Ji pênûsa Gerîla…
Stêrk Garzan: 9 cotmehê, salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber’ê Gelê Kurd Rêber APO hatiye pêşxistinê ye. Di serî de em dixwazin ji we vê bipirsin hûn vê rojê çawa dinirxînin. Hûn di nav bersivdanek çawa de ne?
Binevş Sarya: Di serî de ez dixwazim nehê cotmehê, salvegera komploya navnetewî binirxînim.
Ez wek jinek di nav rêxistinê de, wê komloyê şermezar dikim û wan komplogerên cîhanê, yên xwedî zihniyeta komploger şermezar û lanet dikim.
Dema mirov lê mêze dike heta roja îro li ser ti serokan û însanê zanist komloyê wiha mezin û bêbext yên demdirêj nehatine pêşxistin. Di dirokê de hertim komployên ewqas qirêj li ser mirovên dij dewletî û parastvanê mirovahiyê hatine pêşxistin. Lê belê ev komploya ku li ser Rêber’ê me hatiye pêşxistin ji hemûya xerabtir û şerma cîhanê ya herî mezin bi xwe ye. Di nav wê de ti tiştekî însanî ku hebe mirov nabîne. Ev komplo herî zêde di wîjdanê mirovan de êşandin dide çêkirin. Ji bo ku ev komplo were vala derxistin û were şermezar kirin, berî her tiştî li serê van çiyayan bersivê herî mezin em ê bidin û bi taybet xwedî helwestên mezin bin, di kesayeta Rêber APO de hemû cîhanê rizgar bikin. Rastiya ku em anîn vê astê, em bi nirx û kesayeta xwedî vîn kirine, em azad kirine Rêber APO ye. Rêber APO hemû jiyan da afirandin û hemû kes, hemû cîhana mirovahiyê li gor van taybetmendiya da pêşxistin. Bi taybet ez dixwazim di derbarê vê pirsê de karibim bersiv bidim ku ji bo min çi watê dide, an jî em Rêber APO çawa bi wate dikin, ev pirs gelek girînge. Bi rastî jî bi çend gotina anîna ziman û bersivandina vê pirsê dibe ku têrê neke, lê belê em Rêber’ê xwe çiqasî bînin ziman jî, ji xwe kêm e. Ji ber ku em dizanin di dîrokê de gelek fîlozof, zanist û alim derketine. Di her aliyê ilmê civakî û dîrokî de bi nirxandin û sentezkirinê xwe Rêber APO hemû derbas kirine.
Rêber APO dibêje min wek pêxember an jî fîlozof nenirxînin. Hûn vê yekê çawa bi nav dikin?
Binevş Sarya: Ez dikarim bibêjim, Rêber APO şîrovevanê hemdem yê sedsala 21ê ye. Ji bo min wateya kesayeta Rêber APO hemû derbas kiriye. Bi kesayeta xwe ya azad hemû nirx û hêjayên azadiyê bi xwe re aniye. Hemû dem bi xwe re daye destpêkirin. Bi qasî ku di îro de jiyan dike di heman demê de hemû taybetmendiyê dîrokê jî bi xwe re dide jiyankirin û hemû wateya bi xwe re tîne. Ew ne kesayetê tenê vê demê ye. Hemû hêjayên mirovatiya azad bi xwe re ragirtiye û heta niha bi jiyanîkirina wan radibe. Hemû mîrasên dîrokî yên mirovahiyê di kesayeta xwe de bi dîrokê re kiriye yek û bi wan taybetmendiya nirxandina civak, xweza, demokrasî, azadî û wekheviyê dike. Her ku dibêje ‘Dîrok di îro de ye û ev dem dîrok e’,vê di kesayeta xwe de dide jiyankirin. Ji ber ku ewqasî bi taybetmendiyên kesayet