NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…
JI MÎNSKÊ VEGERA LI ATÎNAYÊ
Ji ber ku em biryardarî di balafirê de man, balafira Yewnan şeva 31’ê Çileyê-1’ê Sibatê saet 04:00 ji nû ve li Atînayê vegeriya. Di vegerê de jî em dihatin kontrolkirin. Ji bo dagirtina sotemeniyê jî nehiştin ku em li balafirgeheke din dakevin. Ancax hêza NATO’yê têrê bikira ku balafirgehan di vê astê de kontrol bike.
NE GOTIN KENYA, TENÊ GOTIN AFRÎKA
Heman rojê (1’ê Sibata 1999’an) ku li Girava Korfûyê tecrîdkirî bûm, danê sibehê Pangalos bi rêy atelefonê li Sefîrê Bilind ê DYA’yê yê li Atînayê Nîcholas Bûrns geriya û jê re ragihand ku li Yewnanîstanê me.
Dema ku ji min re gotin, “Hûnê biçin Komara Başûrê Afrîkayê” min nerazîbûn nîşan da ku got, “Çawa, çima Afrîka!”. Kalenderîdîs ji bo fikarên min ji holê rake gelek soz da û got, “Hûnê li Sefaretxaneya me ya Bilind a li Afrîkayê bimînin. Ew der erdê Yewnan e, mafê xwe yê destnedanê heye. Ji bilî me ti hêz nikare dest lê werde û hûn ê bi rengekî ewle lê bin. Jiyana we wê ewle be.” Got ku cihê ez ê biçim rawestegehek navberê ye û wê bi Başûrê Afrîkayê re hevdîtinan bikin. Li vê derê qet qala Kenyayê nekirin. Tenê gotin Afrîka. Piştre wê eşkere bibûya ku sozên dane derew in.
YA KU HAT BALAFIRA ÎSTÎXBARATÊ BÛ
Ji me re hate ragihandin ku balafira biçe “Afrîkayê” wê saet 19’an rabe. Lê belê ji ber ku di çapemeniyê de hate weşandin ku li Korfûyê me, saeta rabûna balafirê taloqî 20:30’î kirin. Heman piştî “qezaya balafirê ya Korfû” ku em ne li bendê bûn, balafireke gelekî taybet ku min texmîn kir ji Swîsreyê hatiye, bi tîma xwe ya ne Yewnanî li balafirgeheke leşkerî ya veşartî li benda min bû. Dibe ku balafira îstîxbarata CIA an jî Îngilîstanê bû. Ajokarê ku wê min bibira cem blafirê jî gelek caran li wesayitê siwar bû û peya bû. Mîna ku nedixwest li wesayitê siwar bibe. Dema ku li wesayitê siwar bû jî mîna ku nedixwest xwe bigihîne balafirê. Min encamek ji vê rewşê dernexist. Ez gelekî pê bawer bûm ku di dostaniyê de cihê xiyanetên bi vî rengî nîne. Lewma eger yek rabûya wê wextê ji min re bigota, “tu tê revandin” ez ê li dij derketibûma. Ji ber ku cihê vê yekê di mirovahiyê de nîne.
DEMA KU EM LI BALAFIRÊ SIWAR BÛN, GOTIN KENYA
Ya rast, ji min hebû ku piştî qezayê em ê neçûbûna. Şeva 1-2’ê Sibatê saet 05:30’î balafireke taybet bi awayekî veşartî xwe li balafira leşkerî danî. Ti qeyda fermî ya vê balafira ku xwe li balafirgeha Korfû (Patras) danî, tune bû. Nûmare, al an jî işareteke ku nîşan dide bê ya kê ye, li ser tune bû. Lê belê ji balafira berê ya ku qeza kir cudatir bû. Dema ku em li balafirê siwar bûn, ketim nava fikaran. Yên di balafirê de bûn zerik bûn û bi Îngilîzî diaxivîn. Hostes jî hebû. Min ji Kalenderîdîs pirsî, ku “Ev balafir a Amerîkiyan e? Haya wan ji çûyîna me heye?” Savvas Kalenderîdîs dîsa bi hostatî rola xwe lîst û di hundirê vê balafirê de ji min re got ku em ê biçin Kenyayê.
DYA’YÊ XWEST, EZ BIRIN NAÎROBÎ
Piştre eşkere bû ku Sefîrê Bilind ê DYA’yê yê li Atînayê Nîcholas Bûrns ji Sîmîtîs û Pangalos xwest ku min bibin Kenyayê. Vê balafira veşartî ku pêkane ji aliyê Gladiyoya NATO van jî CIA ve hate amadekirin û hate gotin ku ji Swîsreyê hatiye, roja 2’ê Sibatê saet 11’an xwe li balafirgeha Naîrobî danî. Sefîrê Bilind ê Yewnanîstanê yê li Kenyayê Kostoûlas hat pêşiya min û bi hêsanî ez ji balafirgehê bir. Derbasbûna ji gumrukê bi temamî ji aliyê sefîr ve hate kirin. Piştre em li wesayita wî siwar bûn û çûn.
