NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên PKK û PAJK’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan.
Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Em careke din Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, roja destpêkirina komploya herî mezin a navneteweyî ku li ser rastiya Rêbertî, heqîqeta PKK’ê xefik, lîstik û xiyaneta li ser gel û gelên me ye, şermezar dikin. Ji bo pûçkirina komplo û lîstikan, di serî de Rêbertî, PKK û gelê me yê berxwedêr ku weke hêceta me ya têkoşînê ne, di serî de girtîgeh û gelê me, em ê di nava hewldan û kedê de bin ku îsal bikin sala serketin, zafer û destketiyan. Komploya mezin a li ser Rêbertî, partiya me, gelê me û yên herêmê, di şexsê TC’ê de ji aliyê gladiyoya faşîst a AKP/MHP’ê ji nû ve xistine meriyetê û tê xwestin ku bi awayeke rojanekirî bidomînin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Tevî ku bandorên wê hê jî dewam dikin jî, Komploya 9’ê Cotmehê ku hem li qada navneteweyî hem jî li herêmê ku her rojê em hûrgiliyeke wê yên nû hîn dibin, bi têkoşîn û destwerdana Rêbertî negiha armanca xwe. Rêbertiyê beriya niha bi salan gotibû, ‘Êdî ez dikarim ji vir mizgîniyê bidim gelê me: Komplo hat pûçkirin. Ev bi zelalî tê fêmkirin. Bi helwesta min a bi sebir a li vir û bi hewldana hevpar a gelê me re ev yek pêk hat. Êdî em dikarin vê bi awayekî vekirî ji gelê xwe re bibêjin; me karî komplo pûç bikin. Tevî van hemû komplo û hewldanên tasfiyeyê jî tevger û gelê me bi hêztir derketin. Berxwedana gelê me komplo pûç kiriye. Ji ber vê yekê careke din spasiyên xwe pêşkêşî gelê me dikim. Armanca komployê tunekirina min bû. Ger ev yek pêk bihatiba wê hawîrdoreke kaos û pêvajoyeke bi xwîn çêbiba. Min gelek hewl da ku ez xwe zindî bihêlim da ku komploya li vir pûç bikim’.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KOMPLOYÊ DIDOME
Lê têkoşîna siyasî-îdeolojîk a li dijî vê hê jî didome. Rêbertiyê di nirxandineke din de bal kişande ser wê yekê ku “Divê ev komplo bibe roja ders derxistinê, ne roja şînê” û wiha pêde diçe, ‘Ji bo beralîkirina çarenûsa ku her tim di lîstikên trajedî de tên dubarekirin bi aliyê azadiyê ve, ji bo ku her êşê bîne astekê ku were tehemûlkirin, têrker e. Bi dozê û rêhevalên min ên dozê re, vê carê di lîstina lîstika ku navê wê rastî bi xwe ye, ya wê bibe para çarenûsê wê binketin be.’
Komplo hemû gelên Rojhilata Navîn dike hedef. Bi komployê re tê xwestin ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybet gelê Kurd were pûçkirin. Hêzên komploger ên navneteweyî yên bi pêşengiya DYE û NATO’yê, ji bo ku pêşî li vê yekê bê girtin ango dijminê azadî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn, Komara Tirkiyê hilweşe û Tirkiyeya demokratîk derkeve holê bigire, ev komplo pêk anîn.
XETA ‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’ HÎN JÎ TEŞE DIDE TÊKOŞÎNÊ
Em şehîdên “Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin” ku li dijî komploya navneteweyî li dora Rêber Apo xeleka ji agir avakirine, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Bi boneya vê salvegerê em soza xwe ya ji bo bidestxistina armancên wan û zindîkirina bîranînên wan dubare dikin. Rabûna ser piyan a bi milyonan Kurd û bi vî rengî bersiv dana ji komploya ku weke êrîşeke navneteweyî ya li ser Kurdan û pêşeroja wan a azad pêşket, tişta ku komploger ne li bendê bûn bû. Lê têkoşîna ku li Kurdistana ku bûye çar parçe derket holê, ji roja destpêkê ve komplo şermezar kiribû û bê encam hiştibû. Belkî di dîrokê de cara yekeme ku Kurd bi rengê ku li cîhanê nehatiye dîtin xwedî li rêbertiya xwe ya di asta netewî de derdikevin. Eniya berxwedanê ya ku ji zindanan heta qadan û ji wir jî ber bi çiyayan ve diçû, roj bi roj mezin dibû û li hemberî vê têkoşînê hemû maskeyên komplogeran yek bi yek dadiketin. Bê guman çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ ber didan vê têkoşînê û rêya diçe ketina maskeyan bû. Lê belê ne tenê di qonaxa yekemîn a komployê de, di 24 salên derbasbûyî de jî xeta têkoşîna gelê Kurd a li dijî komployê ava kiriye.