û nirxên civaka azad ya bi exlaqî û polîtîk ve girêdayî ye çareseriya ji bo pirsgirêkên mirovahiyê ku diafirîne ewqasî di cih de ne û çareseriya hemû civak û mirovahiyê bi xwe re tîne. Felsefe û zanistiya Rêber APO însan ji nû ve dana afirandin însan ji nû ve dana çêkirin e. Dibe ku dayikek ji bo zarokekî biwelidîne neh mehan di zikê xwe de zaroka xwe xwedî dike, pişt re heta ku mezin dibe wê zarokê xwedan dike hemû berpirsiyartiya wê radike. Lê Rêber APO bi hezaran însana ji nû ve diafirîne, cardin bi xweza, jiyan û rastiya însan re dide naskirin. Ji ber vê yekê ewqas kesayeta jinê û nirxê jinê ji kûr de hîs dike û tîne ziman. Ferqa însanê ku bi feraseta Rêber APO ya azadiyê hatiye afirandin di roja îro de xwe ispat kiriye. Li hemberî vê kesayetê em îro li pergala dewletî dinêrin ti derekî ku dagirkerî, nelirêtî, qirêjî, bêexlaqî, şerê berjewendî ku tê de ne hatiye bikaranîn nemaye. Pergal û kesayeta ji aliyê pergala dewletî ve hatiye afirandin hemû li ber qiraxê întîharê hatine sekinandin. Hemû rewşa mirovahiya cîhanê vê dide diyar kirin. Ji ber vê yekê her çareseriya ji aliyê Rêber APO ve tê diyar kirin dibe çareseriya hemû mirovahiyê. Ji ber vê yekê Rêber APO ji bo min tê wateya ji nû ve afirandina însana, bi vîn kirin û azadiya însan bi xwe ye.
Zîlan Caf hûn Rêber APO çawa dinirxînin. Bendewarî û nirxandina we ji bo vê demê çi ye?
Zîlan Caf: Ez komploya nehê cotmehê ya navnetewî şermezar û lanet dikim. Ez dixwazim ji bo Rêber APO hestê xwe bînim ziman. Di vê salvegera komployê de Rêber APO anîna ziman û hestê xwe ji bo wî bi ziman kirin bi rastî jî gelek zor e. Ji ber di vê salvegera roja reş de em hem wî bibîr tînin û hem jî paraznamê Rêber APO dixwînin. Bi rastî jî di vê demê de Rêper APO bi nav kirin û rewşa wî vegotin gelek zore.
Di vê demê de bi taybet wek gêrîlayek jin û şervanê azadiyê bi hemû taybetmendiyê Rêber APO re girêdayî ez dixwazim encamê ku min girtine di jiyana xwe û kesayeta xwe de bikim yek. Ez her tim bi hêvî me rojekê ez Rêber APO bibînim. Ji ber ku ev sala yazdemîn e Rêber’ê me di rewşa herî giran de ye, ez gelek pê dêşim. Ji bo dîtina min ya bi Rêber APO re rast were pêkhatin ez dixwazim xwe bigihînim asta jinek zane ku ew dixwaze. Di heman demê de asta jina ku Rêber APO hedef dike ber bi azadiyê ve bibe. Ji ber tê zanîn ti kesayet û rêber wek Rêber APO keda azadiya jinê nedaye. Rêber’ê me pîvana jina azad bi zanebûna xwe û ya civakê dide diyar kirin û dibêje “Jina azad jina ku rastiya xwe dizane û bi vê zanebûnê tevdigere”. Ez jî dixwazim li gor vê rastiyê hem kesayeta xwe û civaka xwe bizanibim û xwe bigihînim asta ku Rêber APO dixwaze. Ev erk û hevalbendiya min bi Rêber APO re ye. Ji bo ku ez silav û hevaltiya Rêber APO heq bikim ez ê xwe bigihînim vê astê.
