NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…
BALAFIRA TIRK DAKET ÛGANDAYÊ
8’ê Sibata 1999’an saet 15’an Sefîrê Bilind Kostoûlas li ser daxwaza Sekreterê giştî yê Serokatiya Karên Derve ya Kenyayê Kathoûrîma alîkarê xwe Yorgos Dîakofotakîs şand cem wî. Tirkiyeyê di vê demê de amadekariyên balafira ku min ji Naîrobî bigire dikir. Rêgeha balaifrê diyar bûbû. Balafir 10’ê Sibata 1999’an ji Stenbolê rabû û li gorî dema herêmê saet 16’an daket balafirgeha Entebbe ya ûgandayê. Ev balafira bi tîpa Falcon 900B a ji aliyê Dassaûlt a Fransayê ve hatibû çêkirin û bi işareta TC-CAG bû, ya karsazê Tirk Cavît Çaglar bû. Ev balafira ku di nava fîloya balafiran a şîrketa Nergîs de bû, taybetmendiya wê ew bû ku bêyî bisekine 7 saetan dikare bifire. Nivîsandin û têkiliya bi rayedarên Ûganda re ji aliyê rayedarê Rêyên hewayî ya Gozen Mehmet Dulgeroglû ve hate kirin ku ev şîrket di mijara ewlekariyê xizmetê dide balafirgehên Tirkiyeyê. Dulgeroglû nameyekê dişîne ji rayedarên balafirgeha Entebbe re. Di nameya 9’ê Sibatê de ev agahî tê dayin: Operator: Rêyên Hewayî ya Nergîs, tîpa balafirê: Falcon 900B, Nûmara: TC-CAG, Armanc: Ji bo kar-balafira taybet. Mehmet Dulgeroglû li ser balafirê û rêwiyan agahiyê dide û dixwaze ku alîkarî ji kesên di balafirê de ne bê dayin. Dixwaze ku karê vîzeyê yê kesên di balafirê de ne li wir bê çareserkirin. Di tîma operasyonê de ya ji 9 kesî, kaptan pîlot ê bi navê Atîlla, du personelên balafirê Sadik Sîndal û Yalçin Bal, pênc endamên MÎT’ê û tabîbekî leşkerî hene. Tîma operasyonê xwe weke heyeta karsazên Tirk (bazirganên mûzan) nîşan da û li gorî lihevkirina bi Amerîkiyan re çû paytexta Ûgandayê Kampala ku cîranê Kenyayê ye. Pênc rojan li otela Lake Vîctorîa ya Entebbeyê bi cih bû û li benda agahiya ji Kenyayê ma.
HEWLDANA DERXISTINA BI ZORÊ JI SEFARETXANEYA BILIND
Agahiyên li ser çend kesên di tîma operasyonê de cih girtin, li rojnameya New Vîsîon a Ûgandayê bi sernavê “Navê Tirkên di balafira li balafirgeha Entebbe de” hatin weşandin. Ev tîm ji tûggeneralek, albay û efserekî ji akademiya tipê ya leşkerî ya Gulhaneyê ya Yekîneya hêzên Taybet a Fermandairya Giştî pêk dihat. Lê belê navê yekî ji wan xerîb bû; Gelar Rahîm Reha, Nakî Kor, Hakan Yîgît, Mûrat Gurlay, Onûr Ateş, Alî Sevgîlî û Bariş Tayfûn. Li Îmraliyê min ê navê van hîn bibûya. Ev balafira ku bi hatina agahiyê re wê berê xwe bida Kenyayê, nîşaneyên rastî yên li ser hatin jêbirin û ala û nîşaneyên sexte yên Malezyayê li ser hatin danîn. Heman rojê (10’ê Sibata 1999’an) Sefîrê Bilind Kostoûlas û karsaz Yorgos Panos jî hatin avahiya Sefaretxaneya Bilind a li Kenyayê û careke din hewl dan ku di bin navê plana Seyşeyan de min îqna bikin ji bo ji avahiya sefaretxaneyê derkevim. Sibeha 13’ê Sibata 1999’an bûyereke nû rû da. Li ser israra min a derneketina ji avahiya sefaretxaneyê, vê carê hewl dan min bi zorê derxînin.
