MEXMÛR – Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji derveyî kadroyên pêşeng ya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê hertim bi gel re mijûl bûye. Nêzîkatiyên Rêber Apo yên ji bo gel nêzîkatiyên pir cuda ne. Hertim civak perwerde kiriye û bi kesayetên gel re yek bi yek mijûl bûye. Serdana malbatan kiriye, bi civakê re her sohbet kiriye, fêmkirinên xwe ji civakê re parve kiriye. Mirovên xwe tevlî perwerdeya gel Rêber Apo bûne, vê ji bo xwe wekî şansa herî mezin û derfeta herî bi nirx dinirxînin.
Di dosyaya me ya beşa 5’emîn de, Ferhan Didêrî ku ew jî di salên 1996’an de li gel Rêber Apo 3’ê mehan dem derbas kiriye, kêliyên xwe bi vê nirxandinê tîne ser ziman;
Xewnek û xeyalek bû
“Navê min Ferhan Didêrî ye. Di dîroka 25’ê Îlona 1996, em 6 kes ji kampa Etrûş çûn Şamê sahaya serokatiyê, em li wê derê jî man. Dema min cara destpêkê serokatî dît, ji bo min weke xeyalekê bû. Êvarê dema em gihîştine wê derê, me çû gel serokatiyê xwarin xwar. Taybetmendiyeke serokatiyê hebû, her dema kesek diçû gel wî pewîst bû xwarin bixe û dema hat jî pêwîste xwarin bixwe, yanê ew du caran bi serokatiyê re pêwîste xwarin bixwin. Dema em cara yekemîn çûn, li wê derê ewqas çavê me li ser serokatiyê mabû, agahiya me ji tiştekî din nebû. Em bi xwe 6 kes bûn dema em çûne, piştre me ji du melbatên din jî 4 kesên din bi xwe re birin. Çûyîna me ya gel serokatiyê weke xewnekî şevan bû, yanê em çawa serokatiyê re bidin bistînin, çawa biaxivin. Em dema çûn sahaya serokatiyê em li ser navê kampê çûne, rapor jî li ser me heye. Piştî ku me xwarina xwe xwar şûnde, ew raporên ku ser ma hatibûn serokatiyê ew xwendin, û hem jî ji me bi xwe pirsî em kîne, ji kuderê ne, çawa hatine. Yek bi yek hemû hevalan xwe pê da nas kirin. Dema ku em nas dikirin jî em rexne dikirin û ji me re digot hûn Kurdên mirî ne, Kurdên kevin in. Dema destpêkê serokatî wisa nêz bû, me got ev çima me tune dike, lê dema ku serokatî ewqas rexne dike şûnde, dîsa ji nû ve rih didiyê û wan ji mirinê şiyar dike.
Bi dîtina serokatiyê re hemû dinya bû ya min
Em gel serokatiyê nêzî 3’ê mehan man, me dewreyeke perwerdê dît. Dîtina serokatiyê nabe şansê her kesî, min bi xwe jî dema serokatiyê dîtiye, wekî xewnekê bû, min got dinya hemû bûye ya min. Ji bo vê jî naskirina serokatiyê zehmet e. Dema ku mirov rastiya serokatiyê nas bike, xeta şehîdan û rêxistinê jî nas dike.
Ger mirov rastiya serokatiyê nas nake gelek şaştiyan dike
Beriya ku em serokatiyê û perwerdeyê li gel wî bibînin, me gelek şaştî kirin, wekî şexs min bi xwe jî ev şaştî kirin. Dema em li Mardînê bûn me xebat dida meşandin, di sala 93’yan de pratîka me ya Mardînê tesfiye bû. Ji ber vê pratîka me jî serokatiyê em gelek êşandin, got hûn ji ortama vê pratîkê hatine, hûn ji Mardînê ne. Rastiyeke wisa jî heye ku, ger mirov rastiya serokatiyê, xeta şehîdan û rastiya rêxistinê nas nake, wê gelek şaştiyan bike. Bi taybet jî dema însanekî Kurd dikeve nava xebat de, pêwîste rastiya serokatiyê nas bike û xwe zana bike û wisa tevlî pratîkê bibe. Ji ber dema wisa neke, ji destpêkê ve rê li ber gelek pirsgirêkan vedike.
Sê mehan li gel serokatiyê mam
Me di nava sê mehên ku me gel serokatiyê derbas kirî de, gelek perwerde dîtin, hem aliyê îdeolojîk, hem aliyê rêxistinî, hem aliyê pîvanên partiyê de em hatin perwerde kirin. Bi serokatiyê re şev û roj jiyan kirin bi xwe ji bo me perwerdeyek bû. Kesayeta ku serokatiyê di me de ava kirî, îro em ser wê kesayetê dimeşin, emê heya dawiyê jî her wisa berdewam bikin.
Serokatî ji bo min pêxember e
Ji ber kesayeta serokatî ya mezin, her kes nikare wî bibîne. Ez dixwazim mînakekê bêjim; “Niha di mislimantiyê de hec heye, ferze herkes biçe vê hecê. Li gorî min eger Mihemed negotiba ew pêxemberê dawî ye, û di qûranê de jî wisa nehatiba gotin, serokatî wê wekî pêxemeberekê ba. Ji ber rola serokatiyê jî weke ya pêxemberekê ye.” Dîtina serokatiyê jî ji bo min wekî çûyîna hecê bû, yanê serokatî ji bo min hec bû. Dîtina serokatiyê ji bo min, ji nan, av û hewayê bêtir girîng bû.