Em niha paraznamê Rêber APO dixwînin. Hemû helwesta min eve ku girêdana xwe bi Rêber APO re hîn zêdetir bikim. Di dilê xwe de hîn zêdetir bidim rûnişkandin. Her kes dizane ku Rêber APO di dilê me de wek pepûleya di nav gul û gulîstana de hatiye bi cih kirin. Ev komplo nikare wî ji dilê me derxe. Eksî vê yekê cihê wî hîn kûrtir dibe. Her çiqas em li ser rastiya van yanzdeh sala difikirin girêdan û hestewariyên me ji bo Rêber’ê me hîn zêdetir dibin. Bi taybet li ser pirsa ‘çawa jiyan kirinê’ ez xwe kûr dikim.
Hûn li hember vê pêvajoya ku bi neçarî tê jiyankirin helwestek çawa eşkere dikin?
Zîlan Caf: Cardin di aliyê siyasî, birdozî û leşkerî de em di pêvajoyek girîng re derbas dibin. Di vê demê de bi taybet ji bo bersivdana herî xurt ez xwe amade dibînim. Bi rastî jî her dema ku meha cotmehê nêzîk dibe weke dilê her jinek Kurd dilê min jî dikeve nav xemgîniyek herî mezin. Ji xwe ev dibe hinceta herî mezin ku em bi hemû hêza xwe dixwazin bi Rêber APO re hevaltiyek rast pêşbixin û zanistiya wî bi jiyan bikin. Di hemû roja de bi taybet rojên reş ya 15 sibatê û nehê cotmehê bi şagirtên Rêber APO û hevalên wî yên roja azad wek jinên YJA-STAR û PAJK’ê her tim bi wîrebin û di nav dilê xwe de dorpêç bikin. Em ti carî Rêber’ê xwe bi tenê nahêlin. Heta niha me dîlgirtina Rêber APO nepejirandiye û em ti carî napejirînin. Em ti carî fêrî vê rastiya komplogeriyê nabin. Heta em hene ji bo azadiya Rêber’ê xwe em ê tevbigerin. Li ser vî bingehî ez cardin vê roja reş û şopvanê vê zêhniyeta reş lanet û şermezar dikim. Silavê xwe yên ji wargehên azad wek dilê hemû têkoşervanên azadiyê bi dilê xwe re ji bo Rêber’ê xwe rê dikim.
Zîlan Sêrt ji 99 an û vir ve Rêber APO di girtîgeha Îmraliyê de ye. Di warê hiqûqî de gelek îhlal hatin kirin. Mafê wî yên însanî ji dest hatin girtin û li hember gelek êrîşên dijmirovahî ma. Gelo di aliyê hiqûqa heyî de hûn dikarin çi bibêjin?
Zîlan Sêrt: Di serî de ji bo vê rojê hemû kesimên dagirker û komploger lanet û şermezar dikim. Li hember Rêber APO êrîşa ku hatiye pêşxistin, di heman demê de li hember hemû nirxên me ne.
Bi taybet li ser civaka polîtîk û exlaqî ez dixwazim biaxivim. Girêdana hiqûq û exlaq ve girêdayî li ser esasê parazmana Rêber APO dixwazim nirxandinê xwe pêş bixim. Ji ber Rêber’ê me, bi destê hêzê pergala ji exlaq û polîtîka bêpar hat dîlgirtin, ev yanzdeh salin di rewşa herî giran de jiyan dike. Ger behsa hiqûq û pîvanên hiqûqî li gor rastiya îro were kirin, em dikarin tenê behsa neçariyê bikin. Ji ber bi navê hiqûq û her wiha bi navê pergalê çi heye di nav krîzek gelek mezin de ye.