KOSTOÛLAS JI XWE WEZÎFEDARÊ NATO’YÊ BÛ
Em ê piştre hîn bibûna ku Sefîrê Bilind Kostoûlas dîplomatek bû ku demeke dirêj di nava NATO’yê de wezîfe kiribû. Kostoûlas li balafirgehê di dema pêşwazîkirinê de got, “Di nava NATO’yê de ez serkêşê yekîneya ku 20 sal in te lêkolîn dike, bûm. Em li ezmanan li te digeriyan, lê me li erdê te dît.” Derkete holê ku ev pêvajo rewşeke kontrolkirina ji aliyê yekîneya taybet a operasyonê ya NATO’yê bû.
ROLA JI KENYAYÊ RE HATE DAYIN
Rayedarên Yewnan li şûna ku min bigirin, çima ez şandin Kenyayê? Ji ber ku Kenya cihê operasyona radestkirinê bû. Şandina min a ber bi Kenyayê ve nîşan dide ku komployeke vekirî ye. Çima ne Komara Başûrê Afrîka, lê Kenya? Ji ber ku ew der rejîmeke li ber destê DYA’yê ye. Di destê ajanên CIA û Îsraîlê de ye. Ji bo plana teslîmkirinê cihekî din ji vir baştir nebû. Mandel-Komara Başûrê Afrîka wê neketibûna nava vê komployê.
HEMAN ROJÊ CIA Û MÎT’Ê HEVDÎTIN KIRIN
Heman rojê (4’ê Sibata 1999’an) danê êvarê endamekî CIA’yê ji Musteşarê MÎT’ê Şenkal Atasagûn re ragihand ku di mijarekê de dixwaze hevdîtinê bike. Atasagûn hevdîtinê qebûl dike û sê Amerîkî diçin mala wî. Yek ji van Şefê Stasyonê yê CIA ye ku timî hev didîtin. Her du yên din jî du pisporên kontra-terorê bûn ku ji bo vê yekê ji derveyî welat hatibûn. Rayedarê CIA’yê pêşniyar li rayedarên Tirk kir ku bi fermana Serokê Amerîkayê Clînton ji bo girtina min dikarin destekê bidin û operasyona hevpar bikin. Rayedarên Tirk pêşniyar qebûl kirin. Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Bulent Ecevît piştî revandina min ji rojnamevan Sedat Ergîn re got, “4’ê Sibatê agahî ji me re hat ku Ocalan dikare ji Afrîkayê bê girtin. Li ser vê yekê ev mekanîzma hate xebitandin.” Serokkomar Demîrel li pêşberî vê rewşa nû, biryar da ku nîvê şevê li Qesra Çankayayê civîna bilind a dewletê li dar bixe.
LI ÎMRALIYÊ AMADEKARIYAN DEST PÊ KIRIN
Ji xwe heman demê Tirkiye kete nava liv û tevgerê û tîmek operasyonê amade kir. Vê wextê (4’ê Sibata 1999’an) girtîgeha nîv vekirî ya ÎmraliYê ya li Derya Marmarayê hate valakirin û radestî Fermandariya Giştî ya Artêşê hate kirin. Derdora giravê weke herêma leşkerî hate îlankirin û di bin navê tadîlatê de Girtîgeha Îmraliyê ji bo şexsekî bi taybetî ji nû ve hate avakirin.
LI KENYAYÊ HER ROJ ZEXT HATE KIRIN
Ji 2’ê Sibatê dema ku daketim Kenyayê û pê ve her roj zext li min dihate kirin ji bo ji mala Kostoûlas derkevim. Bi taybetî di navbera 4-15’ê Sibatê de. Timî zext li min dihate kirin ku derkevim derve; carekê ji min xwestin ku li mala papazekî li Kenyayê bi cih bibim. Min bi bîr xist ku di nava berpirsyarî û ewlekariya Yewnanîstanê de me û min ev yek red kir. Vê carê jî xwestin ku li mala Wezîrê Tenduristiyê yê Kenyayê bimînim ku ew bi xwe jî Yewnan e. Ji ber ewlekariya jiyanê min ev pêşniyar jî qebûl nekir. Ji vir jî eşkere dibe ku destpêkê plan kirine ku bêm îmhakirin; ji ber ku ev nebû, plana Îmraliyê xistin dewrê. Biryar li ser wê pêşniyarê hate dayin ku min bibin Giravên Seyşelê. Ev pêşniyar yekser ji aliyê Stavrakakîs ve hate kirin. Ji bo Seyşelan karsazek xistin dewrê. Ev karsazê bi navê Yorgos Panos hat cem min û got, “Ez Seyşeyan baş nas dikim. Wê pasaportê bidin te. Wê pasaporta dîplomatîk jî bidin.” Karê ji bo vê yekê 5-6 rojan dewam kir. Gotin ku ez ê 12’ê Sibatê bi rê bikevim. Piştre diyar kirin ku ji ber sedemên teknîkî ev nebûye. Pasaport jê nehat. Eşkere bû ku ev yek lîstikek ji bo mijûkirinê ye.
Dê berdewam bike…..