REVANDINA DERVEYÎ QANÛNÎ YA BI KOORDÎNATORIYA DYA’YÊ
Sibeha 15’ê Sibata 1999’an saet 8’an, Şefê Protokolê yê Wezareta Karên Derve ya Kenyayê hat avahiya sefaretxaneyê û Sefîrê Bilind Kostoûlas bir cem Sekreterê Daîmî yê Wezareta Karên Derve Kathoûrîma. Dema ku Kostoûlas kete hundirê odeyê, Şefê Îstîxbarata Kenyayê Noan Arap Ta jî li wir bû. Rewş ji nû ve tê nirxandin. Eşkere bû ku bi koordînatoriya DYA’yê, li Wezareta Karên Derve ya Kenyayê hikumetên Yewnan (Di şexsê Pangalos û Kostoûlas de) û Kenyayê ji bo revandina min bi awayekî ne qanûnî rewşa dawî nirxandine û encama vê jî ji 4’ê Sibatê ve ji hikumeta Tirk re ragihandine. Ji xwe derkete holê ku dema Sefîrê Bilind Kostoûlas li Wezareta Karên Derve ya Kenyayê ev hevdîtin dikir, balafira tîma Tirk a pênc rojan li balafirgeha Entebbe ya Ûgandayê bû, ji bo bê balafirgeha Kenya-Naîrobiyê li benda işaretê bû. Heman piştî vê hevdîtinê, balafirga Tirkiyeyê ya li Ûgandayê heman rojê saet 11’an ji bo rabe işaret wergirtiye. Li ser vê yekê nîşaneyên rastî yê li ser balafirê hatin jêbirin û al û nîşaneyên sexte yên Malezyayê li ser hate kirin. Saet 13:55’an jî ber bi balafirgeha Jomo Kenyatta ya Naîrobiyê bi rê ket.
Balafira ku xwe li balafirgeha Naîrobiyê danî li vir sekinî. Her tişt berê hatibûn amadekirin. Li gorî lihevkirinê, tîma Tirk ji balafirê derneket. Sefîrê Bilind ê Yewnanîstanê Kostoûlas jî Kalenderîdîs girt cem xwe û wê hewl bida min îqna bike ji bo ji avahiya sefaretxaneyê derkevim. Piştî ku ji derî derketim jî wê rayedarê Kenyayê Noan Arap Ta û polîsên wî ez birevanda û radestî tîma Tirk a li balafirgehê bikira. Wê eşkere bibûya ku lihevkirina veşartî wiha ye.
EZ YEKSER BIRIN CEM BALAFIRÊ
Sefîrê Bilind Kostoûlas di çarçoveya peymana bi rayedarên Kenyayê re kirî, li gorî wezîfeya jê re hate dayin wê saet 16:30’î bihata sefaretxaneyê. Pênc wesayitên ji plaqeya hikumeta Kenyayê, sê cîpên bi tîpa Land Rover saet 18’an li hewşa mala Sefîrê Bilind Kostoûlas park kirin ku 14 roj in li wir bûm. Yên ku ez bi zorê bi cîpê revandin, rayedarên ewlekarî û îstîxbarata Kenyayê bûn. Hemû kesên di wesayitan de mirovên reşik bûn; çar kes bûn. Balkêş e; dema ku em gihîştin balafirgehê ti polîs an jî benda kontrolê tune bû. Em yekser ketin nava balafirgehê û yekser ez birin cem balafirê. Vê yekê jî nîşan dida ku her tişt ji berê ve hatiye plankirin. Mirovên reşik wesayit li ber deriyê balafira li balafirgehê sekinandin. Hemû kesên li derdora balafirê mirovên reşik bûn. Kincê sivîl li wan bû, hinekan berçavka reşik xistibûn çavê xwe. Hinek jî çavê wan kesk bû, zerik bûn, çekên otomatîk di destê wan de bûn. Dibe ku Îsraîlî bin, lê belê bêhtir dişibiyan Amerîkiyan. Bi îhtimaleke mezin endamên CIA û MOSSAD’ê bûn.
TIRK TENÊ DI HUNDIRÊ BALAFIRÊ DE BÛN
Heta kêliya li balafirê hatim siwarkirin Tirk tune bûn. Tirk di hundirê balafirê de bûn. Dema ku ketim hundirê balafirê, Tîma Taybet a Tirk bêyî ku tiştekî bêje yekser ez li erdê dirêj kir. Rahiştin her tiştên bi min re, bi bantan her derê min girê dan, banteke qalind bi çavên min ve kirin û ez li paş balafirê danîn. Hişê min hema bêjin bi temamî ji serê min çûbû. Min bi xwe re nedidît bimeşim, ne di wê rewşê de bûm ku bifikirim. Piştî du saetan hatim ser hişê xwe. Balafir du caran daket; cihê destpêkê Misir bû, ya duyemîn jî Îsraîl an jî Qibris bû. Dema ku ez bi keştiyê anîn girtîgeha girava yek kesî ya ku bi taybetî hate amadekirin, sibeha 16’ê Sibatê bû. Heman rojê (16’ê Sibata 1999’an) Serokwezîr Bulent Ecevît ji raya giştî re eşkere kir ku min anîne Tirkiyeyê.
