QAMIŞLO – Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Tirbespiyê li ser polîtîkayên şerê taybet ya koçberiya ji welat şanoyek pêşkêş kirin.
Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Tirbespiyê li nava sûka bajêr, li ser hestên welatparêziyê û polîtîkayên şerê taybet ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê dimeşîne, dixwaze herêmê ji gel û ciwanan vala bike şanoyek pêşkêş kirin.
Jinên ciwan şanoya xwe bi navê koma Şehîd Delal Amed pêşkêş kirin. Bi dehan şênî bûn temaşevanê şanoyê.
Jinên ciwan ên ku tevlî şanoyê bûne, diyar kirin ku ewê bi her awayî polîtîkayên dewleta Tirk a qirker vala derbixin û ewê tu carî dev ji welatê xwe bernedin.
Şanoya jinên ciwan bi siloganan bi dawî bû.