Nasnameya sê gerîlayên azadiyê hate eşkere kirin

"Hevrêyê me Cûdî taybetmendiyên fermandariya serdema nû di kesayetiya xwe de şênber kir û bû fermandarek ku ji jiyanê heta bi têkoşînê her tiştên wî dikare bibe mînak. Weke hevrêyên wî em ê kevneşopiya berxwedanê ya ku hevrêyê me Cûdî radestî me kiriye heta serketinê, bi hewldaneke hêjayî wî û şehîdên me hemûyan bibin, dewam bikin."

BEHDÎNAN – HPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir û got, “Ewladên leheng ên gelê me hevrêyên me Cûdî, Dijwar û Yûsûf bi şehadeta xwe ji bo me bûn hinceta têkoşîneke hîn mezintir.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye;

“Endamê Fermandariya Eyaleta Wanê hevrêyê me Cûdî Kahraman li herêma Wanê meha Îlonê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de heta nefesa xwe ya dawî şer kir, bû mînakekî bijarte ji kevneşopiya berxwedanê ya partiya me û şehîd bû. Hevrêyê me Cûdî ku ji karên ciwanan hate bi karên gel, ji şervaniyê heta bi fermandariyê di her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî de têkoşiya û hewl da hêjayî şehîdên me û Rêberê me bibe, bû yek ji mînakên herî bijarte yê Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Di her karî de ji bilî serketinê pîvaneke din li xwe neanî, asta serketinê bilind kir û xwest têkoşîna azadiyê ya gelê me mezintir bike.

Hevrêyê me Cûdî taybetmendiyên fermandariya serdema nû di kesayetiya xwe de şênber kir û bû fermandarek ku ji jiyanê heta bi têkoşînê her tiştên wî dikare bibe mînak. Weke hevrêyên wî em ê kevneşopiya berxwedanê ya ku hevrêyê me Cûdî radestî me kiriye heta serketinê, bi hewldaneke hêjayî wî û şehîdên me hemûyan bibin, dewam bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne;

 

Nasnav: Cûdî Kahraman
Nav paşnav: Cûmhûr Kahraman
Cihê jidayikbûnê. Colemêrg
Dayik-Bav: Cevahîr-Husnu
Dem û cihê şehadetê: 2022 / Wan

 

CÛDÎ KAHRAMAN

Hevrêyê me Cûdî li nava malbateke ji eşîra Mamxurî ji dayik bû, ku yek ji eşîrên welatparêz ên Kurdistanê ye û bi sedan ewladên xwe yên hêja da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Li gundekî Colemêrgê ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Cûdî ji ber ku dijmin gundê wan şewitand, neçar ma bar bike Colemêrgê. Ji ber vê yekê hevrêyê me Cûdî rastiya dijmin di zarokatiyê de nas kir û li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Ji ber dilsoziya malbat û eşîra wî ya bi welat re, hîn di zarokatiyê de Partiya me nas kir û bi ciwantiyê re weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet beşdarî nava karên şoreşê bû. Destpêkê tevlî nava karên ciwanan bû û bi taybetmendiya xwe ya dilnizm û kedkar bal kişand, bû wesîle ku gelek ciwanên Kurd tevgera me nas bike û tevlî nava têkoşînê bibe. Ev karê xwe yê serketî di dema xwendina zanîngehê de jî dewam kir û êdî weke kadroyekî bi rengekî çalak tevlî nava kar bû. Li metropolên Tirkiyeyê û gelek bajarên Kurdistanê kar kir, di danîna hîmên şerê me yê gel ê şoreşgerî kedeke girîng da. Ji ber çalakbûn û encamgiriya xwe ya di nava kar de bala dijmin kişand û sala 2011’an dîl kete destê dijmin. Li zindanên Mêrdîn û Sêrtê hate hiştin û qada zindanê ji bo xwe weke akademiyekê nirxand. Li hemberî her cûre êrîşên dijmin tawîz ji sekna xwe ya milîtaniyê neda, siyaseta dijmin a dîlgirtin û qutkirina ciwanan ji têkoşînê di şexsê xwe de pûç kir û bi sekna xwe bersiva pêwîst da dijmin. Hevrêyê me Cûdî nêzî 3 salan têkoşîna xwe li zindanê dewam kir û sala 2014’an piştî ku ji zindanê derket ji qada Wanê tevlî nava refên gerîla bû.

