NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan……
Emê civîna xwe, di derbarê mijarên weke şerê gelêrî yê li Başûrê Kurdistanê, pirsgirêka desthilatî û pêngavên vê yên pratîkî de pêk bînin. Hevalên hatîn, di pêvajoyek kin de, ji gelek aliyan ve rastiya PKK‟ê dîtin û nas kirin. Çi di şer de, çi jî di xebatê de xisletên ku serkeftinê saz dikin, dîsa jiyana şoreşgerî, uslûbê şoreşgerî dîtin û nas kirin. Ger heval bi xwe û gel bawer bikin, dikarin bi alîkariya me jî gavên mezin bavêjin, li Başûr jî pêngavek şoreşgerî ya nû bidin destpêkirin. Ji partiyê û me alîkariyê dixwazin. Em hezar carî ji vê re amade ne. Lê belê hevalên me, tirsa me ya ji bo hemû hevalan, carek din xwe xapandine, nezanin bibin xwedî gavên bihêz û di cîh de ne.
Niha tirsa ku ji hêla hevalan ve dijîm eve. Bi mehan jî bimînin, amade me ku xizmetê bikim. Bes li gorî min mirovek aqilmend, dikare di yek rojê de, heta di yek civînê de xwe bigihîne encamên jiyanî. Girêdayî ezmûnên xwe yên demdirêj dikarim bêjim ku; pêwîste beriya her tiştî mirov bêje; “Ezê vî karî bimeşînim, ev karê mine, rihê min tiştek ji bilî vê xebatê napejirîne, ji bilî serkeftinê tiştek din napejirînim.” Ger xwe jî wisa dibîne, di derbarê xwe de jî digihe van nêrînan, mirov dikare di mijarên din de alîkar be. Dikare kevirekê jî ji xwe re alîkar hilbijêre, dijmin û xayînan jî ji xwe re bike alîkar. Ezmûnên min ên kesî, rastiyek din jî selmandiye. Min xebat û şerê xwe bi dijmin re xurt kir. Vê pir baş bizanin ku; gelê Kurd razayî û mirî bû. Negengaz bû, hevalên min jî gavên xurt bavêjin. Lewra min giranî da dijmin, min bi dijmin re serkeftin saz kir û taktîk hilberand. Xisletek Rêbertiyê ya din ku pir mezine, gelê wî pir ketî û hevalên wî pir lewaz jî bin, dizane kar bi dijmin re bimeşîne. Xebatên kesî û rola dîrokî dibû sedem ku barê xwe giran bikim û xwe jî xurt bikim.
Di destpêka hemû gavên xwe de, bi tenê bûm. Dema me li Enqereyê dest bi xebata komek biçûk jî kirî, bi tenê bûm. Me ji koma niha hevalan ava kirî sed qatî komek biçûktir ve dest bi xebatê kir. Hem bi tena xwe, hem jî bê derfet û bê gel. Niha ji bo van hevalan tişta herî girîng, pirsgirêka bi xwe bawerkirinê ye ku dibêjin; “Ezê vê gavê bavêjim.” Divê bikarin bêjin; “Ezê li Kurdistanê, di nava vî gelî de vê gava serkeftî bavêjim.” Ger wisa be, dê ji bo vê yek kes jî bes be. Wexta we dît komîteyek nake, bila kesek bêje; “Ezê bikim.” Wê demê dikare sed carî komîteyan ava bike. Te dît komite nake, hemû xebatên wê jî bigire ser xwe û bike! Te dît her kesê li derdora te diraze, wê demê xwe şiyar bihêle! Te dît hemû hevalên te şaşiyê dijîn, tu heta dawî rastiyê pêk bîne! Başûrê Kurdistanê ji çil salan zêdetire di nava pêngava şoreşgerî de ye, niha jî dixwazin bixeniqînin û bixin û mirina wê pêk tînin. Pir
heyfe û xirabiya herî mezine. Ger hûn bêjin ev bi destê kî çêdibin û kî berpirsê vê ye, ezê bêjim hûn hemû berpirsin. Mirovên xirab li her derî hene, dijmin jî li her derî heye. Miqabilî vê, hewce dike yên li dijî dijmin jî bi şêweyek pir xurt rabin ser piyan. Pêwîste misoger berpirsyarî li derve neyê gerîn û nevêjin ser derve. Ji bo heval sûd werbigirin, ezê li ser ezmûnên xwe rawestim. Min her tim xwest bi mirovên durist re kar bikim, xwest alîkariya wan bikim û min xwest alîkariya gelek partiyan bikim. Lê min dît nabe, her çendî alîkar jî bî, negengaze ku gavekê bavêjin, lewra min giranî dan xebatên xwe.
