TEBQA – Di komxebatê de, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, jinên ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya beşdar bûn.
Hevserokê Komîteya Werzîş û Ciwanan Mehmûd El Yetîm di komxebatê de axivî.
Mijara yekemîn a komxebatê têkildarî rola ciwanan di şoreşê û di hemû aliyên jiyanê de bû. Beşdaran îşaret bi rola girîng a ciwanan di hemû aliyên jiyanê, projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan de kir û diyar kirin ku ciwanan bi rêya birêxistinbûyîna xwe û vekirina navendan, meşandina xebatan û parastina welêt û belavkirina zanabûna siyasî, çand û exlaqî di nava ciwanan de ev yek ji cîhanê re îsbat kir.
Mijara duyemîn jî li ser ciwan û şer, parastin û azadî bû. Beşdaran îşaret pê kirin ku rola mezin dikeve ser milê ciwanan û hate gotin ku divê ciwan li gorî şerê gel ê şoreşgerî kar bikin, nexasim gel rûdanên nû, êriş û gefên rojane yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li dijî herêmê hene ku bi rêya şerê taybet, ajanan hewl didin destkefiyên şoreşê têk bibin û vîna gelên demokratîk bişikînin. Her wiha hate diyaririn ku ciwan, giyanê berxwedanê û berpirsyariya exlaqî li hember nirxên xêr û edaleta civakî ye.
Di mijara sêyemîn de ciwan û welatparêziyê ye, sekna li hember şerên çekdarî û taybet ên li ser herêmê hatin şîrovekirin. Her wiha banga xurtkirina têkoşînê û parastina destkeftiyên şoreşê li ciwanan hate kirin.
Komxebat bi gelek pêşniyar bi dawî bû. Ji wan, divê werzîş, siyaseta azad, têgeha azadiyê û azadiyê derbirînê werin aktîvkirin, desteka madî û manewî ji tevgerên ciwanan re werin pêşkêşkirin da ku rê li ber koçberiya wan were girtin. Her wiha hate gotin, divê hemleyên hişyarkirinê di nav dibistanan de werin lidarxistin û elaqeyeke mezin bi zarokên şehîdan re were dayîn û derfetên kar ji wan re werin peydakirin û rola ciwanan di parastina cewherî de were xurtkirin.