QAMIŞLO – Di sibeha 05.10.2022’an de (duh) Desteya Ciwanan û Werzîşê ya herêma Cizîrê bi dirûşmeya “BI HESTÊN TOLHILDANÊ KOMPLOYÊ HILWEŞÎNE Û TECRÎDÊ BIŞKÎNE” bi salvegera kompleya 9’ê Cotmehê re komxebatek li darxistin.
Komxebatê ciwanan bi beşdariya nûnerê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û endamên saziyên civaka sivîl ve, li hola Zana ya bajarê Qamişloyê hate li darxistin.
Yên ku komxebat bi rêve dibirin Besma Mihemed û Diyar Îbrahîm bûn.
Di destpêkê de li ser navê dîwan axaftina pêşwaziyê hate kirin û hate gotin; “Di serî de em bi xêrhatina tevahî mêvanên amade dikin. Em vê komxebatê xwe li ser esasê naskirina komploya 9’ê Cotmehê li dardixin. Ji bo vê jî em ji hemû hevalan hêvî dikin ku tevlî nîqaşan bibin û nirînên xwe derbarê vê rojê de bînin ser ziman.” Piştî wê deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê hate girtin.
Bernameya komxebatê jî di vê çarçoveyê de bû;
Axaftina Vekirinê: Şêwermendê Giştî ya Karûbarên Sivîl ê Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) Rêzan Gulo..
Derbarê komploya 9’ê Cotmehê de sinevizyonek hatibû amade kirin….
Mijarê yekemîn ya ku nîqaş li ser were kirin armanc ji komploya li dijî Rêber Apo çibû ? Ji aliyê Cîgira Hevseroketiya Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê, Hemrîn Elî ve were hate bi rêve birin
Mijara duyemîn jî rol û misyona ciwanan çiye û ewê çawa rê li ber komployê bigirin, ji bi beşdarvanan re nîqaşa wê hate kirin.
Axaftina vekirinê jî ji aliyê Şêwermendê Giştî ya Karûbarên Sivîl ê Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) Rêzan Gulo ve hate kirin. Rêzan di axaftina xwe de bal kişand ser komploya navdewletî û got; “Ji bo ku em karbin tecrûbeyan derbixin, dersên girîng bi dest bixin, pêvajoyê fêm bikin, nîqaşkirina komploya li ser Rêber Ocalan pir girîng e. Di sedsala 21’emîn de pêwîste nîqaşên girîng û kûr derbikevin pêş, bi taybet jî nîqaşên girêdayî Rêber Ocalan. Ji ber ku bi famkirina Ocalan re, emê karbin armanca hêzên hegomanîk ya ji anîna şer ser Rojhilata Navîn fêm bikin. Ji ber vê jî çima hêzên komploger xwastin Rêber Apo ji Rojhilata Navîn derbixin, armanca komploya wan çibû emê fêm bikin.”
Rêzan bi domdarî axaftinên xwe yên derbarê komploya navdewletî de wiha anî ser ziman; “Hêzên navneteweyî li hember tevgerên erênî yên girêdayî têkoşîna Kurdan li herêmê, helwestên neyênî nîşan dan, her wiha hêzên navneteweyî ji ber fikrê Rêber Ocalan ên azad û yê ku li nav gelê xwe û gelên herêmê belav kiriye, li dijî wî komployek da meşandin.”
Her wiha Rêzan Gulo diyar kir ku heya niha jî komploya ku di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi pêşketî bi rêbazên cuda cuda berdewam dike û bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê; “Êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê di çarçoveya domandina komployê de ne, ji ber ku pergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin xwe dispêre fikrê Rêber Ocalan û projeya wî ya demokratîk.”
Rêzan Gulo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û vala derxistina wî ya ji komploya navdewletî re û got; “Projeya ku Rêber Apo bi pêşxistî, ya Neteweya Demoqratîk, komplo bi temamî têk biriye, sekn û îradeya Rêber Apo jî polîtîkayên tecrîd û îşkenceyê vala derxistiye. Ev serketina Rêber Ocalan dawiya dewleta Tirk û hevkarên wî ve tîne, û wê bi projeya Rêber Apo re li Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn çareseriya krîzan bi pêş bikeve.
Piştre sînevîzyonek li ser armancên komployê û sedemên hedefgirtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û derketina wî ji Rojhilata Navîn, hat pêşandan. Piştî sinevizyonê komxebata ciwanan bi destpêkirina rojevên komxebatê destpêkir.
Cîgera Hevserokatiya Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî li ser mijara yekemîn a komxebatê bi sernavê ‘Armanca Komploya li dijî Rêber Apo çiye axivî.
Hemrîn Elî diyar kir ku komploya 9’ê Cotmehê bi armanca têkbirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û got; “Ji ber ku nikarîbûn Rêber Apo tune bikin û wî ji gel û tevgerê qut bikin, vê carê berê xwe dan Tevgera Azadiya Kurdistanê, xwastin di şexsê Tevgera Azadiya Kurdistanê de jî tevahî gelê Kurd û gelê azadîxwaz ve tune bikin. Ji ber ku niha li Rojhilata Navîn hêza herî zêde ku li pêşiya hêzên hegomanîk astengiyan çêdike Tevger Azadiya Kurdistanê û têkoşîna wê ya demoqrasî û azadiyê ye.