Tê zanîn di rastiya civaka seretayî de asta hiqûq ya yekemîn tevger û lewaziyên jiyanê didin diyar kirin. Komikên mirovan li gor klan û hejmarê xwe rêgez û pînanên xwe eşkere dikin. Her ferdê wê komikê bi dilxwaziya xwe ji bo jiyana xwe bidomîne û xwe bidebirîne van rêgezan bi cih tîne. Lê em dizanin piştî civaka çînayetî pêş dikeve ev pîvanên hiqûqî hemû li gor berjewendiya dewletî û desthilatdariyê hatine bikaranîn. Di hemû pêvajoya demdirêj de em dinêrin ev rastiya dibin navê hiqûq tên jiyankirin ger gotin li cih be bê exlaqî û bêhiqûqiya herî mezin e. Ji ber vê yekê cardin tê xwestin pîvanên civakê yên jiyanî hiqûq û exlaq were zindîkirin. Niha bi navê hiqûq di pergalê de gelek kirin û pêkanîn hene. Kesê ku sûc dikin tên girtin û li hember pîvanên zihniyeta desthilatdar yên paşverû tên dadgeh kirin. Heta ku pergal li gor xwe kesayet di girtîgeha de dide veguhartin an jî bi gotinek din heta ku tîne asta ku ew dixwaze kesayet serbest berdide. Lê em dinêrin eve veguhartinek li gor berjewendiyan tê pêkanîn. Ne li gor taybetmendiyê civakê û pîvanên exlaqê civakê ye. Ji ber vê yekê di rastiya xwe de dibe bê hiqûqiya herî mezin. Ev bi taybet bi zanistiya Rêber APO tê xwestin ku were sererast kirin.
Zîlan Sêrt hûn di nav xwe de şêweyê dadgeriyê çawa bi kar tînin? Ferqa feraset û dadgeriya we û ya pergalê de çi cudabûn heye?
Zîlan Sêrt: Di pergala konfederalîzma demokratîk de, di KCK de ev hiqûq li gor pîvanên vîn û azadiya kesayet tên bikaranîn. Kesên bê zanebûn, bê hemdê xwe an jî li gor ku ji pergala desthilatdariyê hin fêrbûnê ku nikare derbas bike û kêmasiya jiyan dike di nav têkoşina azadiyê tê dadgeh kirin. Lê ev bi perwerde û zanebûnek giştî tê derbaskirin. Di rastiya xwe de dibe bingehê ji nû ve cîhan, civak, rêxistin û pîvanên azadiyê hembêz kirinê. Dema ku ev zanebûn tê rûnişkandin û di kesayet de dibe bingehê taybetmendî, cardin heman kêmasî dernakeve. Di heman demê de ev kesayet dibe pêşengê civaka exlaqî û hiqûqî. Lê em li pergalê dinêrin kesên di vê derbarê de tên dadgehkirin dibin hemwelatê dewletî û di hemû xizmetkariyê wê de tên bikaranîn. Yanî dibe peyrevê dewletê. Di encam de tê zanîn hemû karên ne li rê û zîhniyeta kor ya dewletî di her derî de xwe dide diyar kirin. Ji ber vê yekê em li ser vê rastiya binpêkirina exlaq û hiqûq ewqasî kûr disekinin û bi zanistiya Rêber APO cardin sererast dikin. Dema edalet tê gotin ji xwe bi hemû hêza xwe jin pêşengiya vê demê dike. Ev rastiya ku bi kesayeta jin ve girêdayî ye. Ev di her beşê Kurdîstan’ê de dana rûnişkandin karê stratejîk yê demdirêj e. Bi zehmetiyê xwe re cardin jin ev bar rakiriye ser milê xwe û di hemû qadên civakê de pêşengiya vê demê dike. Bi taybet di asta zanistiya giştî, rêxistinî û pêşengî de jin di her qada avakirina civaka exlaqî de li pêş e. Ji nû ve lêkolîna hiqûq û edalet dibe avakirina civaka polîtîk û exlaqî. Ev dibe alternatîfa pergala heyî. Cardin bi vê avakirinê ve girêdayî em dikarin komploya navnetewî vala derxin û bersiva demê li gor zanebûna Rêber APO bijiyan bikin. Cardin ji bo Rêber’ê xwe ez silavê xwe yê herî mezin rê dikim. Girêdan û sozê xwe nû dikim. Bi bedêlên herî giran yên ku pêşangiya vê demê dikin, berxwedanvanê zindana, dayikê me di rêza pêş de û hemû mirovahiya ku bi Rêber’ê azadiyê re girêdayî silav dikim. Ev dibe sozê me yê berxwedan û bi hevrebûnê. Dibe sozê me yê girêdan û hevaltiya Rêber APO.