Ji dema ku tevlî nava refên gerîla bû heta kêliya şehadetê timî têr û tijî jiya, ji bo azadiya gelê me têkoşiya û bû milîtanekî mînak. Piştî ku ji zindanê derket bi kelecaneke mezin tevlî karên pratîkî bû û her tim hewl da ya herî rast û baş bike, lewma timî li ser kesayetiya xwe disekinî. Mekanîzmaya rexnedayinê ku taybetmendiyeke esîl a şoreşgerî ye, her tim bi kar anî, li ser xeta hevrêyên xwe yên şehîd bûne xwe nirxand. Ji ber vê yekê hevrêyê me Cûdî timî xwe kêm dît û hîn bi çalak tevlî kar bû. Di dawiya her pratîkê de serketinên xwe ji xwe re kir tecrûbe, bi hevrêyên xwe re parve kir, li ser aliyên xwe yên kêm ên bersivê nadin pêvajoyê sekinî û hewl da wan ji holê rake. Çavkaniya pirsgirêkan ti carî li derveyî xwe nedît, ti carî xwe li hincetekê negirt û her tim hewl da bibe hêza çareseriyê. Bi vî rengî xwe ji hevrêyên xwe û qada lê kar dike berpirsyar dît, tevlîbûna xwe jî bi vî rengî kir. Hevrêyê me Cûdî ku haya xwe ji pêvajoya giran a şer hebû, baweriya xwe bi wê anî ku bêyî tevlîbûneke rast û milîtanî bersiv ji vê pêvajoya dîrokî ya gelê me û tevgera me re nikare bê dayin û bi vê têgihiştinê tevlî kar bû. Hevrêyê me Cûdî ku di karên ciwanan û pêvajoya zindanê de derfet dît ku ji aliyê teorîk ve xwe bi pêş ve bibe, bi têgihiştina ku şoreşgerî tenê bi agahiya teorîk nabe, aliyê xwe yê pratîkî hîn bêhtir da pêş. Bi tevlîbûna xwe ya kedkarî û durust, di hin astan de fermandarî kir û ji bo hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Her tim ji xwe re kir esas ku bi hevrêyên xwe re di nava ahenngiyê de be û karekî kolektîf bike. Bi vê taybetmendiyê bû fermandarekî welê ku hemû hevrêyan dixwestin pê re kar bikin. Di têkiliyên bi hevrêyên xwe re timî dilnizm bû û bi saya vê taybetmendiya xwe li nava hevrêyan bû cihê hurmetê. Her tim hewl da xwe bi pêş ve bibe, hem tiştên nû hînî hevrêyên xwe kir hem jî di her bûyerê de tiştên nû hîn bû, ders wergirt. Bi saya vê taybetmendiyê di rêbaz ût aktîka şerê serdema nû de ji bo bicihanînê pirsgirêk nejiya. Bi taybetî ji nêzîkatiyên neyînî yên li rastiya şerê serdema nû nayên dersên pêwîst wergirt û ev yek kir zemînek ji bo derbê li dijmin bixe.

Hevrêyê me Cûdî herî dawî bi wezîfeya endametiya fermandariya eyaleta Wanê tevlî kar bû, taybetmendiyên fermandariya pêşeng a dema nû di kesayetiya xwe de afirand û xwest ji Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd re bibe bersiv. Her wiha weke gerîlayekî azadiyê bi berpirsyariya bersivdayina li daxwazên azadiyê yên gelê me hîn bêhtir tevlî kar bû û xwest li qadên din ên Kurdistanê mîna hevrêyên xwe têkoşîna li dijî dijminê qirker mezintir bike. Ev kûrbûn û hewldanên pratîkî kir ku hevrêyê me Cûdî bibe yek ji fermandarên pêşeng ên serdema nû û bibe milîtanekî Apoyî yê mînak ji hevrêyên xwe re.