Min bi salan bi sebrek mezin, baldariyek mezin, hesasiyetek mezin û uslûbek encamgir xebatên xwe bi tena xwe meşandin. Hûn dibêjin ev jiyan negengaze. Ger ev jiyan negengaze, rizgarî jî gengaz nabe! Ger hûn jiyanek şoreşgerî bi xwe re serwer nekin, negengaze hûn behsa rizgarî û nexasim azadiyê bikin. Dema we di kesayeta xwe de mirin pejirand, ketin û binkeftin pejirand, hûn tine dibin. Wê wextê tiştekê nexwazin, nexasim jiyanê qet nexwazin. Ji bilî vê, divê hevalên ku bi zehmetiyên mezin, mirin berçav girtin hatine vir, gelek rastiyan li vir bigirin. Bêku çend rastiyan bigirin çûna we ya welat, beşdarî nava gel bûyîn, rewşek bi êşe û zora mirov diçe. Mirov dibêje gelo van hevalan çima ser nexist? Ne tenê hevalên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine, ji hemû hevalên ku li Başûr kar dikin jî nerazî me. Kesayeta di jiyanê de ketî û winda kirî rave dikin. Nizanin rista lehengiyê bilîzin. Zêde bi jiyana ketî ve mijûl dibin û tawîzan didin. Nikarin ji pirsgirêkan re bibin hêza çareseriyê. Lewra nikarin mezin bibin, gelê me yê ji Başûr, partiyên li wê derê, xebatên me û şerê me nagihe serkeftinê. Weke Rêberê xwe, hûn ji min rastiyan dixwazin. Ez jî çend rojin dihizirim ku, dikarim çi bidim van hevalan û çawa alîkar bim. Alîkariya heyberî, cureya alîkariya qet ne zehmete, dikare bê kirin. Alîkariya herî mezin, avakirina mirovê ku li her tiştî digere, kes nikare
rawestîne, ne dijmin, ne hevkar, ne nexweşiyên di nava gel de û ne jî nebesî û astengiyên di nava partiyê de bikare rawestîne, qadirê her tiştî ye. Ji bo we ev hewce ye, lê hûnê çawa xwe bigihînin vê kesayetê? Di mijara çareserkirina pirsgirêkên kesayetî de, pirsgirêkên we hene. Kesayetek çawa? Em çawa dikarin vê bi xwe re ava bikin? Divê ev kesayet çi bike? Hûn çima destûrê didin alîkariyên me vale biçin, destûrê nedin vê.
Diyare hûn nikarin tiştekê bikin û dawiya we jî mirine. Sedema wê jî ne kesek dine, hûn bi xwe ne. Şev û roj dihizirim, çima ev heval nizanin xwe mezin bikin. Gelo tişta wan ji vê asteng dike çiye? Encama gihiştimê; rastiya ku xwe bi xwe astengin. Ne ti kes an jî ne tişteke, astengiya herî mezin ew bi xwe ne. Pir li ser rastiya şoreşê kûr bûm, di kesayeta min de hem teorik, hem jî pratîk kûraniyek mezin heye. Encama min derxistî holê jî eve; pirsgirêkek ku kesayet bingeha wê ye, ger ew bi xwe li ser raweste, dê ti pirsgirêka çareser neke û nekare ji bin derkeve nemîne. Pirsgirêkên şoreşekê çiqas giran dibin bila be, dîsa dikare bibe serkeftinê. Ev di pratîkê de jî hatiye selmandin.
Li Kurdistanê her tişta ku ser dikeve, sedî sed girêdayî kesayeta min kûr kiriye. Ger ev kesayeta kûrbûyî nebûya, dê Kurdistan tine bûba. Li Kurdistanê, hem li Başûr, hem li Bakur ev pênc-deh salin bilindbûna têkoşînê, dîsa sedî sed hem di nava partiyê de, hem jî bi kesayeta xwe re têkoşîna ku dimeşînim, girêdayî van kesayetane. Weke navê xwe dizanim ku Kurdistan, piştî salên 1980‟î bi van xisletan ve hatiye sazûmankirin. Piştî vê hûn tev jî dikarin pêş bikevin. Hûnê bi vê kesayetê çêbin. Di destpêkê de qada me ya têkoşînê teng bû, kesek ku alîkariya me bike nebû. Lê me ji xwe re got; “Rev jî ne çare ye, radestbûn jî” û wisa bi ser xwe de çûn. Ger hêza te têra hinek din nake, xwe bi xwe têr bike. Ger tu nikarî bi yeke din re kar bikî, xwe bes bibîne. Benîadem xwedî hêzek mezine. Mirovê li ser rêya rast û kar dike, bi tena xwe berdêla hemû dijmine. Ji bo şoreşekê jî tenê pênc kes gihandina vê astê jî têrê dike. Ev pênc kes, bikarin pêncî kesî ew jî pênc hezar kesî bimeşînin, dê şoreş bimeşe. Her yek ji we dikare xwe ji vê hêlê ve amade bike. Ev derfet di destê we tevan de heye. Hûn jiyanek pir erzan didomînin. Hûnê biçin, mejiyê xwe bi jiyana kevin ve mijûl bikin. Rihek we tevlîhev heye. Dema we ev dahûrand hûnê jî bibînin ku, ne diyare çiqas hatiye kirîn û firotin. Rihek girtî, çawa dikare şoreşê pêş bixe? Pirsgirêkên we yên malbatî û mehelî hene.