Cûntaya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê û polîtîkayên şikandina îrade û teslîmiyetê yên bi komployê hatin meşandin, niha bi rê û rêbazên cuda tên meşandin. Ji bo fêmkirina ku desthilatdariya AKP-MHP’ê zilm, zordar û faşîst e, mirov li pêkanînên li zindanê binêre bes e. Ji ber ku vê hikûmetê zexta li derve têr nedît, di hundirê zindanan de zîndan û êşkencexane ava kir. Êdî hema hema her roj li benda derketina çend mirinan li zindanan bûyîn, veguheriye rewşeke normal. Jixwe Kurdbûn têrê dike ku rastî êşkence û zordestiyê bê. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku bi zextên xwe dixwaze komployê bidomîne, hatiye asta hilweşînê. Di hatina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya vê rewşê de rola pêngava “Dem dema misogerkirina azadiyê ye” diyarker e.
‘Em YÊN KU DOJEHÊ BI DIJMIN DIDIN JIYANKIRIN SILAV DIKIN’
Ji bilî zindanan, faşîzma AKP-MHP’ê li dijî qadên gerîla jî êrîşeke dagirkeriyê daye destpêkirin. PDK bi rola xiyaneta dîrokî re bû hevkarê hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê. Artêşa Tirk a li Zapê nikare ji destê gerîlayan rizgar bibe, weke her carê êrîşî sivîlan dike û zarokên Kurdan qetil dike. Gerîlayên qehreman ên ku li Zapê dojehê bi dijmin didin jiyankirin, tola vê yekê hiltîne û wê tolhildanê jî bidomîne. Ev berxwedana bêhempa ya gerîla, artêşa Tirk roj bi roj zêdetir hildiweşîne û tîne ber îflasê. Yên hatin gerîla kilît bikin, bi xwe li hemberî gerîla kilît bûn. Em kesên ku ev berxwedan afirandine silav dikin û şehîdên xwe careke din bi bîr tînin.
‘AZADIKIRINA RÊBERTIYÊ ERKÊ HEMÛ MIROVATIYÊ YE
Azadkirina Rêbertiyê ne tenê erka Kurd, jin, ciwan û gelên Rojhilata Navîn e, erka hemû mirovahiyê ye. Ger Rêbertiyê ev qas xizmet ji gelê Kurd, jin, ciwan, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê re kiribe, divê em ji bo azadkirina Rêbertiyê têbikoşin û deynê xwe bidin. Wê demê em ê ku xwedî gelek derfetan in, divê li her derê bi heman moral, kelecan û coşê bi hemû hêza xwe tevlî pêngava ‘Dem dema Azadiyê ye’ bibin. Di sala 24. a komployê de divê em dawî li faşîzm û tecrîdê bînin û Rêber Apo û gelê Kurd azad bikin. Azadiya gelê Kurd û Rêber Apo di heman demê de tê wateya serketina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya di serî de Tirkiyê hemû gelên Rojhilata Navîn.
‘EM CPT’YÊ VEDIXWÎNIN KU HELWEST NÎŞAN BIDE’
Tecrîda li ser Rêberê me roj bi roj kûrtir dibe. CPT’yê da xuyakirin ku rojên borî çûbûne Îmraliyê. Lê em dixwazin bidin zanîn ku ev serdan serdaneke derengmayî ye. Ji ber vê yekê em bang li CPT’yê dikin ku demildest erka xwe pêk bîne û li dijî pergala êşkenceya faşîst a Îmraliyê bibe xwedî helwest.
‘EM JI BO PÊNGAVA AZADIYÊ SEFERBER BIBIN’
Li ser vê bingehê bang li her kesî dikin ku tevlê pêngava ‘Ji Tecrîd, Dagirkerî û Faşîzmê re Bes! Dem Dema Azadiyê ye’ bibin. Di serî de em hemû kesên ku di serî de li dijî dagirkeriya Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê, li dijî tecrîda li Îmraliyê û ji bo azadî û demokrasiyê, bi taybetî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têdikoşin, her wiha tevlê pêngava berxwedanê ya “Ji Tecrîd, Dagirkerî û Faşîzmê re Bes! Dem dema Misogerkirina Azadiyê ye!’ bûne silav dikin û di têkoşîna wan a dîrokî ya kûr de serketinê dixwazin. Em şehîdên qehreman ên vê têkoşîna pîroz bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û baweriya xwe ya qawîm a ji bo ku teqez wê serketinên mezin bi dest bikevin, diyar dikin. Em bang li her kesê ku li dijî faşîzm û dagirkeriyê ji bo azadî û demokrasiyê li berxwe dide dikin ku di vê pêngava azadiyê ya bi armanca serketinê de bi hêztir tevlî bibin û seferber bibin.”