Serokatî partî li ser pîvanên saxlem ava kiriye
Serokatiyê her dema perwerde dida, gelekî zorleme dibû, her ji me re digot hûn kesayetên kevin in. Yan jî dema ku agahiyê şihadeta hevalekî ji eyalet, welat û çiyan ji serokatiyê re dihat, gelekî aciz dibû. Dema ku li wêneyên hevalê Kemal, Xeyrî û Mazlûm dizivirî û ji me re digot; “Eger li gel min 5 hevalên wekî Heqî hebana, min niha min Kurdistan rizgar kiribû.” Dema ku destpêkê jî serokatî partiyê ava dike, wê li ser pîvanên saxlem ava dike.
Serokatiyekî enternasyonal e
Mirov hertim difikre dibîne ku 29 serhildanên beriya serokatiyê çêbûne, nikarîbûn şaxên xwe weke ya serokatiyê belav bikin û mezin bibin. Ji ber derketina serokatiyê ne tenê ji bo perçeyekî bû, heta ne tenê ji bo Kurdistanê bû, derketina serokatiyê ji bo tevahî Rojhilata Navîn bû. Yanê serokatî ne tenê ji bo gelê Kurd têkoşîn kir, ji bo tevahî gelên netewên din jî têkoşîn kiriye. Ji xwe hevalên ku destpêkê bi serokatiyê re dest bi têkoşînê dikin, hevalên çepên Tirk in.
Fêmkirina kesayeta serokatiyê ne hêsan e
Di tevahî dinyayê de kesayetên weke serokatiyê çênebûne. Serokatî hem di fikrê xwe de, hem jî di têkoşîna xwe de însanekî nadir e. Tê bîra min tiştê ku serokatî di salê 1996’an de ji bo kampê gotî, îro hemû di dewreyê de ye. Serokatiyê 26 salan pêşiya xwe dîtiye. Serokatî wê demê gotibû, lê me kesî fêm nekir, rastî jî fêmkirina serokatiyê zehmet e.
Me bi heval Sakîne re jî dem derbas kir
Dewreya ku em tê de bûn hevala Sakîne (Sakîne Cansiz) û hevalê Cuma jî bi me re bû, yanê pêşengên şoreşa me, em hemû bi hevdu re di eynî perwerdê de bûn. Di şexsê hevalê Sakîne de, hemû hevalên jin dihatin perwerde kirin, zane kirin û amade kirin. Serokatiyê ji me re digot; “Heya jin azad nebe, Kurdistan azad nabe, heya Kurdistan azad nebe, zilam azad nabe.” Serokatiyê hemû fikrên xwe li ser azadiya jinê bi pêş xistî. Çiqas jin bi pêş bikeve, ewqas Kurdistan bi pêş dikeve, çiqas jin azad bibe, ewqas Kurdistan azad dibe. Ev fikrekî serokatiyê ye, beriya ku em serokatiyê bibînin, me bi xwe jî mafê jiyanê nedida jinê, me ew maf di jinê de nedidît ku bi zilam re kêfa xwe jiyan bike. Yanê însaniyet di vê astê de paşketî bû û mirî bû. Ema em dibînin serokatiyê zanebûnekî wisa çêkir ku, hem hevalê jin û hem jî hevalê xort îro bi hevre di heman mewziyê de şer dikin. Bi hezaran hevalên jin di xeta serokatiyê de hene.
Kampa şehîd Rûstem Cûdî 29 salin li ser fikr serokatiyê ser lingan maye
Serokatî ji bo kampê em rexne dikirin, digot; “Hûn kadroyê civakê ne, lê hûn nikarin wî gelî bi rêve bibin, hûn her bendewar in.” Wê demê ji me re got rojek wê were ev kampa Etrûşê wê bibe belaya serê rêxistinê. Ji ber serokatî li ser jiyana li kampan pir lêkolîn dikir. Hemû kampên ku di cîhanê de çêbûne, nikarîbûn ewqas weke me 29 salan dewam bikin, an ji hevde dikevin, an jî tên desteser kirin an jî tiştên cuda bi serê wan tê. Lê kampa me bi saya fikr û felsefeya serokatiyê îro li ser lingan maye. Ev kampa me kampa şehîdan e, kampa şehîd şehîd Rûstem Cûdî ye.
Serokatî têkoşîna netewî dide meşandin
Serokatî bi taybet li ser xeta malbata Berzanî û Mam Celal û şoreşa ku wan çêkirî perwerde dida me. Ji ber ku wan beriya PKK’ê de dest bi şoreşê kiribûn. Serokatî digot “Xeta wan xetekî malbatî û şexsî ye, têkoşîna wan ne netewî ye, lê îdeolojiya min li dijî vê yekê ye.” Dema ku serokatiyê behsa vê dikir jî gelekî zorleme dibû digot; “Kesên weke Mele Mistefa Berzanî bi sedan pêşmergeyên xwe şehîd dan, xebat dan meşandin û kedek dan, lê çima xizmeta wan nakeve bin netewa Kurd de.” Serokaî hîn wê demê de têkoşîna yekîtiya Kurdan û doza Kurdan dikir. Ji dîrokê de heya niha tê bîra min hertim ya ku li pêşiya xeta serokatiyê bûye asteng mala Berzanî ye. Ji ber ku ew xizmeta Kurdiyatiyê nakin, malbatî û eşîrtî ye. Ema ya serokatî gel, netew û tevahî Rojhilata Navîn e, yanê têkoşîna serokatiyê her kesî digire nava xwe.”
NC// Dîren Bagok