HETA NEFESA DAWÎ ŞER KIRIN Û ŞEHÎD BÛN

Hevrêyên me Dijwar û Yûsûf ku demeke dirêj li qada Botanê karekî serketî kirin, li dijî êrîşên dijmin her carê bersiv dan û li gorî dîroka berxwedanê ya qada Botanê têkoşiyan. Herdu hevrêyên me 2’ê Cotmeha 2022’an li herêma Bestayê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de heta nefesa dawî şer kirin û şehîd bûn. Van hevrêyên me yên hêja ku li gorî kevneşopiya berxwedanê ya Botanê têkoşiyan, bi şerê fedaî û bi îrade yê li dijî êrîşên dijmin di dîroka lehengiyê ya Botanê de rûpelekî nû afirandin. Ji ber van taybetmendiyên xwe hevrêyên me Dijwar û Yûsûf bûn ji pêşengên serdema nû. Bi şehadeta xwe ji hevrêyên xwe re bûn qiblegeh ku timî berê wan lê be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me Dijwar û Yûsûf wiha ne;

 

Nasnav: Dijwar Çarçela
Nav paşnav: Mazlûm Bahadir
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Gurcu-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Cotmeha 2022 / Besta

 

 

Nasnav: Yûsûf Mirdêsî
Nav paşnav: Yilmaz Aslan
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Guler-Halîl
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Cotmeha 2022 / Besta

 

