STENBOL – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtinê bi muwekîlên xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 18 mehin tu agahî jê nagirin serlêdan kirin.
Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Saziya Înfazê ya Cezayê ya Îmraliyê dan.
Parêzeran daxwaz dikin ku hefteyê du caran bi Rêberê Gelan re hevdîtinê bên pêk anîn. Lê belê, serlêdanên ji bo hevdîtinan bi awayekî sîstematîk bê bersiv têne hiştin. Di hin rewşan de, bi mehan şûnde, weke hincet dayina cezayê dîsîplînê yê li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ji parêzeran re tê nîşandan.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’an de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku ev hevdîtin hatiye qut kirin.
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de karîbûn bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin. Ji wê demê ve hevdîtina parêzeran bi muwekîlên xwe re tê asteng kirin.