STENBOL – Êvara 29’ê Îlonê saet di 22.00’an de li Tûzlaya Stenbolê li dijî febrîqeya vezîvirandinê, ji aliyê milîsên HBDH ên Sara Tolhildan û Rûken Zelal ve çalakiyek hate li darxistin.
Daxuyaniya milîsên HBDH ên Sara Tolhildan û Rûken Zelal ve wiha ye;
“Şoreşa Yekbûyî ya ku wê rizgariya gelên me misoger bike, bi bedelên bêhejmar can û xwînê, bedelên giran û êşên bêdawî heta îro hatiye. Li hemberî sext, zilm û komkujiyên dijmin bi hêza şoreşgerî heya roja îro hatiye.
Şoreşgeran bi rihekî fedayî, li ser esasê baweriya mezin a serketinê, dilsoziya bê sînor û baweriya bi rêhevalên xwe re, şer kirin. Hatin girtin, birin ser kursiyên îşkenceyê, ala teslîmiyetê danîn… lê qet teslîm nebûn, poşman nebûn, xwe paşve nekişandin.
“26’ê Îlonê li Mezîtlî ya Mersînê du hevrêyên me yên fedaî yên şervanên HPG’ê astengiyên ewlekariyê yên dijminê faşîst ji ber xwe rakirin û êrîş birin ser navenda polîsan. Desthilatdariya ku radibe û rûdinê dibêje ’emê bikevin stargehên wan’, li ‘stargeha xwe’ derb xwar. Li cihê ku dijmin digot ‘tiştek bi me nayê’ li cihê ku xwe lê ewle didît, bû hedefa êrîşê.”