NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Koçero Batman ên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got “Dijminê şoreşa me ya yekgirtî ne bi tenê birjûwaziya Tirk û dewleta faşîst e. Beriya her tiştî dijminê şoreşa me birjûwaziya emperyalîst, dewletên wan, leşkerên hevkar û rêxistinên wan ên siyasî û ekonomîk in. Ev hêz bi hev re êrîşî kadroyên pêşeng ên şoreşa me dikin.
Vê tifaqa wan a navneteweyî di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî kir û di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teslîmî dewleta Tirk a faşîst kirin.
Milîsên Koçero Batman ên HBDH’ê ji bo ku careke din komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê protesto bikin li Yamanlara Îzmîrê çalakiyeke sabotajê kirin.
Milîsên me di 6’ê Cotmehê de bi şev, li dijî BÎM’ê çalakiyeke sabotajê kir û di encama çalakiyê de market di nav agir de ma.”