatparêzî mezin bibe. Şehîd Hebûn ku têkoşîna hebûn û azadiya gelê Kurdistanê nas kir û şopand, bi vê hişmendiyê mezin bû, her tim li hemberî êşên gelê xwe hesas bûye. Pergala kapîtalîst a modernîteyê ku cudahiya çînan û newekheviya di nava civakê de kiriye, di şehîd Hebûn de bûye sedema pêşketina nakokî û lêgerînan. Vê rastiyê derxistiye holê ku li ser bingeha van lêgerînan jiyanek azad, wekhev û mirovahî dikare were afirandin.
Nasnav: Hebûn Dîrok
Nav paşnav: Ahmet Akin
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Halîse-Hidir
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2022 / Zap
Di salên 2015-2016’an de êrîşên qirkirina fizîkî, êşkence û pêkanînên dijmirovahî yên li dijî gelê Kurd bi taybetî li Bakurê Kurdistanê şehîd Hebûn ber bi têkoşînê ve bir. Li ser hîsên xwe yên welatparêzî û rastiya dijmin a ku dîtiye tevlî têkoşînê bû. Dît ku tenê bi gotinekê ne pêkan e dijmin raweste û azadî bi dest bixe û di sala 2016’an de tevlî nava refên gerîla bû. Li Garê perwerdeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê dît û tevlî pratîkê bû. Di nava du salan de gelek tecrûbeyên jiyana gerîla bi dest xist û li hemberî êrîşên dijmin fêrî parastina xwe bû. Ji bo ji dewleta Tirk a qirker û mêtînger hezabê zilm û êrîşên li ser gelê Kurd bipirse derbasî Zapê bû.
Şehîd Hebûn bê dudilî li qada Zapê bi awayekî aktîf beşdarî pratîkê bû. Kesayetiya wî ya sosyalîst a xebatkar, dilpakiya wî, nêzîkatiya dostane û moralê wî yê bilind wek taybetmendiyên wî yên li pêş bû. Şehîd Hebûn ku her tim girîngiyê dide azadî û wekheviyê û ji bo vê yekê di nava têkoşînê de cih digire, van pîvanan kiriye bingeha jiyana xwe. Ji tîmên bi tevger heta tunelan li Zagrosê bi hezkirineke mezin her erk û berpirsyariya xwe bi cih anî. Di felsefeya Apoyî de xwendin û kûrbûn esas girtiye û hewl da ku fezîletên îdeolojiya Apoyî di kesayeta xwe de bi cih bike. Di heman demê de di hunera leşkerî de jî xwe pêş xistiye û bi kesayetiya xwe ya disîplîn û zekayê xwe yê jêhatî astek bilind bi dest xist. Şehîd Hebûn ku tevlîbûneke bi îstîkrar nîşan da, berpirsyariya şoreşgerî girt ser xwe û bû fermandar. Ew bi zanistiya ku çi qas xwe pêş bixe dikare hevrêyên xwe jî pêş de bibe tevgeriyaye û li ser vê esasê îdîaya fermandarek serkeftî, kir hedefa xwe. Şehîd Hebûn bi fermandarî û hevrêtiya xwe yê bi mînak, bûye hevrêyên hevalên xwe û hezkirina tevahî hevrêyên xwe bi dest xist.
Şehîd Hebûn yek ji fermandarên leheng ku berxwedana gerîla ya destan pêş xist û nehişt ku dewleta Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Bê dudilî ev barê giran û dîrokî hilgirt ser milê xwe û tevî teknîka şer a dijmin û şert û mercên şer ên nehevseng, her tim îdîaya xwe ya serkeftinê domand. Bi baweriyeke mezin, îradeya bê hempa û hewldaneke xurt di tûnelên şer ên Girê Cehenemê ya Qada Berxwedanê de berxwedaneke bilind a şer nîşan da. Gerîlaya Azadiya Kurdistanê tevî derfetên gelekî kêm û şert û mercên dijwar, bi berxwedana xwe ya destanî artêşa Tirk a dagirker bi mehane rawestandiye û xistiye nava xitimandineke mezin. Şehîd Hebûn ku yek ji pêşengên vê berxwedanê bû û bi cesareta xwe ji hevrêyên xwe re fermandarî kiriye, di çerçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de weke yek ji fermandarên leheng di encama êrîşa bi çekên kîmyewî de şehîd bû.