NAVENDA NÛÇEYAN – Tîma Bersivdanê ya Şehîd Erdal Şahîn a YPS-JIN’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Umraniye ya Stenbolê agir berdane buroya Ocakên Ulku ku rêxistiniyeke paramîlîter a nijadperest a dewletê ye.
YPS’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tîmên wan yên bersivdayînê ya şehîd Erdal Şahîn a YPS-JIN, li dijî rêjîma AKP-MHP’ê a faşîst, di 28’ê Îlonê de saet 23:30’î li Umraniye ya Stenbolê agir berdane buroya ocakên ulku.
Piştre jî YPS-JIN got; “Bi navê YPS û YPS-JIN, emê ji rêjîma AKP-MHP’ê ya faşîst a ku mirinê li gelê Kurd ferz dike, hesab bipirsin. Çalakiya me ya li Stenbolê li ser bingeha têkoşîna azadiyê ya gelê me hatiye li darxistin. Di armanca xwe de em zelal in, emê faşîzmê hilweşînin.”