DIJWAR ÇARÇELA

Eşîra Mamxurî ku yek ji eşîrên welatparêz ên Kurdistanê ye, çand û nasnameya xwe bi sedan salan li dijî zext û komkujiyên dagirkeran parastiye. Piştî ku partiay me PKK derkete holê û bandor li tevahiya gelê Kurdistanê kir, eşîra Mamxurî jî partiya me nas kir. Berxwedana ku berê di asta herêmî de dikir, bi Partiya me re gihand asta neteweyî. Bi sedan ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên gerîla kir û ji bo azadiya gelê me berdêl da. Ji ber vê taybetmendiyê, dewleta Tirk a qirker timî zext li eşîra Mamxurî kir. Ji êşkenceyê heta bi girtinê her cûre zext li eşîra Mamxurî kir, lê tevî vê yekê jî ji nasnameya xwe ya welatparêziyê tawîz neda. Dewleta Tirk ji ber ku ji zextê encam wernegirt mîna li gelek herêmên Kurdistanê kir, li ser eşîra Mamxurî jî koçberî ferz kir, bi vî rengî hesabê wê kir ku ji têkoşîna me ya azadiyê dûr bixîne. Malbata hevrêyê me Dijwar ku ji eşîra Mamxurî ye, ji ber zextên dijmin neçar ma koçî Edeneyê bike. Malbata hevrêyê me Dijwar li gel zext û êşkenceya dijmin jî hebûna xwe parast û tevî ku dûrî ji Kurdistanê bû, nasnameya xwe ya çandî û neteweyî parast. Li derveyî Kurdistanê jî be malbata hevrêyê me Dijwar li cihê ku lê bû têkoşîna azadiyê ya gelê me dewam kir, bi nasname û çanda xwe danheviya têkoşînê da zarokên xwe. Ji ber vê yekê hevrêyê me Dijwar hîn ji zarokatiyê ve têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Di salên 2004-2005’an de têkoşîna me hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me Dijwar di heman demê de beşdarî nava karên ciwanan bû. Dema ku ev kar kir, Rêberê me hîn baştir fêhm kir, bi qasî ku fêhm kir hewlda felsefeya Rêbertî bixe meriyetê. Bi vî rengî dest bi şoreşgeriyê kir û ev seknka xwe di nava jiyana xwe ya şoreşgeriyê bi temamî de parast. Hevrêyê me Dijwar tevî ku hewl da zû tevlî nava refên gerîla bibe, ji ber hin sedeman ev daxwaza wî pêk nehat, lê belê her tim di nava têkoşînê de bû. Demekê ji ber neçariyê li nava artêşa Tirk leşkerî kir, rastiya dijmin li vê derê bi şênberî dît û nas kir. Helwesta dijminane ya artêşa Tirk a li hemberî gelê Kurd di dema leşkeriyê de baştir fêhm kir û di nava dijmin de jî helwesta şoreşgerî, helwesta li hemberî dijmin bi şênberî nîşan da. Ji ber vê yekê demekê hate cezkairin, lê ji baweriya bi têkoşîna azadiyê ya gelê me tawîz neda. Hevrêyê me Dijwar piştre têkoşîna xwe ya çalak ji cihê mayî dewam kir, lê vê carî hîn bi zanebûn meşand. bi taybetî dema ku rastiya dijmin dît, bû xwedî biryarekê. di pêvajoya şerê giran de ya salên 2011-2012’an a li Kurdistanê, şehadet û komkujiyên dijmin ên li ser gelê me yê sivîl bûn sedem ku hevrêyê me Dijwar li ser têkoşînê biryarên nû bide. Gihîşt wê baweriyê ku li dijî êrîşên dijmin û komkujiyan divê têkoşîneke hîn radîkal bimeşînin, ev yek jî bi têkoşîna gerîla dibe û sala 2012’an beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Dijwar piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi perwerdeyê di demeke kurt de hînî jiyana çiyê û gerîla bû. Perwerdeyên li akademiyê ji bo xwe têrker nedît. Timî dixwend û lêkolîn dikir, lewma hewl dida têkoşîn û jiyana ku di nav de ye fêhm bike, bi wate bike. Di encama vê kûrbûnê de jî gihîşt wê encamê ku jiyana gerîla ne tenê têkoşînek ji bo parastina hebûna gelê me ye, di heman demê de gava destpêkê ya ji bo xwegihandina azadiyê ye. Her wiha jiyana gerîla weke şêweyeke biwatekirina hebûna xwe û bersiva li pirsa ji bo çi bijî, nirxand. Di encama vê kûrbûnê de hevrêyê me Dijwar hîn bi daxwaz, coş tevlî nava karên şoreşê bû, hewl da nirxên nû biafirîne. Têgihişt ku ev yek jî tenê bi ked û hewldaneke bêhempa dibe û meşa xwe ya şoreşgerî bi vî rengî dewam kir. Ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir û di mijarên hunera leşkerî û şerê gerîla de xwe perwerde kir, xwe amade kir ku di her kêliyê de karibe şer bike. Ji sala 2014’an û pê ve piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gelê me kir, ji bo li hemberî çeteyan şer bike û hebûna gelê me biparêze derbasî qadên şerê giran. Demeke dirêj li eniya şer ma, bi amadekariyên xwe yên leşkerî bû xwedî karekî encamgir û serketî. Hevrêyê me Dijwar di pêvajoya şer de timî li eniyên pêş bû û bi wêrekî û fedakariya xwe ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Di nava şer de tecrûbeyeke mezin wergirt û bû fermadnarekî pêşeng. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê hate têkbirin, hevrêyê me Dijwar li çiyayên azad vegeriya û kêfxweşiya xwe ya xwegihandina çiyê bi hevrêyên xwe re parve kir.