Hemrîn axaftina xwe domand û got; “Divê em baş nas bikin ku her êrîş û zehmetiyekî ku gelê Kurd niha an jî berê dikişand û jiyan dikir ew ji ber dîlgirtina Rêber Apo bû. Ji ber vê jî hemû hêzên hegomanîk xwastin bi viya gelê Kurd tune bikin, lê belê dîsa bi saya têkoşîna Rêber Apo ev planê wan lawaz bû û nikarîbû bi ser bikeve. Armancên wan ya ji bo tunekirina gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya li Rojhilata Navîn, di pêşengtiya ciwanên Apoyî de têk çû.”
Hemrîn Elî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, tê wateya qetilkirina mirovahiyê û kerasateke mirovî ye û bêdengiya navneteweyî li hemberê vê, tê wateyê ku ew şirîkê vê sûcê ne.
Hemrîn Elî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku biryara wan tenê yan Serkeftin, yan azadî, yan jî berxwedan e û domand; “Ji derveyî van her sêyan, em nikarin bi rêbazekî din hem xwe û hem jî rêberê xwe azad bikin. Ji bo ku em komployê vala derbixin gelek berdêlên giran hatin dayîn. Destkeftiyên ku îro me di Rojava de bi dest xistî jî, bi saya fikrên Rêber Apo û projeya Netewa Demoqratîk e. Ji bo ku em van destkeftiyan jî biparêzin, divê em her kesek ji gel xwe de destpêbikin û fikrên Rêber Apo li her derê belav bikin.”
Mijara duyemîn a panelê bi sernavê “Rola ciwanan ya li hember komploya navdewletî çiye ?” bû ku ji aliyê hevserokê Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bozan Berkel ve hat bi rêve birin.
Bozan Berkel diyar kir ku Rêber Apo rola ciwan û jinan di civakê de çalak kir, ji ber wê jî wî her tişt kir da ku ciwan û jin bibin xwedî rol û pêşengtiya civakê bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Gava hêzên kapîtalîst metirsiya zanabûna ciwan û jinên Apoyî yên ku li hember hişmendiya dewletê serî rakirin û ber bi azadiyê ve ketin rê, nas kir, yekser Rêber Apo dîl girt. Lê bi dîlgirtina Rêber Apo re nikarîbûn hêz û îradeya jin û ciwanên Apoyî bişkînin. Nikarîbûn wan ji Rêber Apo qut bikin û dûr bixînin. Ji ber ku Rêber Apo temsîlvanê azadiyê ye, em jî şopdarê wî ne.”
Hevserokê Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bozan Berkel axaftina xwe bi domdarî wiha anî ser ziman; “Di Kurdistanê têkoşîna redîqal ya ciwanan ku îro li her derê cîhanê belav bûye, bi komeke biçûk ya ciwanên Apoyî re dest kiriye. Îro ev koma biçûk ya ciwanên Apoyî bûye artêş û ketiye nava dilê dijmin de. Êdî ew çi bikin jî nikarin hêza me pûç bikin, bi dîlgirtina rêberê me nikarin me tune bikin, bi êrîşkirina ser tevgera me re nikarin me lawaz bikin, bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet nikarin me ji hêza me ya ciwantiyê bixînin. Em ciwanên şoreşger in, me li ser fikir û felsefeya ku tu carî têk naçe ya Rêber Apo perwerde dîtiye.”
Bozan di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî ciwanan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, tevlî pêngava “Werin Cenga Azadiyê” bibin, ew jî li her derê têkoşîna xwe ya demoqrasî û azadiyê bilind bikin. Heman demê de ji demoqratîkbûyîna Sûriya û Rojhilata Navîn re pêşengtiyê bikin.
Heman demê de komxebat bi nîqaşa beşdarvanan re ber bi dawî çû. Beşdarên ku tevlî komxebatê jî bûne bi vê awayî nirînên xwe anîn ser ziman;
“Rêber Apo dibêje ‘Ez di welatê promatûsan de hatime girtin, weke ku li promatûs kirin, di Îmraliyê de li min jî kirin. Ez xistim nava çar dîwaran de ji bo ku fikrên min û azadiya gelê min tune bikin.” Lê li ruxmî hemû polîtîkayên qirkirin û çewisandinê ku li Îmraliyê tê meşandin, komploya hêzên navdewletî vala derketiye. Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya îdeolojîk ku 24 saetan dide meşandin, tevahî komploger vala derxistî. Em jî weke ciwanan erka me ye ku em li vê têkoşîna Rêber Apo xwedî derbikevin û di asta herî bilind de pêk bînin. Armanca me ya sereke û girîng azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Emê bi Rêber Apo re di Kurdistan û Rojhilatek Navîn ya demoqratîk de jiyan bikin. Ji ber vê jî pêwîste em komployê rast fêm bikin û Rêber Apo rast bixwînin û bidin xwendin.”
Cudayî wê gelek nîqaş û nirînên dewlemend derketin pêş.
Herî dawî jî komxebata ciwanan bi dayîna daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Besma Mihemed ve hatiye xwendin hate gotin; “Me ev komxebata xwe bi armanca vala derxistina komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi pêşketî, di bin dirûşmeya “BI HESTÊN TOLHILDANÊ KOMPLOYÊ HILWEŞÎNE Û TECRÎDÊ BIŞKÎNE” li darxist. Em ber bi salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ve diçin, ji ber vê jî me derbarê komployê de nîqaşên girîng bi pêş xist.”
Daxuyanî bi spasiya tevahî beşdarvanan re û komxebat bi giştî jî bi berzkirina siloganan bi dawî bû.