NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger îsal 3’yemîn Festîfala Ciwanan a Şehîd Bawer Agir ya Çand û Werzîşê bi dirûşma ”Bi Rihê Fedayî yê Gerîla Çanda Şoreşgerî Mezin Bikin, Azadiya Rêber Apo Misoger Bikin” di navbera 12-13’ê Cotmehê de li bajarê Kobanê wê were li darxistin.
Festîfal wê 2 rojan bi tevlîbûna Hunermend Mûweyed Şiwêş, Koma Şehîd Zîlan ya Dirbêsiyê, Koma Reqa, Koma Botan û dîsa hunermend Şêx Nebî Baqî Xido were li darxistin.
Her wiha di qadên cuda de jî werzîşvan derkevin pêşberî bîneran. Komîteyê bang li hemû ciwan û jinên ciwan kir ku bi xurtî tevlî festîfalê bibin.
Festîfal wê piştî saetên nîvro bê li darxistin.