Hûnê di nava van de bixeniqin biçin û di encamê de ser nexin. Şoreş berzbûnê hewce dike, ev jî ancex bi rihek serbixwe çêdibe. Hûnê bêjin; “Ez tenezilî van pirsgirêkên biçûk û xebatên biçûk nakim. Her tim bi karên mezin ve mijûl bibim, heta şoreş bigihe serkeftinê ezê ranewestim.” Wexta karê min baş nemeşin, negengaze xwe dijîm bihesibînim. Kesek bêşer û bêserkeftin ne diraze, ne dixwe, ne dimeşe ne jî dijî. Niha ya ji bo we hewce, sedî sed kesayetek xwedî serkeftinê ye. Wexta we jî xwe gihand vê astê, we ji bo xwe duruşmeya „Bê serkeftin tiştek nayê pejirandin‟ esas girt û meşiyan, hûn qadirê her tiştî ne. Ma di jiyana we de cuda tiştek ku we mijûl bike çi heye? Hûn evqas sal bi navê şoreşê, bi navê sosyalîzmê mijûl bûn, dîsa jî we xwe baş nedaye kar û nebûne xwedî serkeftinekê. Kesek ku evqas sal li ser fikra şoreşgerî û bîrdoziya şoreşgerî kar dike, divê bikare bêje; “Min jî hinek tişt kirin. Ger tiştekê nekim, nikarim xwe efû bikim.” We temenek winda kir, dîsa jî ji vê razî ne. Ji bo mirovekî tişta herî xirab jî eve. Temen qediya ye, li holê şoreş tine, her tişt tê windakirin, hûn xwe ji mirinê re amade dikin û ji vê jî razî ne. Şaşiya herî mezin, dihizirin ku dê jiyan bi vî rengî bimeşê. Jiyan ne ji bo min û ne jî ji bo gel wisa nameşe. Ez, xwedî meş û biryarek mezinim. Hûn jî dibînin, gelê Kurd jî şopdarê vê biryarê ye. Jiyana me jî li ser vê xetê
dimeşe, kesayeta min jî bi temamî wisa ye. Ji ber ku serweriya min eve, kesayeta min eve. Ji bilî vê jî tiştek din napejirînim. Hûn dikevin gundekê, gundî kenê xwe bi we dike. Dikevin hêldorek biçûk, dikevin nav rewşên pêkenok.
Haya we ji tiştekê nîne û ser halan de îdîa dikin ku dijîn. Ev xwe xapandinek mezine û şaşiye. Hûn jî vê dipejirînin,
hema bêje razayîne. Misoger yek ji van helwest û reftaran ne rastin. Vê ne tenê ji bo hevalên ji Başûr, ji bo hemû hevalan dibêjim. Hûn ji gelek xalên ku di jiyana we de heyî razî ne. Lê di rastiyê de negengaze ku mirov ji her
tiştî razî be. Ez ji sedî yek ji xwe razî me, ji sedî nod û neh ne razî me. Her wiha li hemberî van şer dikim. Ev jî, uslûbê jiyana mine. Hûn dikarin bêjin; “Evqas serkeftinên te hene, evqas derfetên te hene, çima ne razî yî.” Belê ne razî me. Ji destpêkê ve her tim xirabî, şaşî, kirêtî û xapandin derdikevin pêşberî min, ezê çawa razî bim. Ji van kesayetan ne razî me. Ji xwe jî ne razî me. Ditirsim ku li xwe binêrim, ji ber ku ji xwe şerim dikim. Gel dibêje; “Rêberê min wisa, Rêberê min welê”, min pir mezin dikin, lê ez xwe bi xwe re dibêjim heval, ma ne şer me,
tu çima xwe dixî vê rewşê, heta berbanga sibehê li ser xwe dihizirim çawa dikarim xwe sererast bikim. Li hevalên xwe dinêrim, hezar qatî ji min lewaztirin, lê hezar qatî jî ji min zêdetir ji xwe razî ne. Vaye hûn di vir de winda dikin. Negengaze ku mirovê Kurd ji xwe razî be. Di dest de welat tine, tişteke wî tine, hetikiyê dinya alemê ye, vêca di rewşek wisa de çawa dikare ji xwe razî be? Dema ne razî jî, ji bo xwe mirin dihesibîne û yekser ber bi mirinê ve diçe. Jiyanek mirî, kesayetek mirî hêjayî xwe dibînin. Her yek mirîyê li ser piyane. Pêwîste em li hember vê jiyanê şoreşgerî û berzbûnê pêş bixin. Ji vê jiyana we kirî belaya serê xwe dûr bisekinin. Ev jiyan ne aîdê me ye, jiyanek zêdetir bi destê dijmin hatiye sazkirin.