PARÎS – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê meşek li darxist û piştre daxuyaniyek da çapemeniyê.
Ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ê Drancy (DKTM) heta Şaredariya Drancy ciwan meşiyan. Di meşa ku pankarta “Azadî ji Ocalan re” ya Fransî hat hilgirtin de, alên bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî”, gelek pankart û posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate hildan.
Di meşê de bê navber siloganên weke “Bijî Serok Apo hatin berz kirin. Piştî ku meşa ciwanan gihîşte ber Şaredariya Drancy li wê derê, beriya ku ciwan daxuyaniyê bidin, ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa Azadiya Kurdistanê deqeyeke rêzgirtin sekinîn. Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) metna çapemeniyê ya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) hate xwendin.
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye;
“CPT serdana Îşkencexaneya Îmraliyê kir ku ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve agahî jê nayê girtin. Berî her tiştî em vê serdanê ku piştî 18 mehan pêk hatî, bi nirx dibînin. CPT’ê tam piştî 15 mehan rapora serdana xwe ya dawî di Gulana 2019’an de weşand û diyar kir ku bi taybetî di xala girêdana bi cîhana derve re divê gavên cidî bên avêtin. Lê belê piştî serdana CPT’yê, li gorî pêşniyarên di raporên serdanê de pêwîstî bi pêşde birinê hebû, dagirkeran di polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêber Apo yê li Girava Îmraliyê bi awayekî fizîkî dîl hate girtin, israr kirin û tecrîd hîn kûrtir kirin.
Dema ku em serdana CPT’ê weke însiyatîfeke erênî dibînin, bi taybetî em dixwazin bidin zanîn ku ev rewş rastiya ku 18 mehin tiştek nebihîstiye naguherîne. Rakirina qedexeya hevdîtina parêzer û malbatan û rêzgirtina li mafê hevdîtina bi Rêber Apo re hê jî daxwaza herî bingehîn a gelê Kurd e. Giraniya rewşa ku niha em tê de ne diyar e; Em daxwaz dikin ku CPT di zûtirîn dem de daxuyaniyekê bide û ji bo rakirina şert û mercên îşkenceyê tedbîr û rêbazên zorê pêk bîne.
Ji bo ku derfeta hevdîtnê ya bi Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê re bê dayîn, em weke TCŞ’ê ji raya giştî, derdorên hiqûqî û mafê mirovan daxwaz dikin ku hesas nêz bibin û nêzîkatiyên xwe yên di vê çarçoveyê de dewam bikin.”
Çalakiya ciwanan bi siloganên “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.