Hevrêyê me Dijwar ku weke fermandarekî gerîla yê şareza û xwedî tecrûbe li çiyayên Kurdistanê vegeriya, zanîbû ku berpirsyariya wî ya şoreşgerî zêde bûye. Bi biryardariya fermandarê pêşeng, ji bo asta şerê me yê gerîla fêhm bike, xwe di rêbazên dema nû de kûr bike li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde wergirt û di encama vê pêvajoyê de biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê zêdetir kir. Ji bo xwe kir armanca esasî ku bersivê bide tecrîda giran a li ser Rêberê me û azadiya gelê me misoger bike. Li ser vê bingehê bi rêbazeke çalak û encamgir tevlî nava kar bû, ji bilî serketinê rêyeke cuda qebûl nekir. Ji bo şerê me yê gel ê şoreşgerî bi ser bikeve, hevrêyê me Dijwar gihîşt wê baweriyê ku li dijî dewleta Tirk a mêtinger divê têkoşîneke hîn çalak bê meşandin û ev yek jî bi şerekî berfireh ê li Bakurê Kurdistanê dibe. Bi vê armancê xwe têrker û şareza dît ku karibe vî şerî bike û bi baweriyeke mezin a ji xwe berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Weke fermandarekî pêşeng ê gerîla li xaka Botanê li cihê lê ji dayik bû vegeriya, ku ji ber zexta dijmin nekarî lê bimîne. Bi vî rengî kete nava hesabpirsîna dîrokî ya ji dijmin. Hevrêyê me Dijwar ku bi wezîfeya Fermandarê Herêmê derbasî qada Botanê bû bi berpirsyarî û wezîfeya xwe, di pêşvebirina Şerê Gel ê Şoreşgerî de bû xwedî ked û hewldaneke mezin. Bi saya vê hewldana bêhempa ya hevrêyê me Dijwar, li qada Botanê Şerê Gel ê Şoreşgerî berfireh bû û bi pêş dikeve. Weke hevrêyên wî, em ê şerê xwe yê azadiyê ku hevrêyê me Dijwar radestî me kiriye, mezintir bikin û teqez bi ser bixînin.

YÛSÛF MIRDÊSÎ

Hevrêyê me Yûsûf li Rihayê li nava malbateke welatparêz û kedkar ji dayik bû. Ji ber vê taybetmendiya malbatê hevrêyê me Yûsûf hîn di zarokatiyê de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Li qadeke mîna Rihayê ku polîtîkayên asîmîlasyonê lê giran e û dijmin hewl dide gelê me ji nasname û çanda wê dûr bixîne, hevrêyê me Yûsûf taybetmendiyên Kurdîtiyê bi biryardarî parast. Ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike neçar ma ku di zarokatiyê de bixebite, hingî wê demê ked nas kir. Hevrêyê me Yûsûf ji bo derdora xwe timî xwe berpirsyar didît û li hemberî pirsgirêkên li nava jiyanê kete nava nakokiyan. Hem polîtîkayên qirkirinê yên dijmin hem jî nakokiyên li qada kedê, berê hevrêyê me Yûsûf da têkoşînê. Hevrêyê me Yûsûf bersiva nakokiyên xwe di nava felsefeya Rêbertî de dît û destpêkê sala 2004’an beşdarî nava karên ciwanan bû. Dema ku li nava karên ciwanan bû pêşengî ji zanebûna gelek ciwanên Kurd re kir û kir ku tevlî nava refên gerîla bibin. Piştî vê pratîka xwe ya seketî, tevlî nava karên cuwa bû, di karê birêxistinkirina gelê me de bi rola pêşengiyê rabû. Hevrêyê me Yûsûf bi saya pratîka xwe ya serketî li nava gelê me hate hezkirin û bala dijmin jî kişand. Sala 2010’an dîl kete destê dijmin û qada zindanê jî ji xwe re weke qala têkoşînê dît, bi vî rengî sekna xwe ya şoreşgerî li vir jî dewam kir. Bi taybetî kevneşopiya berxwedanê ya zindanê ya Partiya me pejirand û sekneke ku hêjayî vê berxwedanê be nîşan da. Ji ber sekna xwe ya şoreşger û bêtawîz a li zindanê, li vir jî bû hedefa dijmin. Dijmin hewl da bi polîtîkayên sirgûnê hevrêyê me Yûsûf bitepisîne, ji têkoşînê qut bike, lê nekarî. Piştî 4 salên li zindanê hevrêyê me Yûsûf bi perwerdekirina xwe bersiv da polîtîkayên dijmin, di pîvanên milîtaniya Apoyî de xwe kûrtir kir û asata biryardariya xwe bilindtir kir. Hevrêyê me Yûsûf bi hîn xurtî ji zindanê derket û berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku bi hesreta wê bû.

