NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Pîsa yê Îtalyayê, li Toscana û li Katanyayê ya Sîcîlyayê, dostên enternasyonalîst ên têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel helwest nîşan dan û li kolan û qadên gel afîş û pankart daliqandin.
Jinên Îtalî gotin: “Li Silêmanî, li Başûrê Kurdistanê, li Iraqê, dengê mezin ê Jineolojiyê Nagihan Akarsel bi êrîşa dewletê hat qetil kirin. Êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca tunekirina civakê li dijî jinan zêde dibin, lê ev yek wê hêrs û rêxistinbûna me zêdetir bike.”
Li Kurdistanê, li Îranê, li Afganîstanê jin dadikevin kolanan, qadan, dengê xwe ji bo afirandina cîhaneke cuda ku azadî tê de serwer e, bilind dikin.
Jin Jiyan Azadî – Têkoşîna jinan bê dawî ye…