Şînda Fransa hûn di aliyê xwe de Rêber APO çawa didin îfade kirin?
Şînda Fransa: Di serî de ez komploya bi lanet û dijmirovahî ya ser Rêber’ê me hatiye kirin şermezar û lanet dikim. Em ê her tim bi Rêber’ê xwe re bin û li ber xwe bidim. Rêber’ê me behsa demokrasiya gulê dike. Berî her tiştî ez Rêber APO wek gulekî bi dest digrim. Ew ji bo me azadî, aşitî û nasname ye. Me xwe bi Rêber’ê xwe nas kir. Rêber APO ji bo min nasnameya azad e. Gul çawa ku parastina xwe bi sitiriyê xwe dike em jî li gor zanistiya Rêber’ê xwe bi parastina xwe ya rewa xwe diparêzin. Cardin gul bi xwe weke jinê ye. Çawa jin ji axa xwe, ji nasnama xwe, ji civakbûna xwe hatiye qutkirin di heman demê de gul jî, ji hemû hebûnan hatiye qutkirin. Ji herdûyan re azadî pêwîste. Demokrasiya gul’ê bi azadiya jin û gulê tê afirandin. Em ê bi berxwedaniya xwe, xwe bighînin vê armancê. Pêwîste herdû jî neyên kuştin û tinekirin. Di dawî de ez dixwazim bibêjim gul di dara xwe de xweşike, jin bi nasnama xwe ya azad xweşike. Pêwîste herdû jî neyên jêkirin û werin parastin. Di vê roja ku lîstokê lanet hatine jiyan kirin de, ez ji bo Rêber’ê xwe hemû gulê Kurdîstan’ê diyarî dikim. Vê rojê lanet û şermezar dikim.
Şîlan Denîz ji bo vê rojê hûn di nav hewildanek çawa de ne?
Şîlan Denîz: Di vê rojê de ez komploya nawnetewî şermezar û lanet dikim. Rêber’ê me bi parastinê xwe û nêrînê xwe yê azad ev roj vala derxistiye. Ji xwe gelê me bi berxwedanî û girêdanê xwe ev komplo di aliyekî din de vala derxistiye. Ji bo me perspektîfa jiyana azad ya vê demê nexşeya rê ye. Cardin di her alî de di paraznamê Rêber’ê me de rêya têkoşîn û berxwedanê hatiye eşkerekirin. Di van rojan û hemû rojan de em bi vê zanebûnê têdikoşin. Ev perspektîfên jiyanê ne, jiyana nû ne. Bi van proja û nêrînên azad em dixwazin bersiva komploya navnetewî bidin nîşandan. Însan ji nû ve bi nirx bikin. Însan bigihînin asta ku heq kiriye. Ji bo ev ast derkeve holê, em li ser edaleta civakê disekinin. Edalet û hiqûqa ku îro tê bikaranîn hemû bi lîstokê dagirkerî û zîhniyeta desthilatdar tê meşandin. Derveyî vê rastiyta hiqûq û edaleta dewletî ku ji rastiya civak û nirxê mirovahî dûrin û wan nirxan dimijin ji holê rakin. Rastiya civaka exlaqî û polîtîk ji nû ve bijiyan bikin. Ev ê bibe vala derxistina komploya navnetewî. Bi taybet bi rengê jinê em dixwazin vê ferasetê bidin afirandin. Ji ber dema ev zanistî ji bandora jinê hat derxistin, bê edaletî û bê hiqûqî hat avakirin. Li ser vî bingehî di vê roja reş de bersiva herî rast ku em dixwazin bidin diyarkirin di derbarê hiqûq û edaleta azad ya rast de ye. Em ê heta dawiyê li ser esasê zanistiya Rêber APO vê lêgerîn, lêkolîn û armancê xwe bidomînin. Ez cardin vê roja reş lanet dikim û dibêjim em ê her tim bi Rêber’ê xwe re bin.
