NAVENDA NÛÇEYAN – Roja 13’ê Îlonê jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ji bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê, li paytexta Îran Tehranê ji aliyê ‘Polîsên exlaq’ yên Îranê ve bi hinceta ku ‘pora wê xuya kiriye’ hat binçavkirin. Jîna ji ber îşkenceyê piştî çend saetên binçavkirinê krîza mejî derbas dike û piştî derbasbûna nîv saetê ji nû ve hêzên Îranê wê radikin nexweşxaneyê. Jîna Emînî piştî sê rojan di nexweşxaneyê de ma, roja 16’ê Îlonê jiyana xwe ji dest da.
Her çiqas rêjima Îranê hewil da cenazeyê Jîna bi bê dengî were veşartin, lê malbat û xizmên wê qebûl nekirin û xwestin merasîmek mezin ji bo veşartina cenaze were li darxistin. Roja 17’ê Îlonê cenazeyê jina Kurd bi merasîmekê girseyî bi tevlîbûna hezaran kesan bi siloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bimire dîktatorî’ li goristana bajarê Seqiz hate veşartin. Ev merasîm bû destpêka xwepêşandanan li piraniya bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê.
Piştî Rojhilatê Kurdistanê, gelên Îranê jî piştgirî dan xwepêşandanan û li hemû bajarên Îranê dibin pêşengtiya jin û ciwanan de xwepêşandan bi silogana “JIN JIYAN AZADΔ û “Bimre dîktatorî” belav bûn.
Çawa ku gelê Rojhilatê Kurdistanê di hemû deman de piştgirya xwe ji bo beşên din ên Kurdistanê nîşan daye, vê carê jî beşên din ên Kurdistanê û Kurdên li dervey welat, bi taybet jî ciwanên Kurdistanê piştgirî dan serhildana gelê Kurd û gelên din ên Îranê û li her derê daketin qadan û çalakiyan li dardixin.
Ciwanên Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgriya xwe ya bi ciwanên Rojhilatê Kurdistanê re pişterast bikin daxuyaniyek dan û di daxuyaniya xwe de gotin ev serhildan wê vegera bingeha herî xurt ya pêşxistina şoreşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê.
Bi temamî daxuyaniya Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê wiha ye;
Ji roja şehîdxistina jina Kurd Jîna Emînî (Jina ku bi destê faşîstên sîstema melalî ya Îranê ve, bi guneha kêm baldarbûna li pîvanên exlaqî, bi şêwazekî hovane hate şehîd xistin) ta roja îro raperîn û serhildana li tevahî Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve tê jiyan kirin. Gelê Îranê bi hemû pêkhateyên xwe yên netewî, olî û mezhebî di bin silogana “JIN JIYAN AZADΔ de li dijî sîstema desthildar serî hildan e.
Rêjîma Îranê ya qirker li seranserî Rojhilata Navîn xwedî rolekî xirab û mêtînger e. Em dibînin ku li Îraq, Sûriya, Lûbnan, Yemen û piranî welatên herêmê li ser bingeha belavkirina hîlala ŞÎ’Î mûdaxeleya van welatan dike. Çi ji aliyê polîtîk û siyasî de, çi jî ji aliyê şer û çekdarî ve.
Ev raperîna heyî, eger ji tu aliyekî din ve neyê kişandin wê bibe bingeha şikandina sîstema melalî. Gelê Rojhilatê Kurdistanê hertim piştgiriya şoreşên herêmên Kurdistanê yên dîtir dikir. Weke Bakur, Başûr û Rojava, ji xwe ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve bi sedan bi hezaran ciwanên Rojhilatê Kurdistanê tevlî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bûn. Gelek ji wan jî gihîştin asta şihadetê û jiyana xwe di oxira welat de dan.
Ji destpêka raperîna Rojhilatê Kurdistanê weke îspat, ji bê çarebûna sîstema Îranê, me dît ku çawa û bi çi rengî, li pêşiya xwepêşandaran rawestiyan, bi çek û hêzê ta gihîşte asta bombekirina Başûrê Kurdistanê û şehîdxistina dehan ji gelê me yê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Her wiha destdirêjî li ser xwepêşandaran jî ta asta tecawzikirina jinan hate kirin. Qaşo navê wan ol û bi destên ew kesên ku bi navê polîsên exlaqî hatine bi nav kirin tê naskirin, lê bê exlaqiya herî mezin jî bi navê wan tê kirin.
Em weke Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê raperîn û serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pîroz dikin û piştgiriya xwe jê re raber dikin. Bangawaziya me ji hemû ciwanên Kurdistan û cîhanê re heye ku piştgiriya raperîna keziyên azad bikin. Ta ku ev raperîn bi şoreşbûnê tacîdar bibe. Eger hate xwestin jî bi heman şêwazê tevlîbûna ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê, emê weke Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê tevlî raperînê bibin. Bangawaziya me ji hemû saziyên parastina mafê mirov û hemû civaka navnetewî re heye ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û sînor ji binpêkirinên mafan ya li Îranê re bê dayîn.
Bi navê Encûmena ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê em sersaxî ji hemû malbatê şehîdên raperîna keziyên azadiyê re dixwazin û emê her şopdarê wan bin.