QAMIŞLO – Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de, li bajarê Qamişlo bi sedan şênî, duh di saet 17:00’an de daketin qadan û tecrîda girankirî ya ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Çalakiya ciwanan û gel ji taxa Enteriyê ya ku dikeve rojhilatê bajarê Qamişlo destpêkir. Ji çerxerêya depoyan ber bi çerxerêya Efrînê ve meşa xwe bi coşeke mezin dewam kirin.
Di meşê de ciwanan û gel siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin, poster û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin hildan.
Piştî ku çalakvan li ber çerxerêya Efrînê kombûn, li wê derê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Şêro Qamişlo axivî. Şêro Qamişlo bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo hatî ferz kirin, li ser tevahî civaka Kurd hatiye ferz kirin.
Heman demê de Şêro axaftina xwe bi sozdayîna misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dewam kir û got; “Emê weke ciwanên Kurd heya ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî misoger nekin, emê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin. Emê heya dawiyê têkoşîn û berxwedana xwe ya li hember hêzên komploger bilind bikin.”
Şêro di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî ciwanan kir ku cihê xwe di nava têkoşîna li dijî dagirkeriyê de bigirin û ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî dest bi têkoşînekî redîqal bikin.
Çalakî bi berzkirina siloganan bi dawî bû.