NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir di 27,28 û 29’ê Îlonê de li Stenbol û Kocaeliyê hin çalakî kirine.
Înisîyatîfê diyar kir di 7’ê Îlonê de li navçeya Derînce ya Kocaeliyê 4 wesayît û marketeke ciwanên MHP’yî şewitandine.
Înîsiyatîfê got “Hêzên me di 28’ê Îlonê de li navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê me li wesayît û kargehên gardiyanên faşîst ên AKP’yî dan. Di van çalakiyan de 3 wesayîtên luks û 2 dikanên nalbûriyeyê hatin şewitandin.
Di 29’ê Îlonê de li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê fabrîkeyeke çar kat a quşxaneyan a faşîstên AKP’yî bi teknîkeke taybet hate şewitandin. Fabrîke kete halê ku êdî neyê bikaranîn.”