Hevrêyê me Yûsûf sala 2014’an ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû. ya ku destpêkê bala wî kişand têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bû. Her wiha jiyana komunal a gerîla, jiyana bi xwezayê re bala wî kişand û kete bin bandora vê rastiyê. Ji ber vê yekê anî ziman ku jiyana gerîla ji pirtûkan an jî vegotinan nayê fêhmkirin, tenê di nav de bi jiyînê dikare bê fêhmkirin. Bi taybetî li ser jiyana demokratîk, azad û dûrî ji têkiliyên sîstema kapîtalîst a gerîla kûr bû. Hevrêyê me Yûsûf dît ku felsefeya Rêbertî li çiyayên Kurdistanê bi cih hatiye anîn û xwest ku bi xwe jî bibe parçeyek ji vê jiyanê. Ji ber vê yekê bi daxwazeke mezin, bi kelecan, coş û moral tevlî nava jiyanê bû. Vê pratîkê hevrêyê me Yûsûf bêhtir motîve kir û her roj hîn bêhtir xwe bi pêş xist. Hevrêyê me Yûsûf demeke dirêj li qadên Garê, Qendîl û Metînayê kar kir, ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve jî xwe perwerde kir û bû gerîlayekî şareza. Di demên destpêkê de ku taktîka dema nû ya gerîla dihate nîqaşkirin, bi baweriyeke mezin xwe perwerde kir û dît ku rêbaza şerê gerîla yê dema nû wê bibe bingeha serketinê. Hevrêyê me Yûsûf ku di karên bajêr de xwedî tecrûbe û danheviyeke mezin bû, xwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û kar bike. Gihîşt wê baweriyê ku şoreşa li Bakurê Kurdistanê wê bibe şoreşa li tevahiya Kurdistanê. Li ser vê bingehê bi îdîa û biryardariyeke mezin berê xwe da Bakurê Kurdistanê û derbasî qada Botanê bû.

Hevrêyê me Yûsûf bi moral û hêza gihîştina armanca xwe di demeke kurt de hînî qada Botanê bû û zû tevlî nava kar bû. Her êrîş û operasyonên dijmin weke gerîlayekî profesyonel têk bir, beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û mîsyona xwe bi serketî bi cih anî. Gerîlatiya bi dijmin re di nava hev de, kir ku hevrêyê me Yûsûf hîn baldar be û pêşdîtina wî xurtir bibe. Ji ber vê yekê bi çalak tevlî kar bû. Hevrêyê me Yûsûf tecrûbeya xwe ya leşkerî her roj mezintir kir û gelek wezîfeyên girîng bi cih anî. Ji bo tola hevrêyên şehîd hilîne timî kûr dibû û gihîşt wê encamê ku li qada Botanê bi lêdana derbên giran a li dijmin tola şehîdan dikare bê hilanîn. Li ser vê bingehê ji asta amadekariyê heta bi pêkanîna çalakiyê bû yek ji mînakên herî bijarte yên fermandariya dema nû. Hevrêyê me Yûsûf ku sabotajvanekî pispor bû, li qadên herekol, Besta û Kela Memê, her wiha li gelek qadên Botanê gerîlatî kir, bi çalakiyên xwe derbên mezin li dijmin xist û wezîfeyên xwe yên demê bi serketî bi cih anî.

Ewladên leheng ên gelê me hevrêyên me Cûdî, Dijwar û Yûsûf bi şehadeta xwe ji bo me bûn hinceta têkoşîneke hîn mezintir. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Cûdî, Dijwar û Yûsûf serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.”

Nivîsa Pêş