Zîlan Gever hûn di derbarê vê rojê de bi çi awayî di nav bersivdanê de ne?
Zîlan Gever: Ez komploya navnetewî şermezar dikim. Heta niha berdewame. Em wek kadroyê Tevgera Azadiyê vê rojê napejirînin. Em li gor perspektîfê Rêber APO vê komployê bi berdewamiya wê bi kûrkirina birdozî dixwazin bibersivînin. Ez hîn zêde di aliyê nirxên me yên giranbiha, şehîdan de dixwazim bersiv bidim. Ew mîrasên me yên herî mezin in. Bi watekirina wan em bersiva vê rojê û hemû rojan didin. Ev hiştiye gelek caran di hemû demên zehmetiyan de bawerî û vîna mezin derkeve holê. Em dizanin komplo hîn berdewam dike. Di aliyê şehîdên me yên azadiyê de em dixwazin bersiv bidin. Bi taybet di vê pêvajoyê de tê zanîn Rêber’ê me bi paraznamê xwe hemû pêvajo zelal kiriye. Bi hemû pêşketinan re girêdayî li ser esasê paraznama Rêber’ê xwe em dixwazin bersiv bidin. Komplo vala derxin. Ji ber rêxistina me rêxistina şehîda ye. Bi taybet bi xwedîderketina şehîda em dixwazin vê rojê binirxînin. Eve jî bi tevlîbûna jin û bi zanebûna jinê tê berdewam kirin. Hemû pîvanê sekna jiyana azad, xwedî derketina li hevalên me yên şehîd û giranbûha wek heval Meryem, heval Zeynep, heval Rotînda, heval Bermal bi hezaran hevalê me bi taybetmendiyê wan dixwazin bi jiyan bikin û bidin jiyan kirin. Her ku ew bi xwestekên xwe, bi mîrasên xwe werin jiyankirin hîn zêdetir komplo tê vala derxistin, pergala jiyana azad tê afirandin.
Şayan Çirav: Di serî de ev kesên ku di nav vê komploya navnetewî de cih girtine û bûne alîkar şermezar û lanet dikim. Ev komplo heta niha berdewame. Ji dema rêxistina azadiyê xwe tevger kiriya û heta niha ev komplo hene û hîn jî berdewam dikin. Her tim zîhniyeta komploger xwestiye di navbera me û Rêber’ê me de astengiyan derxe. Bi komployên rûreş dixwaze me ji hevdû qut bike. Di navbera gel û Rêber’ê gelê Kurd de qutbûnê çêbike. Lê tê zanîn ruxmî yanzdeh salên derbasbûyî armancê van xayinan pêk nehat. Eksî vê yekê em bi Rêber’ê xwe re hîn zêde hatin girêdan. Hîn zêde hêza berxwedaniyê derket holê. Ya ku vala derket komplo bi xwe ye. Rêberê me ji bo hemû mirovahiyê ked dide. Ne wek serokê din, tenê ji bo xwe, an jî bo gelê xwe dixebite. Ji ber vê yekê herkes li Rêber APO xwedî derdikeve. Kes nikare di navbera me de ti astengiyan derxe. Di hemû rêxistin û berxwedaniya me de azadiya Rêber’ê me esase. Hemû keda me, meşa me, tevgera me ji bo azadiya Rêber’ê me ye. Heta ku em Rêber’ê xwe azad nebînin em dev ji vê rastiyê bernadin. Ez cardin komploya navnetewî lanet dikim. Em her tim bi Rêberê xwe re ne.
Çavkanî: pajk.org