NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfê bal kişand bi ser berxwedana gerîla, êrîşên di girtîgehan de, tecrîd û çalakiya fedayî ya li Mêrsînê û wiha got: “Jin û ciwanên tu tehamula wan ji bo esareta bi fîzîkî ya Rêbertiyê nemaye, dilê wan bi Zap, Metîna û Avaşînê ve ye, divê cihê xwe di nav berxwedana li Kurdistanê û bajarên mezin ên Tirkiyeyê de bigirin û bi erka xerakirina faşîzma AKP-MHP’ê rabin.“
Înîsiyatîfê wiha got: “Bi hişmendiya ev ne vêbijêrkek lê ji bo parastina hebûn û nirxên xwe divêtiyek e divê mirov xwe bi rêxistin bike û çalakiyên xwe bi hêz bike. Di pêvajoyeke wiha ku dijminên me dijminantiya xwe bi awayê herî bêexlaq nîşan didin de bi awayekî zelal divê em helwesta xwe li dijî dijmin nîşan bidin.“
Înîsiyatîfê destnîşan kir ku ew ê kêlî bi kêlî çalakiyên xwe mezin bikin û bi çalakiyên xwe li dijî komploya 9’ê Cotmehê bibin bersiv.
Înîsiyatîfê, bîlançoya xwe ya Tebax û Îlonê wiha eşkere kir:
“- 7 polîs û 3 nobetdar bi giranî birîndar bûn, pişt re rewşa wan diyar nebûye.
– Yekineyên me, tiryakfiroşek û du endamên ocaxên nijadperestan ji xwe re kirine armanc û ew bi xedarî birîndar kirine.
– Sê kargeh dane ber agir.
-Dikaneke alav û amûrên nava malê, sê nalbir, marketek û kafeyeke înternetê ya faşîstan hatine şewitandin.
– Bi piranî wesayîtên luks, bi tevahî 29 wesayît ji aliyê yekeyên me ve hatiye şewitandin.“