REQA – Li gorî agahiyan, îro bi dema herêmî saet di navbera 10:00-11:00 de li ber mala wê êrîşeke çekdarî li hemberî akademîsyen Nagîhan Akarsel hate kirin.
Edîtora kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê aktîvîsta jinê û akademîsyen Nagîhan Akarsel di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê ji bo lêkolînkirinê birin Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyeyê.
Nagîhan Akarsel a ji bajarê Konyayê bû karê rojnamevaniyê, nivîskariya rojname û kovarên jinan kiribû. Heya niha mohra xwe danî binê gelek karên lêkolînê yên derbarê jinan li Kurdistanê û derveyî welat. Çend sal bû li Silêmaniyeyê ji bo bingeha akademiya Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê dixebitî.
Li gorî agahiyan Nagîhan Akarsel di heman demê de beşdarî projeya avakirina pirtûkxaneya jinên Kurdistanê jî bû.
Girêdayî qetilkirina Nagîhan Akarsel jinên ciwan ên bajarê Reqayê ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser serhildana jinan ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.
Destpêkê jina ciwan ya bi navê Bûşra El-Ehmed got; “Di serî de em tevahî êrîşên li hemberî jinê, bi taybet êrîşa sîûqastê ya ku îro li ser Nagîhan Akarsel çêbûye şermezar û lanet dikin. Bi van êrîşan dixwazin hêz û îradeya jinê bişkînin. Di van salên dawî de jin bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûne pêşeng. Ne tenê di Bakur-Rojhilatê Sûriye yê de, di tevahî cîhanê de jin ji civaka xwe re pêşengtî dike. Kuştina jinê kuştina mirovahiyê ye, kuştina jiyanê ye.”
Bûşra diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst û artêşên wê ve hertim jinên pêşeng dikin hedef, ew jî weke jineke ciwan ji wan re peyama xwe da û got; “Em dibêjin hûn nikarin bi van êrîşan îradeya jinê bişkînin, çiqas êrîş li ser jinê bi pêşbikevin, ewqas hêza jinê ya xweparastinê bi pêş dikeve.”
Her wiha Bûşra El-Ehmed bal kişand ser projeya Netewa Demoqratîk ya ku azadiya jinê dike hedef û got; “Têkoşîna jinê ya di netewa demoqratîk de, ewê jinê azad bike, ewê di serî de di aliyê fikirî de jinê azad bike.”
Heman demê de jina ciwan Emîne Mihemed jî got; “Em weke jin li dijî van êrîşên ku li ser tevahî jinan çêdibin e. Tevahî êrîşên ku li ser jinê di bin navê kevneşopiyê de, di bin navê ol de tê kirin, jinê rû bi rûyê kuştin û tecawizê dikin. Herî dawî jî di bin navê ol de, ji ber ku porê wê di binî kefiya de xuya dikir, li Îranê jinek hate qetil kirin.”
Derbarê qetilkirina Nagîhan Akarsel jî Emîne got; “Serê vê sibehê, li ber deriya mala xwe hate qetil kirin. Tapî ev jî tirsa wan ya ji wê dide nîşan dan. Ji ber ku di xebatên mafê jinan de kar dikir, hêzên dagirker jî tapî ji vê hêz, fikir, têkoşîna jinê ditirsin.”
Di dawiyê de Emîne bang li jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bisekinin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bilind bikin.