NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku 4’ê Cotmehê li navçeya Sapanca ya Sakaryayê, du mînîbusên servîsê yên avahiya AKP’ê ya navçeyê û li taxa ku bi piranî faşîst lê dijîn, şewitandine.
Înîsiyatîfê da xuya kirin ku 3’ê Cotmehê li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê, 3 wesayîtên luks ên polîsên teqawîdên faşîst ên AKP’yî li Taxa Selîmpaşa şewitandine.
Înîsiyatîfê ev tişt li daxuyaniya xwe zêde kir: ‘’Me ev çalakiyên xwe li dijî komploya navneteweyî ya berpêyî Rêber Apo, pêk anîne.’’
Înîsiyatîfê komplo şermezar kir û wiha got: ‘’Bila baş bê zanîn ku heabê ve komploya li ser Rêber Apo, wê ji we dewleta faşîst a KT’yê û hêzên hegemon ên kapîtalîst bê xwestin.’’