HELWESTA MIN A DESTPÊKÊ NEAXAFTIN BÛ
Li balafirê dema ku çavên min vekirin, tişta ku min dixwest bêjim ev bû: “Ev serketin ne ya we ye. Yên ku ji we re dibêjin ku dostaniyê bi we re dikin, ne durust in. Dixwazin vê lîstikê bi her du aliyan re bilîzin. Min ti carî dijminatî li Tirkan nekiriye. Ji aliyê dayikê ve girêdana xwînê jî heye. Aştî û biratî yekane rêya rast e. Zelal e ku ez ê têkoşîna xwe ya ji niha û pê ve li ser vê bingehê bimeşînim.” Ya rast, helwesta min a destpêkê ew bû ku heta dawiyê neaxivim.
JI BO PÛÇKIRINA KOMPLOYÊ…
Yekser eşkere bû ku helwesta min a neaxaftinê wê bike ku komplo veşartî bimîne. Ji bo karibim detayên komploya li ser mirina min hate amadekirin eşkere bikim û pûç bikim, divê bijîm. Ev yek a herî rast bû. Her tişt li ser mirina min hatibû amadekirin. Bi komployê de amadekarî kiribûn ku min mîna paketeke ji hewayê radestî şovenîzma Tirk bikin û lîstika “Li arena Romayê bike xwarina li ber şêran” amade bikin. Encama ku dixwestin li ser mirina min bi dest bixin, “Tirkiyeyeke windakirî, Kurdên windakirî” bû. Xwestin bi rêya komployê rê li ber şerekî bi dehan salan vekin. Yek ji xiyanetên herî mezin ê sedsalê xwe hîn weke dost û alîgirê azadiyê nîşan dida; xwediyên helwesta leheng û mezlûman jî wê bi awayekî bê rehm tine bikira û bida jibîrkirin.
SÎSTEMA ÎMRALIYÊ YA KÊ YE?
Sîstema Îmraliyê ji aliyê sîstem/cîhana kapîtalîst ve bi taybetî li dijî min hatiye amadekirin. Li vê sîstemê cihê hiqûq û qanûnan nîne. Ji bo îradeyê qels bike, bi demê re birizîne û teslîm bigire hatiye amadekirin.
Hem ji aliyê mercên girtîgehê ve hem jî ji ber revandina li derveyî hiqûqê, dikarim bêjim ku girtîgeha Îmraliyê weke Gûantanamo ya destpêkê (Proto Gûantanamo) xistine dewrê. Ji destpêka vê pêvajoyê ve însiyatîf di destê DYA’yê de ye, Îngilîstan û Îsraîlê roleke girîng lîstine. Di revandina min de Gladiyoya NATO’yê, CIA, MOSSAD, MI6, MÎT a Tirk û îstîxbarata Yenwan hevkarî kirine.
EZ MEHKÛMÊ KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ ME
Bizmarê destpêkê li Moskowayê hate lêdan; bi serma xiyanetê hesiyam. Bizmarê duyemîn li Romayê hate lêdan; li pêşberî dek û dolabên zirav ên kapîtalîzmê min dest ji rûmeta xwe berneda. Bizmarê sêyemîn li Atînayê hate lêdan; li pêşberî xiyaneteke dostaniyê ku berê qet nehatiye dîtin, lal bûm, tevizîm! Bizmarê çaremîn li Naîrobiyê hate lêdan; radestî Tirkiyeyê hatim kirin ku bi cezayê îdamê li min digeriya. Di encama ‘komploya çar mix’ de li girtîgeha girava yek kesî ya Îmraliyê ya li Derya Marmarayê -Goristana Hades- hatim bicihkirin û di çar mixê de li benda mirinê (darvekirinê) hatim hiştin. Lewma ez ne mehkûmê Tirkiyeyê me, ez mehkûmê komploya navneteweyî me.
BI MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK BERSIVÊ DIDIM KOMPLOYÊ
Bi pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk re ku min li Îmraliyê afirand, min planên wan pûç kir. Cezayê îdamê hate rakirin, lê belê heta mirinê wê min di nava tecrîda giran de li ‘korîdora mirinê’ ku ji îdamê jî xerabtir e û gav bi gav ber bi mirinê ve dibe, bihatima hiştin. Ev statuya ku hîn jî di nav de têm hiştin, bi pêkanînên tecrîda mutleq didome. Di nava van şert û mercan de jî bi derfetên kêmî serê derziyê, bi rêya parêznameyên xwe min ê modernîteya demokratîk weke alternatîfa sîstem/cîhana modernîteya kapîtalîst a komploger baifiranda û bi vî rengî bibûma bersiv. Bi vî rengî komploya navneteweyî ji aliyê teorîk ve wê bihata teşhîrkirin û pûçkirin. Di pratîkê de jî wê hewldanên min ên ji bo aştî û çareseriya demokratîk dewam bikira.
Li dijî lîstikên li ser Tirkiye û me tên lîstin, me hewl da xeta hiqûqa demokratîk û feraseta parastina rewa bidin rûniştandin. Ez li ser vê bingehê banga yekîtiyê li Kurdan dikim.
Bi dawî bû….