QAMIŞLO – Li bajarê Qamişlo Desteya Ciwanan û Werzîşê di bin dirûşmeya “BI HESTÊN TOLHILDANÊ KOMPLOYÊ HILWEŞÎNE Û TECRÎDÊ BIŞKÎNE” komxebatek, li ser esasê salvegera komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li darxistin.
Têkildarî komxebatê ciwan û jinên ciwan ên ku beşdar bûne ji ajansa me re axivîn.
Destpêkê Hevserokê Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bozan Berkel diyar kir ku encamên girîng ji vê komxebatê hatiye derxistin û got; “Bozan Berkel Hevserokê Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê. Desteya Werzîşê li herêma Cizîrê komxebatek li darxist. Ev komxebat li ser esasê têkbirina komploya li ser Rêberê Rêberan Rêber Apo û şikandina tecrîdê hate li darxistin. Komxebata me li ser du xalan hate li daxistin, yek rola ciwanan ya di têkbirina komployê de, ya din jî komplo ji aliyê kê ve hate pêşxistin û li ser çi esasî bi pêş xist, ev her du mijarên me yên sereke bû, me di vê çarçoveyê de nîqaş kir. Her ciwanekî ku tevlî bibû nîqaşê xwe kirin û nirînên xwe dan. Herî dawî jî nirînên hevpar hatin girtin ku ciwan xwe di kîjan çarçoveyê de bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe ya li dijî komployê çawa bidin meşandin. Ji bo ku em Rêber Apo fîzîkî azad bikin, pêwîste tişta herî girîng em hestên xwe yên tolhildanê bilind bikin.”
Bozan bi domdarî di axaftina xwe de dest nîşan kir ku keda Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya di pêşxistina ciwan û jinên ciwan de mezin e; “Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, daxwaza bi giştî ciwanên Rojhilata Navîn e. Ji ber ku tevahî ciwanên Rojhilata Navîn Rêber Apo ji xwe re esas digrin, ji ber Rêber Apo xwedî li ciwanan derket û rola wan ya di nava civakê de derxist pêş. Ji bo ku ciwan û jin bi pêşbixin Rêber Apo gelek ked da, da ku jin û ciwan jî xwe nas bikin pêwîste Rêber Apo bixwînin.”
Di dawiya axaftina xwe de Bozan Berkel bang li tevahî ciwanan kir ku bi hestên tolhildanê, li her derê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin.
Her wiha Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Rîm Dede jî derbarê komxebatê te ev agahî da; “Navê min Rîm Dede ye, koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan. Desteya Ciwanan û Werzîşê ya herêma Cizîrê bi salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an re komxebatek li darxistin. Komxebat di bin dirûşmeya “Bi hestên tolhildanê komployê hilweşîne, tecrîdê bişkîne” hate li darxistin.”
Rîm axaftina xwe bi vê rengî domand; “Ji ber hêzên komploger, di komploya ku ser Rêber Apo pêş xistine de negihêştin armanca xwe, êrîş anîn ser çiyayên Kurdistanê. Êrîşên dagirkeriyê ku li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê tê kirin ew jî berdewamiya komployê ye. Daxwaza wan ewe ku hertim komployan li dijî me berdewam bikin. Bi doz Kurd ne axaftin jî perçeyekî mezin ya komployê ye. Raste dibe ku Rêber Apo 24 salin di Girava Îmraliyê de dîl hatiye girtin, lê ew fîzîkî dîl girtiye, weke fikr ew her azad ma ye. Îro jî em dibînin bi milyonan însan bûne şopdarê vê fikrê, bi hezaran kes ji xewa mirinê şiyar bûn.”
Di nava nîqaşên beşdaran de mijarên ku derketine pêş Rîm wiha anî ser ziman; “Di beşa duyemîn de jî ciwan û jinên ciwan ve diyar kirin ku erka Rêber Apo daye ser milên me erkekî pir giran e, ji bo vê jî erka herî giran ya ku ketiya ser milê ciwan û jinên ciwan ve, têkbirina komploya li ser Rêber Apo ye. Îradeya ku di ciwanan heye, ew îrade Rêber Apo ava kiriye. Ji ber vê jî êrîşên ku niha tên kirin herî zêde ser ciwan û jinên ciwan e.”
Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Rîm Dede bi banga xwedî derketina li Rêber Apo dawî li axaftina xwe anî; “Ji bo vê jî gelekî girînge ku em bi erkên xwe rabin, rastiya rêbertiya xwe nas bikin, rastiya dijmin nas bikin, li beramberî dagirkeriyê çawa karbin têkoşîn bikin, em hemûyan nas bikin. Êrîşa herî mezin li ser me an jî nexwaşiya me ya herî mezin ya ciwan û jinên ciwan ve ew rastiya dijmin e û kesayeta ku di me de ava kirî, dermanê vê nexwaşiyê jî fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Divê em jî li gor wê tevbigerin. Em careke din nehêlin salvegera komploya navnetewî xwe dubare bike.”