ZÛRÎH – 4’ê Cotmehê roja sêşemê saet 18:30’an li Gara Trenê ya Navendî ya Zurîhê bi pêşengtiya Teko-JIN û YJK-S’ê li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel çalakiyek hate li darxistin.
Kurdistanî û dostên wê bi deqeyeke rêzgirtinê dest bi çalakiyê kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka CDK-S’ê Selma Sûrer destnîşan kir ku di şexsê Nagîhan Akarsel de qetilkirina hemû jinan pêk hatiye û got; “Em jinên Kurd wê bibin pêşengên berxwedana jinên cîhanê.”
Piştî daxuyaniyê girse ber bi Altstadtê ve meşiya. Meş li Rathaûsbrûcke bi dawî bû. Di çalakiyê de bê navber silogana “Jin Jiyan Azadî” û “Kujer Erdogan e” bi zimanê Elmanî jî “Em Piştevaniya Navnetewî bilind bikin” hatin berz kirin.