NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Rûken Zelal û Sara Goyî di 28’ê Îlonê de li Stenbol/Sûltanbeylî depoya kargehekê kir hedef.
Bi temamî daxuyanî wiha ye;
Yekîneyê der barê çalakiyê de daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Şêweya çalakiya gerîlayên fedayî yên li Mêrsînê ji bo gelê Kurdistanê û ciwanên welatparêz ên Kurdistanê bûye mînak. Çalakiya ku hat li darxistin bû mînakek mezin ku li Kurdistanê çalakî çawa bê kirin û têkoşîna li Kurdistanê çawa û bi kîjan şêwazê bi ser bikeve.”
Di dîroka 28.09.2022’an de endamên yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Rûken Zelal û Sara Goyî li Stenbolê/ Taxa Sultanbeylî Akşemsettîn li dijî depoya kargehekê çalakiyeke sabotajê li darxistin. Di dema ku agir bi depoyê ketî de, teqîn li tevahî kargeha ku rûbara wê 10 hezar hektare belav bû û her tişt vegerî xalî, di heman demê de kargehên li kêleka wê jî zirarekî mezin dîtin.
Dewleta Tirk a dagirker roj bi roj êrîşî gelê Kurd û hemû nirxên ku afirandiye dike. Tevgera Azadiya Kurdistanê di dîrokê de di bin êrîşa herî giran de ye, lê berxwedana herî mezin û bêhempa ya dîrokê dide meşandin. Bi tîmên gerîla yên profesyonel li dijî dewleta dagirker û çekên wî yên nukleer çalakiyên mezin hatin li darxistin û êrîş bi giştî pûç kirin. Êrîşên ku hatine pûç kirin, dewleta Tirk a faşîst hîn zêdetir har dike û çekên qedexekirî yên ku li dijî gerîla tên bikaranîn hatine normalîze kirin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku şerê tunelan dide meşandin her roj şer digihîne qonaxekî cuda.
Gerîla bi vê serketinê ji bo her zindiyekî ku li Kurdistanê li berxwe dide, bûye çavkaniya moral, motîvasyon û îlhamê. Pêvajo her ku diçe dijwartir dibe û her roj bi çalakiyên cuda rêz zelaltir dibin.
Şêweya çalakiya gerîlayên fedayî yên li Mêrsînê ji bo gelê Kurdistanê û ciwanên welatparêz ên Kurdistanê bûye mînak. Çalakiya ku hat li darxistin bû mînakek mezin ku li Kurdistanê çalakî çawa bê kirin û têkoşîna li Kurdistanê çawa û bi kîjan şêwazê bi ser bikeve.
Ev çalakî encama hewldana zindîkirina xeta Zîlan û zindîkirina wê ye. Divê ciwanên Kurdistanê yên welatparêz û bi rûmet, divê bi rexnedayîn nêz bibin û bersiva pêwîst bidin vê çalakiya fedayiyan û di pêşerojê de ji li gorî vê tevbigerin. Divê em rêhevaltiya xwe ya bi şehîd Rûken û Sara re îspat bikin. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku bikevin nava liv û tevgerê û tevlî pêngava “Werin Cenga Azadiyê” bibin.