NAVENDA NÛÇEYAN – Şervanên Apoyî Sara Tolhildan û rêhevalên wê Rûken Zelal, şeva 26’ê Îlonê ku dijmin qet li bendê nebû, li dijî avahiya polîsan a Tece ya Mêrsînê Mezîtlî çalakiyeke fedayî bi rêbazê gerîlayên profesyonel li darxistin. Di destpêkê de rêheval Sara û Rûken ên bi dijmin re ketine nava pevçûnan, piştî ku derbeya yekemîn li dijmin xistin, bi hev re teqemeniyên xwe di nava dijmin de teqandin û bi fedekarî çalakiya xwe mezin kirin.
Xewa dewleta Tirk a kolonyalîst wê şevê veguherî kabûsekê. Ji ber ku dewleta Tirk a kolonyalîst a ku baweriya xwe bi îstîxbarat û hêza xwe anî û li her derê zêde mezin kir, der barê vê kiryarê de ti agahiyên berfireh nedikarî bizanibe. Ev çalakiya fedayî bi şêwazê Gerîlayên Bajêr ên profesyonel heta detayên herî mezin hatibû plankirin û dewleta Tirk qet ji vê çalakiyê hay nebû. Ji ber vê yekê ev çalakiya ku pêk hatî dijmin di şoqê de hêşt.
Di heman demê de ji ber zanebûna wan derbarê çalakiyê de nîn bû, bandora çalakiyê du qat zêdetir bû. Gerîlayên fedayî bi vê çalakiya xwe ji hemû cîhanê re nîşan dan ku rêjîma faşîzm a AKP-MHP’ê çiqas cahîl e, eşkere bû ku gotina dejenere ya “Em mezinahiya pêlavan dizanin” derew in.
Dijmin wê şevê derbeyek mezin xwar û bi sînordarkirina windahiyên xwe yên polîs hewl da serkeftina çalakiyê bi sînor bike. Dewleta Tirk a kolonyalîst ku wê şevê bi dehan kuştiyên wê hebûn, hewl da rastiyê ji raya giştî veşêre, wezîrên xwe yên kolonyalîst li cihê bûyerê kom kir û li pey hev daxuyaniyên derew dan. Dewleta Tirk a mêtinger ku derbeyên giran lê ket, senaryoyên xeyalî ava kirin, navên sexte dan û hewl da ku serkeftina çalakiyê kêm bike. Lê belê bi daxuyaniya HPG’ê ev hemû hewldan bê encam man û wezîrê karên hundirîn û dewleta Tirk a faşîst rezîl bû.
Ji çalakiya fedayî fermandar Şehîd Sara Tolhildan berpirsyar bû. Di nava Tevgera Azadiyê de bi helwesta xwe ya fedakar dihat nas kirin. Biryardariya şehîd Sara bi awayekî vekirî diyar bû. Hezkirina wê ya azadiyê û hêrsa wê ya li hemberî dijmin li ber çavan bû.
Şehîd Rûken Zelal her tim weke navê xwe hevaleke bi ken bû. Ew ciwan bû lê di heman demê de gihîştî bû. Hevala Rûken her tim bi awayekî exlaqî tevlîbûna jiyanê ji xwe re esas girt û bi vî rengî beşdarî jiyanê bû. Di nava rêhevalên xwe de hertim bi morala xwe dihate nas kirin û bi hêza xwe ya ku manawiyeta hevalan bilind dikir derdiket pêş. Rêheval Sara û Rûken bûn milîtanên azadiyên yên Rêber Apo. Bi rastiya Rêbertiyê û bi kesayetên leheng ên çalakiyên fedayî pêk dianîn re, cudabûyîna wan nîn e.
Rêheval Sara û Rûken ku li ser esasê gerîlatiya bajaran kar dikirin, tu carî bi hev re nemane, lê weke ekîbeke çalakiya profesyonel di demeke kin de çalakiyên xwe plan kirin û sonda tolhildanê bi cih anîn. Weke ku di dema çalakiyê de jî tê dîtin, ev tîma fedayî, bi cesaret û hêrseke mezin bi ser dijmin ve dimeşe û bi daxwaza tolhildanê li dijmin dixe. Tenê milîtanên Apoyî dikarin vê îrade, wêrekî û rihê derxînin pêş.
Rêheval Sara û Rûken ya ku li pişta xwe kiribûn ne bombe bû, barê azadiya gelê Kurd bû û tola wê ji dagirkeran girtin. Ew bombe hêrsa gelê Kurd e ku bi hezaran salan kom bûye. Ew bombeya ku di dilê dijmin de diteqe, îfadeya vê hêrsê ye. Rêheval Sara û Rûken li ser vî barî ne ber bi mirinê ve ber bi nemiriyê ve meşiyan. Mîna Zîlan, Sema, Ekîn, Andok, Şervan, Doga, Zinar û bi hezaran şehîdên din sonda nemiriyê xwarin. Bûn xwedawendên azadiyê. Ya ku divê em bikin ewe ku em gavên wan bişopînin û mîrateya ku wan hiştine bi serketinê tacîdar bikin.
Doğa Jiyan Ji Nûçe Ciwan Re Nivîsiye……