NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH’ê diyar kir ku dewleta Tirk weke berdewamiya siyaseta xwe ya komployê bi çekên kîmyewî şerê îmhayê didomîne.
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera Komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrîşa Komploya 9’ê Cotmehê ku ji aliyê dewletên emperyalîst ên navneteweyî pêk hat, bi destê faşîzma AKP-MHP’ê didome. Li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal derbas bûn. Qonaxa yekem ya komployê ku armanc dikir Ocalan dîl bigire 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir û 15’ê Sibata 1999’an bi dawî bû. Komplo piştî dîlgirtina Ocalan li Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de li ser tê berdewamkirin.”
‘DI ŞEXSÊ ABDULLAH OCALAN DE KURDISTANA AZAD KIRIN HEDEF
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Komploya navneteweyî ne tenê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Di şexsê wî de tunekirina têkoşîn û fikra Kurdistana azad hat armanckirin. Emperyalîst û mêtinkar ji serboriyên xwe yên bê hêjmar dizanîbûn ku di dîroka gelên Kurdistanê de dema pêşengê gelê Kurd bê dîlgirtin, serhildanên Kurdan jî bi hêsanî dihat tepîsandin. Hêvî kirin ku heman tiştî bi dest bixin. Hêvî dikirin, ku gelê Kurd dest ji fikra Kurdistana Azad berdin.
Li dijî tecrîdê, berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şerê bi pêşengiya gerîla û milîsên li bajêr, bi çalakiya fedaî ya jin û mêrên welatparêz ku laşê xwe veguherandin gulek ji agir û bi ruhê serhildana gelê Kurd komplo hat pûçkirin. Ev 24 sal in nekarîn Ocalan teslîm bigirin. 24 sal in nekarîn vîna rêxistinên Kurd ên şoreşger bişkînin. 24 sal in nekarîn azweriya azadî û daxwaza Kurdistana azad têk bibin û wê nikaribin.
‘TECRÎD LI HEMÛ GIRTÎGEHAN BELAV BÛ’
Di salvegera 24’emîn a komployê de êrîşên tecrîda giran û teslîmgirtinê di serî de li ser hevrê Abdullah Ocalan li ser hemû kesên li girtîgehê tê pêkanîn. Îro girtîgeh veguherîne navendên êşkence û mirin e.
Dewleta Tirk a mêtînger bi hevkariya NATO’yê, siyaseta xwe ya komployê li Avaşîn, Metîna û Zapê bi bikaranîna çekên kîmyewî re şerê xwe ya îmha ‘çokdanînê’ didomîne. Şerê li dijî gerîla di şert û mercên newekhev de didome, lê bi taktîka afirîner ya gerîla mêtîngehkarî têk çûye. Gerîla li çiyayên Kurdistanê çeperên xwe diparêze, berxwedanê mezin dike, vîna şer ya gerîla qeyrana rêvebirina mêtînkariyê kûr dike. Şoreşa Rojava ku di pêşengiya gelê Kurd de pêş ket û veguherî şoreşa gelên Sûriyeyê li dijî dewleta Tirk didome. Li ser bingeha leşkerî ya siyasî yekîneyên mîna HBDH-KBDH Şoreşa Rojava diparêze, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê dibe bersiva bingehîn.
‘HETA ABDULLAH OCALAN AZAD NEBE KES NIKARE AZAD BIBE’
Êrîşa tecrîdê ya li dijî Abdullah Ocalan ku 24 sal in didomin, ne tenê ji bo Ocalan e. Dîlgirtina hevrê Ocalan dîlgirtina gelê Kurd e. Tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîdkirina xizan û kedkarên Tirk. Heta Abdullah Ocalan azad nebe Kurd azad nabin, wê gelên xizan û kedkar ên Tirkiyeyê nikaribin ji faşîzma AKP/MHP’ê rizgar bibin.”
Divê di sala 25’an ya komloyê de gelê Kurd, karker-kedkarên Tirkiye, demokrat, sosyalîst, welatparêz li dijî konsepta îmha, tecrîd û komployê hêzên xwe bikin yek. Divê li dijî tecrîda girankirî li her derê serî rakin û têkoşîna xwe mezin bikin.”