REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan ê bajarê Reqa û gundewarên wê ve bi daxuyaniyekê êrîşa çekdarî ya li Silêmaniyê li dijî endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora kovara Jineojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel şermezar kirin û soza tolhildana tevahî jinan dan.
Daxuyaniya ku bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê destpêkirî, ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Emîne Hisên ve hate xwendin.
Daxuyanî bi temamî wiha ye;
“Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqa û gunedwarên wê, êrîşa hovane ya ku di encama wê de akademîsyen Nagîhan Akarsal li Silêmaniyê hatiye şehîd xistin, ku viya xwastin pirsgirêka jinê û azadiya gelê bindest ji holê rakin, lanet û şermezar dikin.
Dewleta Tirk ya faşîst û çeteyên wê ve, pêşengên saziya sivîl û leşkerî ve, ji ber têkçûnên xwe yên li Herêmên Parastina Medyayê hemûyan dikin hedef. Ev planên ku tên kirin, li ser tevahî mirovahiyê weke sûcekê ye bi taybet jî ji bo jinê.
Sedema van êrîşan jî nîşaneya tirsa welatên kapîtalîst û hegomanîk a ji hêz, fikir û vîna jinê ye. Di heman demê de ji bo dewletan weke xaleke lawaz tê dîtin ku ger jin di mijara xwe ya azadiyê de bi israr bin. Û di encama israr û girêdana xurt a di navbera jin û azadiyê de, tirsa di dilê dijminên mirovahiyê zêde dibe. Da ku vê tirsa xwe derbas bikin, dest bi êrîşên hovane dikin.
Em jî weke Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê van êrîşên hovane yên li dijî hemû jinên cîhanê şermezar û lanet dikin, emê li hemberî hemû êrîşên li ser jinê bibin asteng.
Di dawiyê de em soz didin rêberê xwe ku emê li ser fikr û felsefeya wî û şopa şehîdên xwe heya serkeftinê berdewam bikin.”
Daxuyaniya jinên ciwan bi berzkirina siloganan bi dawî bû.